Friday, February 5, 2010

Ji ber neçariyê li kolanan dixebitin

05/02/2010


Li gorî daneyên ÎHD'a Êlihê; li bajar ji ber betalî û xizaniyê 2 hezar zarok li kolanan dixebitin. Li tevahiya bajar jî, zarokên dixebitin, tê gotin ku ji ber di demên dawiyê de hejmara revandina zarokên dixebitin zêde bûye û ev yek jî wan ditirsîne, lê ji bo xerca dibistanê derxin jî tu riyeke din nîn e.
Li gorî daneyên Lijneya Îstatîstên Tirkiyeyê (TUÎK), di sala 2008'an de asta betaliya li Êlihê ji sedî 12.4 bû, ev yek di dawiya sala 2009'an de derket asta ji sedî 14,7'an. Ev encam ku herî zêde bandora xwe li ser zarokan dike, zêdebûna hejmara zarokên dixebitin jî mirovan dide fikirandin. Li gorî daneyên ÎHD'ê jî, li tevahiya Êlihê, 2 hezar zarokên ku temenê wan di nav bera 8 û 15 saliyan de ye, dixebitin. Li gel şert û mercên giran ên çileyê jî ji bo xercên dibistanê derxin,zorak li kuçeyan mendîl û balonan difiroşin û karê boyaxkirina pêlavan jî dikin. Zarokên ku li derve dixebitin ji ber bûyerên revandinan zarokan ku demên dawî ketin rojevê, di nava tirsê de ne.
HEMÛ TIŞTÎ DIFIKIRIM
Zarokê bi navê Y.E. (12) ku karê boyaxkirina pêlavan dike, diyar kir ku bûyerên revandina zarokan wî ditirsîne, lê ji ber rewşa aboriya wan ne baş e hemû tiştan daye berçavên xwe. Y.E., destnîşan kir ku ligel şert û mercên zehmet ên çileyê neçar e bixebite û wiha got: "Ez 12 salî me, di pola 5'emîn dixwînim. Dema betlaneya dibistanê jî karê boyaxê dikim. Rewşa aborî ya malbata min ne baş e. Ez jî hewl didim bixebitim û alîkariyê bidim debara malê. Ji ber çileyê jî gelekî zehmetiyan dikişînim. Bûyerên revandina zarokan jî tirsek bidim daye çêkirin, lê neçar im bixebitim." Zarokê bi navê Z.K. (13) jî, di nava heman şert û mercên zehmet ên çileyê de hewl dide alîkariyê bide malbata xwe û der barê karê xwe de wiha got: "Di televîzyonan de her roj bûyerên revandina zarokan tên nîşandan û ez bi vê tirsê her sibeh diçim kar û êvarî vedigerim malê. Zarokên wekî min di betlaneya dibistanê de diçin betlaneyê yan jî dersên xwe dixebitin, lê ez dinava vê sermayê de dixebitim. Çima em neçar in di nava vê sermayê de bixebitin?"

'SEDEM BETALÎ YE'
Serokê Komîsyona Zarokan a ÎHD'a Êlihê Salîh Astan, destnîşan kir ku ev rewş herî zêde bandora xwe ya neyînî li ser zarokan çêdike. Astan, anî ziman ku di vê mijarê de xebatên xwe didomînin û wiha axivî: "Li gorî encamên xebata ku me di nava 6 mehan de kiriye zêdetirî 2 hezar zarok dixebitin. Sedema herî girîn a vê yekê jî zêdebûna betaliya li herêmê ye." Astan, bi bîr xist ku kişf kirine ku hin zarokên li kuçayan dixebitin, bi şevê li kuçeyan dimînin. Astan, ev tişt gotin: "Der barê vê yekê de plansaziyên me hene. Di çarçoveya vê de, em dê hewl bidin bi beşdariya rewşenbîr, saziyên sivîl, parêzvanên mafên mirovan û pedagogan panel û semîneran ji bo malbatan pêk bînin û malbatan agahdar bikin. Em dê lezê bidin xebatên xwe yên di vî warî de."

Xizaniya ku Kurdistanê her diçe zêde dibe bandoreke mezin li ser zarokan dike. Li Êlihê zarokên ku malbatên wan xizanin di bin şert û mercên dijwar de û sibê heta êvarê dixebitin.

ÊLIH - DÎHA

No comments:

Post a Comment