NAVENDA NÛÇEYAN - AMED Deh hezaran Azadiya Ocalan xwest Kurdên ku li Ewropayê dijîn bi boneya şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê herikîn Strasbourgê. Deh hezaran kes beşdarî meşa Strasbourgê bûn. Di serê sibê de kurdên ku li Belçîka, Almanya, Holanda, Avusturya, Fransa, Swîsreyê hatin li Nancyê gihiştin hev. Bi sedema meşê rê ji trafîkê re hat girtin. Piraniya çalakvanan ji ciwanan pêk hat û girseyê bi sloganên wekî ‘Bijî Serok Apo’, ‘PKK gel e gel li vir e’ ve komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin. Di meşê de posterên Ocalan alên KCK, HPG û PKK’ê hatin vekirin. Mîtînga ku 10 hezaran kes beşdar bû bi rêzgirtinê dest pê kir. Mîtîng bi axaftina serokê Federasyona Komeleyên Kurd a Fransayê (FEYKA) Mehmet Ulker ve dest pê kir. Ulker da zanîn ku komplo ve îradeya gelê kurd ve vala derketiye. Ulker anî ziman ku Ocalan bi israr aştiyê dixwaze lê dewlet li ser navê ‘pêşîvekirinê’ kurdan dixe zindanê. Ulker got divê kurd sextekarên pêşîvekirinê baş nas bikin. Piştî axaftina Ulker Koma Berxwedan derket ser dikê û merşên netewî û stranên xwe xweşik pêşkeş kirin. Serokê Kongra Gel Remzî Kartal di mîtîngê de axaftinek kir û anî ziman ku Ocalan komplo pûç derxistiye. Kartal di axaftina xwe de yên ku di şermezarkirina komployê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Li Hewlêrê jî hat şermezar kirin Li Hewlêrê bi girseyî 11'emîn salvegera radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê, bi meşekê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de rewşenbîr, xwendekarên Zanîngeha Selahedîn, Komîteya Tenduristiya Ocalan û xwendekarên Wargeha Mexmûrê beşdarî çalakiya meşê bûn. Meş, ji ber avahiya Wezareta Dad a Hikûmeta Herêma Kurdistanê heta deriya avahiya Parlamantoya Herêma Kurdistanê dom kir. Di çalakiyê de bê navber sloganên 'Bijî Serok Apo", hatin avêtin. Piştî meşê li ber deriyê Parlamentoyê daxuyanî hat dayîn. Beriya daxuyaniyê Rêveberê PÇDK’ê Hewkar Hewkar, bal kişand li ser nexşerêya Ocalan û wiha got: "Divê nexşerêya Rêber Apo bê dayîn. Em bang li hemû partî û derdorên siyasî yên başûrê Kurdistanê dikin ku li hemberî zextên li ser kurdan li bakur bêdeng nemînin." Xwendakarên zanîngeha Selahedîn daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyaniya xwendekaran ji hêla Yusuf Tanit ve hat xwendin. Tanit wiha got: "Armanca komploya navneteweyî tune kirina gelê kurd bû lê negihişt armanca xwe. Xwîn bi xwînê tu caran nayê şûştin. Ji ber wê jî divê bersiva deklerasyona KCK bê dayîn. Divê Ocalan azad bibe."
PAJK: Em ‘Roja Reş’ lanet dikin Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) Komploya Navneteweyî 15’ê Sibatê şermezar kir bangî jinan hat kirin ku bila ji bo vala derxistina komployê û azadiya Ocalan têbikoşin. PAJK’ê bi bi boneya Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatibû daxuyaniyek da û komplo şermezar kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em vê roja reş bi hersa dil û mêjiyê xwe bi tundî lenet dikin.” Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev komplo li hember gelê kurd û nirxên meşa azadiyê dimeşînin pêk hatiye û wiha hate gotin: “Di şexsê Rêber Apo de dixwazin çanda berxwedanê ya civakê û nirxên jinî yê civakî û dîl bigirin û tasfiye bikin. 