Saturday, February 13, 2010

Kêşeya Hinda Bûna Zarokan li Tirkîye



12/02/2010

Li Tirkîye di nav sala 2009'an de bi sedan zarok hinda bûn. Li gor pêzanînên Rêvebirîya Giştî ya Ewlehiyê, li Tirkiyeyê 1661 heft zarok hinda ne û ji wan 1016 kesan keçik in.

Leyla_Baykusak

Xwîşk û dîya Leyla Baykuşak

Li gorî agahîyên Rêvebirîya Giştî ya Ewlehiyê li her pênc mehên pêşîn yên sala 2009, hejmara zarokên hindabûyî gehîştîye 645 kesan. Li nav hemî bajaran, bajarê Stenbolê di rêze yekê de cîh digire.

Li gor daxûyaniyên dawî ya sala 2009'an de, li bajarên Kurdan jî rêjeya zarokên hinda pir zêde bûye. Li 8 bajarên başûra rojhilatê Tirkiyeyê de, li sala 2009'an de 80ên wê zarok, bi giştî 187 kes wenda bûne. Herwiha tê destnîşan kirin ku li herêmê, bajarê Dîyarbekir, ji aliyê hindayan de di rêza yekê de cîh digire. Li Dîyarbekirê hejmara kesên bê ser û çûne gehîştîye 99 kesan. Hêjayê gotinê ye ku li nav sala 2009'an, li gelek bajar û navçeyên Kurdan de bi dehan hewildanan revandina zarokan jî pêk hatine. Li gorî agahîyên fermî hejmara kesan wenda li bajarên Kurdan wiha ye:

li Dîyarbekirê 22 zarokê keçik, 15 law, 35 jin û 27 mêr, bi giştî 99 kes wenda ne.

li Batmanê: 15 keçik, 6 lawik 14 jin, 1 mêr, bi giştî 36 kes; li Şirnexê: 1 keçik, 3 lawik, 4 jin û 6 mêr, bi giştî 15 kes;

li Elezîzê : 1 keçik, 6 lawik, 3 jin, 1 mêr, bi giştî 11 kes;

li Mêrdînê 3 keçik, 1 lawik, 6 jin, bi giştî 10 kes;

li Sêrtê: 3 lawik, 5 jin, 1 mêr, bi giştî 10 kes;

li Çewligê: 1 keçik, 2 jin, 1 mêr, bi giştî 4 kes;

li Dêrsîmê: 1 lawik, 1 mêr, 2 kes hinda ne.

Leyla Baykuşak ya 8 salî jî, ji yek ji wan zarokên wenda bûyî ye ku ji 6'ê Îlonê vir ve bê ser û çûn çûye. Leyla, li ber deriyê mala xwe ya Dîyarbekirê wenda bûye. Malbata Leylayê, 6 mehê vir ve, ti agahî ji qîza xwe nebihîstine. Dayika Leyla, Ayşe Baykuşak dibêje ku wê Leylayê şandîye dikanê û dû re ti his jê nehatiye. Kalikê Leyla Hüseyin Baykuşak yê 70 salî jî 25 roj beriya Leylayê hinda bûye. Malbata Leylaya biçûk hîn jî bi hêvî ne, ku dê rojeke keçika wan bête dîtin.

Dayika Leyla jibo Pişka Kurdî wiha axivî:…………

Hêjayî gotin e, di nav gel de tirseke mezin peyda bûye. ku ev zarokên wenda bûyî ji alîya qacaxcîyên bedena mirovan têne direvînin, jibo firotina organ û ezayên laşên wan.

Raport
Guhdarî bike (MP3)

No comments:

Post a Comment