14/02/2010 |
|
Rêveberiya Newroz TV’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrîşa li hemberî televîzyona wan ji biryargeheke leşkerî ya nêzî Tehranê pêk te. Newroz TV’ê bang li Yekitiya Rojnamegerên Cîhanê û Yekitiya Rojnamegerên Sînornenas kir û xwest pêkutiyê li ser Îranê bikin. Di daxuyaniya Newroz TV’ê de wiha hate gotin: “Dewleta Îranê ev hevteyek e li hemberî televîzyona me Newroz TV’ê hemû qanûnên navneteweyî binpê dike û terora sînyalan pêk tîne. Ev 3 meh in jî bi hedefnîşandana Waliyê Urmiyeyê êrîşên sînyalan dest pê kiriye.” Newroz TV’ê di berdewama daxuyaniyê de wiha got: “Li gorî agahiyên ku şîrteka me ya satalaytê daye sînyal nêzî Tehranê ji biryargeheke leşkerî tên şandin. Ev rewş nîşan dide ku êrîş polîtîkaya dewletê ye û bi fermana Hikûmeta Îranê tê kirin. Rejîma Îranê li hemberî televîzyona me ya ku li ser esasê çand û daxwazên demokratîk ên kurdan weşanê dike tehamul nake. Jixwe bi nûçeyên xwe yên ku ji televîzyon û malperên înternetê jî diweşîne jî vê helwesta xwe nîşan daye. Ji ber ku em di serî de pêkanînên antî demokratîk ên li dijî gelê kurd û gelên din ên ku li Îranê dijîn deşîfre dikin û drama kesên ku tenê ji ber fikr û nasnameya xwe rastî cezayên îdamê tên diweşînin bûne hedefa dewleta Îranê. Me weke Newroz TV her tim pîvanên çapemeniya azad û demokratîk ji bo xwe re esas girt. Ev êrîşa rejîma Îranê ne tenê li dijî Newroz TV’ê ye. Di şexsê televîzyona me de li dijî Çapemeniya Azad e. Em bang li Yekitiya Rojnamegerên Cîhanê û Yekitiya Rojnamegerên Sînornenas dikin û dixwazin li hemberî van êrîşan bihîstiyar bin. ” STOCKHOLM |
|
Sunday, February 14, 2010
Ji biryargera leşkerî êrîş dikin
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment