|
Bi sedan kesên tevlî meşê bûn, bi siloganan, dilsoziya xwe ya bi Ocalan re jî anîn ziman.
AMEDIYAN JÎ BI MEŞEKÊ HÊRSA XWE ANÎ ZIMAN
Meşê li ber avahiya BDP'a Yenîşehîrê dest pê kir.
Bi sedan kesên li ber avahiya BDP'ê li hev kom bûn, ber bi Kolana Hunerê ve meşiyan.
Girseyê di dema meşê de bi gotina siloganên dilsoziya bi Ocalan re, hêrsa xwe ya li dijî komployê anîn ziman.
Meşvanên herwiha, peyama 'ewê jiyana bê-Ocalan qebûl nekin' dan.
Piştî axaftinên şermezarkirina komployê û gotina siloganên ji bo Ocalan, meş bi dawî bû.
Bi heman armancê, li Kayapinarê jî, bi tevlîbûna hezaran kesî meşek bi meşeleyî pêk hat..
bila dîmen 2 deqe biherikin.....
Li Edenê ciwanên kurd çalakiyên xwe bê navber dewam dikin.
Li taxên Gulbahçesî û Şakîrpaşayê doh êvarê ciwanan bi çalakiyên xwe bêbextiya 15' Sibatê rûreş kir.
CIWANAN LI GELEK TAXÊN EDENÊ
BI ÇALAKIYAN KOMPLO ŞERMEZAR KIR
Doh ber êvarê li taxa Edenê Gulbahçesiyê ciwan li ser riyên navendî kom bûn.
Ciwanan rê bi agirê dadayî û molotofkokteylan li çûnûhatinê girtin û bi sloganan komploya navneteweyî şermezar kir.
Li ser destwerdana polêsan çalakgeran xwe bi kevir û molotofan parast.
Li taxa Edenê Şakîrpaşayê jî, doh êvarê ciwanan li gelek nuqteyan çalakî li dar xistin, rê li çûnûhatinê girtin.
Ciwanan bi meşên li darxistî dilsoziya xwe ya bi Ocalan re anî ziman.
Li vir jî, ji ber êrîşa polêsan, ciwanan bi kevir û molotofan, çalakiyên xwe dewam kirin....
CIWANÊN CIZÎRÎ JÎ LI DIJÎ KOMPLOYÊ LI SER PIYAN BÛN
Li Cizîrê jî, ciwanan bi xwepêşandanekê komploya navnetewî şermezar kir.
Piştî ku polêsan êrîş kir, di navbera wan û ciwanan de şer û pevçûn derket.
Ciwanên Cizîrê jî, doh bi şev li hemberî komploya navnetewî ya 15'ê sibatê di nava tevgerê de bûn.
Zêdetirî sed ciwanên li ser riya Cizîr û Hezexê kom bûn, xwepêşandana ji bo Ocalan pêk anî.
Ciwanan agir dada û rê li trafîkê girtin û siloganên 'Bijî Serok APO' û 'Wê destên dirêjî Ocalan dibin, bên şikandin' gotin.
Lê polêsên dewleta Tirk xwe li çalakiya ciwanan ranegirt û êrîş bir ser wan..
Li ser vê yekê di navbera wan û polêsan de şer û pevçûn derket.
ÎRO LI SILOPIYAYÊ TÊ ŞERMEZARKIRIN
Komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî, îro li navçeya Şirnexê Silopyayê, tê şermezarkirin..
Ji bo em derbarê mijarê de pê re biaxivin, Serokê rêxistina BDP'a Silopiyê Behattîn Alkiş niha li ser xeta telefona me amade ye..
ÎRO LI COLEMÊRG Û GEVERÊ TÊ ŞERMEZARKIRIN
Savegera komploya 15'ê Sibatê, îro li Colemêrg û Geverê bi çalakiyan tê protestokirin..
Ji bo em derbarê rewşa dawî de, agahiyan jê bigrin, li ser xeta telefona me Rojnamevan Samî Yilmaz amade ye..
Doh bi sedhezaran mirov li ser piyan bûn...
Li dijî bêbextiya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî li dar xistin, nerazîbûna herî manedar ji Rihaya Ocalan lê ji dayikbûyî hat.
Li 8 navçeyên Rihayê meşên girseyî hatin lidarxistin.
Di meşên protestoyî de bêbextî hat rûreşkirin û daxwaza azadiya Ocalan hat kirin.
LI 8 NAVÇEYÊN RIHAYÊ
BÊBEXTÎ HAT PROTESTOKIRIN
Meşa herî girseyî ya li Rihayê li navçeya wê Wêranşarê pêk hat.
Li navçê ji 7 salî heta 70 salî her kes daket qadan û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Bi hezaran kes ji Rêya Qerecdaxê heta bi qada Cumhuriyetê meşiyan.
Di meşê de jinan di refên pêş de cihê xwe girt û beşdaran pankarteke mezin a li ser "Yê ku berê xwe nede rojê wê di tariyê de bimîne" nivîsandî û dovîzên li ser wan nivîsandî "Muxateb li Îmraliyê ye' û 'Roja me tarî neke' hatin hilgirtin.
