Sunday, February 14, 2010

Piştî 11 salan nameya yekemîn ji Îmraliyê derket


14/02/2010

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 11 sal in li Girtîgeha Îmraliyê bi tenê tê girtin û name ji Îmraliyê derneketine derve. Piştî 11 salan bi sewqkirina 5 girtiyan a girtîgeha Îmraliyê re, girtiyê bi navê Bayram Kaymaz nameyek ji hevalê xwe re şand. Ev nameya Kaymaz wekî nameya yekemîn ku ji Îmraliyê derket derve ket nava rûpelên dîrokê.

Di 17'ê mijdara sala 2009'an de 4 girtiyên PKK'ê û yek jî ji çepên tirk ji Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Îzmîrê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê hatin kirin. Yek ji wan girtiyan Bayram Kaymaz ji hevalê xwe re nameyek şand derve. Ev nameya ku Kaymaz şand derve, wekî nameya piştî 11 salan a yekemîn

derket derveyî Îmraliyê derbasî nav rûpelên dîrokê bû. Kaymaz, di nameya xwe ya di 6'ê cotmehê de nivîsan, cih da dijwariya pêvajoya neqilkirinê û çavdêriyên xwe yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Kaymaz, anî ziman ku pêvajoyek pir dijwar derbas kirine û heta mehekê bi Ocalan re hevdîtin çênekirine.

RÊWÎTIYA BI HEYECAN

Kaymaz, da zanîn ku wekî gogê ew avêtin rîngê û berê wan dan Îmraliyê û heyecana rêwîtiya xwe wiha aniye ziman: "Em wekî gogê avêtin rîngê. Rêwîtiyê dest pê kir. Min gelek rêwîtî derbas kirin. Ez ji rêwîtiyan jî hez nakim. Lê vê rêwîtiyê heyecanek pir mezin di min de çêkir.

Rêwîtiyek pir bi hest, heyecan û peroş derbas bû. Em di berbanga sibê de gihîştin giravê. Dema em çûn giravê bi sedan qaqlîbaz li asîmanan baskên xwe li hev dixistin. Ez bêsebir li hêviya pêşwazîkirinê bûm. Dem rawestiya bû. Heta mehekê ez di odeya 3-4 metreyan de wekî har û dînan li dora xwe diçûm û dihatim."

DEMA HEVDÎTINÊ

Kaymaz anî ziman bi mereqeke mezin li heviya hevdîtina bi Ocalan re bû û di nameya xwe de wiha nivîsandiye: "Piştî mehekê hevdîtina me pêk hat. Bi bêrîkirineke pir mezin min ew hembêz kir. Dibêjin mêr nagirîn, lê ne ne wisa bû. Ji me re got; 'Divê em bi sebr bin, bi hêrs bin, lê hest û hêrsa xwe jî ji kontrolê dernexin. Divê em tu carî heyecana xwe winda nekin. Min tu carî ji hezkirin, hurmet û girêdana we fikar nekiriye, lê divê ev yek bêtir watedar be. Divê em bêtir bibin xwedî bawerî û azadiyeke mezin. Dîsa jî bawerim ez baş nehatime fêmkirin. Her nefesek min ji bo heval û hogirê min in.' Me têkildarî tenduristiya wî jî pirs pirsîn, lê got; 'Vê yekê derbas kin dema min zêde tune ye' û xwest em dema xwe tijî derbas bikin."

Kaymaz, di nameyê de çavdêriyên xwe jî anîn ziman û wiha dom kir: "Bandora nexweşiyê li ser Ocalan çêbûbû. Hinekî porê wî weşiya ye û spî bûye. Hinekî kîlo jî winda kiriye. Li aliyê din ji coş û heyecana xwe tiştekî din winda nekiriye. Li dijî vê yekê zêdetir kiriye."

BAYRAM KAYMAZ KÎ YE?

Di sala 1971'an de li Mêrdînî ji dayik bû. Di sala 1995'an de ji "Endamê PKK'ê" hate girtin û cezayê heta hetayê yê girtîgehê girt. 15 sal in li gelek girtgîhenên cuda ma. Di sala 1999'an de piştî radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa E ya Nîzîpê xwe şewitand. Piştî demekê hate dermankirin. Herî dawiyê li girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê ya Îzmîrê ji ber doktoran derziya şaş lê xist felç bû. Herî dawî di 17'ê mijdara sala 2009'an de li gel 4 girtiyan sewqî Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê hate kirin. AMED - DÎHA

No comments:

Post a Comment