Sunday, February 14, 2010

BI 10 HEZARAN KES LI STRASBOURGÊ HATIN CEM HEV

BI 10 HEZARAN KES LI STRASBOURGÊ HATIN CEM HEV

Temaşevanên hêja Kurdên li Ewrûpayê bi salan e li bajarê Franseyê Strasborugê, komploya navneteweyî şermezar dikin..

Bi dehhezaran Kurdîstanî di salvegera komploya 15'ê Sibatê de, doh dîsa li Strasbourgê hatin cem hev..
JI BER SERMAYÊ BI HEZARAN KES
LI SERÊ RÊYAN ASÊ MAN

Tevî sar û seqemê jî, ji Elmanya, Swîsre, Hollanda, Belçika û gelek bajarên din ên Fransayê bi deh-hezaran Kurd ber bi Starsbourgê ve herikîn.

Ji ber berfê, bi dehan otobus li ser rêyan asê man.

Di serî de ciwan, bi hezaran kesî, di nava coşeke mezin de, alên PKK, KCK û HPG'ê hilgirtin û bi qasî 5 kîlometreyan meşiyan.

Kurdistanî bi gotina sloganên dilsoziya bi Ocalan re, heta qada mîtîngê meşiyan..
Mîtîngê saet di 12:30'an de bi rêzgirtinê destpê kir.

Axaftina despêkê ya mîtîngê jî serokê Federasyona Komeleyên Kurd ên Fransayê Mehmet Ulker kir.

Ulker anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan ev zêdetirî 16 salan e ji bo aştiyê têdikoşe û herwiha îşaret bi hewildanên çareseriyê yên sextê yên hikûmeta AKP'ê kir.

Piştî stranên berxwedan û şoreşgeriyê yên Koma Berxwedan, serokê Kongra Gel Remzî Kartal axaftinek kir û got, sala 2010'an wê bibe sala çareseriyê, lê çareseriya bê Ocalan nabe.

Serokê KNK'ê Tahîr Kemalîzade û serokê PJAK'ê Hecî Ehmedî jî her yekî axaftinek kir.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bi rêya parêzerê xwe Mehmet Bayraktar ji meşvanên Strasbourgê re peyamek şand û ev peyam bi eleqeyeke mezin hat guhdarîkirin.

Peyama Ocalan demeke dirêj bi çepikan hat pêşwazîkirin..

PARÊZER MEHMET BAYRAKTAR PEYAMA
OCALAN JI GEL RE RAGIHAND

Ocalan di peyama xwe de weha got:

"Ez li vê derê dikarim vê mizginiyê bidim Kurdan, ev komploya ku dikeve sala xwe ya 12. hatiye pûçkirin. Ev yek bi sekna min a bi sebir û têkoşîn û berxwedana gelê me pêk hatiye. Ji bo vê yekê çawa 11 salan min li ber xwe da, ezê di sala 12. de jî bi heman rengî li ber xwe bidim"

EMÎNE AYNA: DEWLETÊN EWRÛPAYÊ DIVÊ LÎSTEYA XWE
YA TERORÊ DI BER ÇAVAN RE DERBAS BIKIN

Parlementera BDP'ê Emîne Ayna di nava sloganên 'gelê Kurd bi te serbilind e" de derket ser dike.

Ayna di axaftina xwe de anî ziman ku komploya 15'ê Sibatê li ser têkiliyên berjewendiyan pêk hatiye..

Ayna bang li dewletên Ewrûpayê jî kir, da ku lîsteya xwe ya terorê ya li ser berjewendiyên bazirganiyê amadekirî, di ber çavan re derbas bike.

SEROKÊ KONSEYA RÊVEBER A KCK'Ê MURAT KARAYILAN:
KOMPLO XIYANETA LI HUQÛQA NAVNETEWEYÎ YE

Serokê konseya Rêveber a KCK'ê Murat Karayilan jî, peyameke bi dîmen şand.

Karayilan anî ziman ku ev komplo xiyaneteke li dijî huqûqa navneteweyî ye û got, têkoşîna gelê Kurd jî di çarçoveya terorîzmê de şîrove dikin, ev neheqiyeke mezin e.

Karayilan da zanîn, ku tevî neheqiyan jî, xeta Ocalan û çanda jiyanê ya wî afirandiye, ti carî nayê tinekirin.

Murat Karayilan got, Rêber Apo ji bo Kurdan Ronesansek derxist holê, ti kes nikare wî ji dilê gelê kurd derxe.

No comments:

Post a Comment