Sunday, February 14, 2010

Bê PKK’ê Nabucco nameşe


14/02/2010

Li cîhanê şerê li ser enerjiyê bandoreke mezin li ser hevsenga siyasî ya cîhanê û bi taybetî li ser herêma Rojhilata Navîn û Qafqasyayê dike. Koordînatorê Ajansa Enerjiya Rûsyayê Mîkhaîl Kroutîkhîn ku der barê enerjiya global de ji şîrketan re şêwirmendiyê dike li ser xetên xwezayî yên enerjiyê û bi taybetî li ser projeya Nabuccoyê nixandinên balkêş kirin û got hê ev proje û cihên wan bi giştî nehatine mîsogerkirin.
Kroutîkhîn dema mijar nirxand destnîşan kir ku nexşerê û cihên xetên enerjiyê hê diyar nebûne û vedibêje ku rezervên heyî yên enerjiyê têra dek û dolabên heyî yên tên ristin nake. Lê ligel vê jî her kes nexşeya xwe ya xetên gazên xwezayî amade dike û ji bo ku bi ser bikeve jî bi biryar radiweste.
Pisporê mijarê yê rûs aşkera dike ku piştî ku Çînê di nav bazara enerjiyê de cihê xwe girt û peymanên mezin mohr kirin bandor li ser nexşeyên hatine amedekirin kir. Ev sedem û neliheviya rojhilatê Ewropayê ya li ser Nabuccoyê proje pirtir tevlîhev dike.
Pisporê rûs Kroutîkhîn pirtir li ser korîdora projeya Nabuccoyê radiweste û dixwaze balê bikişîne ser vê beşê. Di vê beşê de tê aşkerakirin ku hêzên Rojava li ser korîdora Nabuccoyê pirovayan dikin. Lê problem pir in. Ev jî fikirinadina cihê ya nav aliyên Ewropayê kûrtir dike. Kroutîkhîn wiha pê de diçe: “Nexşeya enerjiyê li herêmê xwe ferz dike ku pirsgirêka kurd bê çareserkirin.” Vê ji bo ewlehiya xetê wek gaveke esasî destnîşan dike. Li gorî Kroutîkhî heta rêveberiyên Tirkiye û Iraqê bi gelê li herêmê dijîn re li hev nekin û pirsgirêkan çareser nekin ne pêkan e ku ewlehiya xetên enerjiyan pêk bînin. Ji bo vê jî hêzên navneteweyî bandorê li van her du welatan dikin ku beriya her tiştî pirsgirêka kurd û PKK’ê çareser bikin. Kroutîkhîn dide zanîn ku ji bilî van pirsgirêkan jî li Tirkiyeyê gelek problemên din jî hene û ev bi xwe re xetereyan diafirînin. MOSKOVA - ANF

No comments:

Post a Comment