5 hezar salin jin di her fersendê de serî hildide û jin di şexsê Rêber Apo de ji bo etnîsîte û yên bindest şerê hebûnê û jiyana azad dimeşîne.” Di daxuyaniyê de hat gotin ku Pêvajoya Îmraliyê ya 12 salan plan vala derxistiye û bi şîara ‘Azadiyê Serkeve’ ve hêvî neşikestine û hêvî mezin bûne.” PAJK’ê bangî jinan kir ku bêdeng nemînin. Li gelek bajaran hate protestokirin Li gelek bajaên Kurdistanê bi armanca şermezarkirina salvegera 15'ê Sibatê ya radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê bi daxuyaniyên girseyî hate kirin. Di daxuyaniyên şermezarkirinê de meş hatin lidarxistin û ji Ocalan re azadî hate xwestin. WAN: Li gel Parlamenter Ozdal Uçer, Fatma Kurtulan, Şaredarê Wanê Bekîr Kaya jî di nav de, bi hezaran kes, li ber Rêxistina BDP'ê ya Bajêr kom bûn û heta Kolana Hunerê bi dirûşmên 'Bijî Serok Apo' berz kirin û meşiyan. Li ser navê girseyê Serokê BDP'ê ya Wanê Mihyettîn Aksin daxuyanî xwend. KOP: 15 sibatê bi daxuyaniyeke girseyî hat protestokirin. Komê pankarta "Vê carê dora girtinê ya aştiyê ye" û dowîzên “Roja reş” û “Roja me nayê tarîkirin" hatin hilgirtin û heya Kolana Aslanpaşa meşiyan. AGIRÎ: Greva birçîbûnê ya 2 rojan bi daxuyaniyeke girseyê bi dawî bû. Şaredara Bazidê Canan Korkmaz û Şaredarê Diyadînê Celal Tanriverdî û nûnerên rêxistinên civakî hebûn li ber avahiya BDP'ê daxuyanî dan û şermezar kirin. TUTAX: Greva birçîbûnê ya 2 rojan bi daxuyaniyeke girseyî bi dawî bû. Daxuyanî li avahiya bajêr ji hêla Serokê BDP'ê yê navçeyê Ayhan Demîrel ve hat dayîn. BAZID: Li avahiya BDP' a navçeyê greva birçîbûnê ya 2 rojan dest pê kir. Greva birçîbûnê ya ku bi 16 kesan pêk te bi daxuyaniyekê çapemeniyê hat destpêkirin. Li ser navê komê Endamê BDP'ê Halît Ural daxuyanî da û 15 Sibat’ê şermezar kir. ŞEMZÎNAN: Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ji girseya ku li ber avahiya BDP'ê kom bûn heta Pirtûkxaneyşa Umutê bi diruşmeyan meş li dar xist.
NORŞÎN: 15 Sibatê li navçeya Norşînâ ya Bedlîsê jî hate protestokirin. Daxuyaniya ku Şaredar Mehmet Emîn Ozkan û nûnerên rêxistinên civakî beşdar bûn, li Parka Şaredariyê hate dayîn. Daxuyanî ji hêla Serokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeyê Tahîr Mete ve hat xwendin. WÊRANŞAR: Bi hezaran kes li ber Dibistana Seratayî ya Dumlupinarê ya li ser Kolana Karacadagê hatin cem hev û heya Qada Komarê meşiyan. Cigirê Şaredara Wêranşarê Mehmet Burun û Serokê navçeyê Mehmet Alî Turk jî tevli meşê bûn û heta Qada Komarê meşiyan. SERÊKANÎ: Bi heman armancê li ber avahiya BDP'ê koma di nav de Şaredarê Serê Kaniyê Îsmaîl Arslan, endamên Meclîsa Şaredariyê û gelek kesên din hatin cem hev û heta Sêriya Kolana Gaziyê meşiyan. PIRSÛS: Bi hezaran kesên ku li ber avahiya BDP'ê ya Pirsûsê hatin cem hev, heta ber Qada Komarê meşiyan. Parlamenterê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî, Endamê PM'yê Mahmut Kiliç, Cîgirê Şaredarê Pirsûsê Mehmet Ozkan, Şaredarê Elîgorê Îbrahîm Halîl Parildar, Serokê BDP'a navçeya Pirsûsê Mahmut Ekmez jî di nav de bi hezaran kesan pankart vekirin û 15’ê sibatê şermezar kirin û heya navçeyê ve meşiyan. XELFETÎ: Di nav de Serokê BDP'a Xelfetiyê Mustafa Bayram, xwîşk û birayên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Fatma û Mehmet Ocalan jî di nav de gelek kes li ber avahiya BDP'ê ya Xelfetiyê hatin cem hev. Kesên li ber avahiya BDP'ê hatin cem hev Komloya 15'ê Sibatê şermezar kirin. STENBOL: Komeke jinên endamê DOKH'ê li Rawestgeha Tramvayê ya Taksimê civiyan. Jinan pankarta 'Me 15'ê Sibatê qebûl nekir, em ê qebûl nakin', dowîzên 'Muxatabê şer, muxatabê aştiyê ye jî', 'Navnîşana çareseriyê Îmralî ye' û 'Ji bo aştiyê Îmraliyê guhdarî bike' hildan û slogana 'Bijî Serok Apo' berz kirin. Jinan melhefên kesk, sor û zer avêtibûn serê xwe. EDENE: BDP'a Edeneyê, TUHAY-DER û MKM-DER'ê li Qada 5 Ocakê daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê û komplo şermezar kirin. MÊRSÎN: Li Mêrsînê jî li Avahiya Rêxistina Bajar daxuyaniyeke çapemeniyê pêk hat. Rêveberên BDP'ê, MKM-DER, Akdeniz Goç-Der, Komaleya Hemwelatiyên Azad, MEYA-DER û ÎHD'ê jî tev li daxuyaniyê bûn. |
No comments:
Post a Comment