Di dema meşê de sloganên dilsoziya bi Ocalna re hatin gotin û di daxuyaniya piştî meşê de jî daxwaza azadiya Ocalan hat kirin.
Piştî daxuyaniyê meşê ji nû ve destpê kir.
Li navçeya Rihayê Pirsûsê jî bêbextiya 15'ê Sibatê bi meşekê hat protestokirin.
bi hezaran kes li dijî bêbextiyê meşiya û timûtim sloganên dilsoziya bi Ocalan re gotin.
Li Pirsûsê jî jinan di refên pêş ên meşê de cihê xwe girt.
Piştî meşê daxuyaniyek hat dayîn û di daxuiyaniyê de hat gotin, bêbextî bi berxwedan Ocalan û gelê kurd hatiye pûçkirin.
Piştî meşê li vir jî çalakger ji nû ve meşiyan.
Bêbextiya navneteweyî ya 15'ê Sibatê li navçeyên Rihayê Serê Kaniyê, Xelfetî, Bêrecûk, Heweng û Siwêregê jî hat protestokirin.
Rêveberên BDPyî û gelek kes tevlî meş û daxuyaniyên li Serê Kaniyê û Xelfetiyê bûn.
Di dema meşê û daxuyaniya çapemeniyê de polîtîkayên AKPê ya qirkirina siyasî jî hatin şermezarkirin.
Komploya 15'ê Sibatê doh li Wanê jî, bi meşeke girseyî hat protestokirin..
Bi hezaran kesên daketin kolanan, daxwaza azadiya Ocalan kirin..
Di meşê de, terora AKP ya girtin û binçavkirinan jî, hat şermezarkirin..
LI WANÊ JI ALIYÊ HEZARAN KESÎ VE HAT PROTESTOKIRIN
Li Wanê, bi armanca şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê, meşeke girseyî hat lidarxistin..
Parlamenterên BDP, yên Wanê, Özdal Üçer û Fatma Kurtulan jî di nav de, bi hezaran kes tevlî meşê bûn..
Girseya li be avahiya BDP'ê kom bûn bi gotina sloganan û hilgirtina dovîzên bi nivîsa "Rêber Apo îradeya me ya siyasî ye" û " Em komlpoya 15'ê Sibatê şermezar dikin" dest bi meşê kirin..
Piştî meşê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn..
Serokê BDP'a Wanê Muhyettîn Aksin, diyar kir ku komplo di encama hevkariyeke qirêj de pêk hatiye...
Aksin anî ziman ku Ocalan şerê di navbera gelên Kurd û Tirk de asteng kiriye û ji bo çareseriyê, xwest Ocalan muxateb were girtin..
Piştî daxuyaniyê, girseya gel dîsa dest bi meşê kir...
Li Stenbolê jî, jinan bi cil û bergên reş li Meydana Taksîmê çalakiyeke protestoyî li dar xist..
Jinên çalakiya rûniştinê pêk anîn, anîn ziman ku ew ê ti carî komploya 15'ê Sibatê qebûl nekin..
JINÊN CIL Û BERGÊN REŞ LI XWE KIRIN
LI MEYDANA TAKSÎMÊ KOM BÛN
Endamên Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk, li Meydana Taksîmê bi pankarta "Em ê ti carî komploya 15'ê Sibatê qebûl nekin" çalakiyek li darxistin..
Jinên cil û bergên reş lixwe kirin, bi çalakiya rûniştinê nerazîbûnên xwe anîn ziman..
Di çalakiyê de dovîzên binivîsa "Muxatebê şer, muxatebê aştiyê ye", "Îmralî îradeya çaresriyê ye" û "Ji bo aştiyê guh bidin Îmraliyê" hatin hilgirtin..
Li ser navê jinan Lütfiye Gürbüz daxuyanî xwend û got, komplo bi hewldanên Ocalan hatiye pûçkirin..
Gurbuz ji ber ku nexşeya rê ya Ocalan nayê eşkerekirin, rexne li hukûmeta AKPê girtin ê planên AKP yên tesfiyekirinê şermezar kirin..
Gürbüz weha peyivî:
"Em weke jin bang dikin. Em ê ti carî komploya 15'ê Sibatê qebûl nekin."...
Piştî daxuyaniyê, çalakî bi gotina sloganên "Bijî Serok Apo" û "Birêz Ocalan" bi dawî bû...
LI BATMANÊ BI MEŞAN HAT PROTESTOKIRIN
Komloya 15 Sibatê li taxên Batmanê 19 Mayis û Yavus Selîmê hate şermezarkirin.
Bi hezaran kesên ku ji bo Ocalan daketibûn qadan, bi gotina sloganên 'em ê cîhaneke bê Ocalan bi ser we de bînin xwarê, bi can bi xwîn em bi te rene ey Serok' meşiyan.
Lê hêzên dewleta Tirk li taxa Yavuz Selîmê êrîş bire ser gel û li ser vê yekê şer qewimî.
Ji ber êrîşa polêsan, meşan demeke dirêj di nava taxan de dewam kir.
No comments:
Post a Comment