14/02/2010 |
|
NAVENDA NÛÇEYAN - AMED Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ji aliyê gelê kurd ve bi çalakiyên cuda tê pîrozkirin. Di çalakiyên şermezarkirinê de ciwan pêşengiyê dikin û nerazîbûnên xwe bi awayên cuda tînin ziman. Komploya Navneteweyî di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li hemberî gelê kurd pêk hat. Gelê kurd vê Komploya Navneteweyî tu carî qebûl nekir û li hemberî vê serîhilda. Di çalakiyên şermezarkirinê de jin û ciwan pêşengtiyê dikin. Bi ketina sala 12’emîn a komployê de ciwanên kurd bi çalakiyên cuda nerazîbûnên xwe tînin ziman. Bi hatina salvegera 11’emîn a 15’ê Sibatê re em dixwazin nêrînên ciwanan bi we re parve bikin. Nûdem (24): Roja reş. Roja naskirina korta mirinê. Ketina 12 salan naskirina 15’ê Sibatê. Ew 11 sal in her roj bi têkoşîneke xurt derbas bû û hê jî derbas dibe. Bertekên mezin ên li dijî van polîtîkayên hevkar û erîşane hene. Serokatî ev têkoşîn li hemberî êrîşên pergalê û tunekirina îradeya gelê kurd afirand û bi perspektîfên xwe ji van êrîşan re bû bersiv. Ev têkoşîn, hêza xwe ji gel, jin û ciwan, gerîla û şehîdan digire. Tiştê ku dikeve ser milên me ciwanan jî ew e ku em di riya Serokatî û rêhevalên wî yên hêja de, ber bi serkeftinê ve bimeşin û azad bibin. Divê em têkoşîneke xurt bimeşînin. Ji bo têkoşînê jî divê em berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê. Em dê bi dildariya Serokatî bigihîjin serkeftinê. Zîlan (18): Komplaya navneteweyî, di şexsê Serokatî de li hemberî hemû gelê kurd pêk hatiye û ev 12 sal in jî didome. Dixwazin ku Rêber Apo tune bikin. Bi derbeya 17’ê mijdarê ev helwest derketiye holê. Dixwazin di şexê Rêber Apo de hemû gelê kurd tune bikin. Ciwanên kurd jî ji bo bersivandina vê komploya navneteweyî û pûçkirina polîtîkayên wan, di xeta rêxistinî de dimeşin. Ciwan dê bi çalakiyên xwe komployê têk bibin. Em dê bi çalakiyên xwe yên xurt ên tolhildanê, van êrîş û polîtîkayên hêzên tarî bibersivînin.Mehmet (22): Divê ku ciwan van lîstikên li ser gelê kurd baş fêm bikin û xeteke rêxistibûnê ya xurt derxin holê. Armanca komployê ew e ku bi tasfiyekirina Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd, îradeya kurd bigire bin kontrola xwe. Dewleta Tirkiyeyê, bi serê xwe tevnagere. Bi piştgirî û hevkariya hêzên tarî yên rojavayî vê komployê didomîne. Dixwazin ku gelê kurd di nav çerxa siyaseta qirêj de bihelîne û bi girankirina şert û mercên Rêber Apo, wî ber bi tunebûnê ve bibin.Divê ciwan komployê baş fêm bikin û hêz û rêxistinbûna xwe jî li gorî vê yekê pêk bînin. Divê ciwan rêxistinbûna xwe xurtir bikin. Pêwîst e ciwan polîtîkayên AKP’ê yên li ser gel deşîfre bikin. Bila zanibin ku, ew çiqas bi ser me de bên, em dê têkoşîn û rêxistinbûna xwe xurtir bikin. Em dê bi têkoşîna xwe, lîstikên li ser Rêber Apo pûç bikin.Ahmet (19): Em vê komployê wekî Roja Reş îlan dikin. Ev komplo di şexsê Rêber Apo de, li hemberî hemû mirovahiyê pêk hatiye. Armanca vê komployê jî ji holê rakirina Tevgera Azadiyê û Rêber Apo ye. Li Rojhilata Navîn projeyên mezin ên modernîzma kapîtalîst hene. Ji bo vê yekê jî dixwaze ku hemû Rojhilata Navîn bixe bin kontrola xwe. Lê ew rastî berxwedêriya kurd hatin. Ji bo kontrolkirina îradeya gelê kurd jî, siyaseteke qirêj meşandin. Lê ew tu caran nikarin ku gelê kurd û Rêber Apo ji hev qut bikin. Gundên kurdan vala kirin. Kurd kirin penaber. Li mirovên me îşkenceyên mezin kirin, kuştin. Bi zorê ji axa wan dûr xistin. Li Tirkiyeyê kurdan lînc dikin. Lê gelê kurd li dijî hemû pêkanîna serî netewand û xwedî derketina li Rêber Apo her bilindtir kir. Dewletê xwest ku tevlibûna ciwanan a refên azadiyê asteng bike. Lê wan nikaribû ku herikîna ciwanên kurd rawestînin. Hem li bajaran û hem jî li çiyayan, ciwan Hêzên Parastina Rêber Apo ne.Nûjiyan (19): Ez jî wekî hemû ciwanan, vê rojê wekî rojeke reş diyar dikim û bi tundî şermezar dikim. Rêber Apo di Rojhilata Navîn de, xwedî hêzeke pir mezin bû. Ji ber vê jî, hebûna Rêber Apo ji bo wan zirar bû. Wan jî xwest ku Rêber Apo tune bikin. Xwestin ku bi tunekirina Rêber Apo, ciwanên kurd bê xwedî bihêlin. Ew fikirîn ku heke Rêber Apo tune bibe, dê kurd jî tune bibin. Bi alîkariya telek dewletan, êrîşeke mezin a li dijî Rêber Apo pêk anîn. Pêşiyê wî li gelek welatan gerandin û paşê jî wî girtin. Em vê yekê qebûl nakin. Ev, êrîşeke mezin a li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. |
Sunday, February 14, 2010
Ji bo azadiyê berê ciwanan li çiyan e
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment