Sunday, February 14, 2010

LI HEWLÊRÊ JI ALIYÊ HEZARAN KESÎ VE HAT ŞERMEZARKIRIN

LI HEWLÊRÊ JI ALIYÊ HEZARAN KESÎ VE HAT ŞERMEZARKIRIN

Komploya 15'ê Sibatê li bajarê Başûrê Kurdistanê Hewlêrê jî bi çalakiyên cur bi cur, tê protestokirin..

Çalakî, doh derketin asta herî jor...

Bi hezaran kesî cil û bergên reş li xwe kirin û daketin kolanan..

LI HEWLÊRÊ JI ALIYÊ HEZARAN KESÎ VE HAT ŞERMEZARKIRIN

Komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Başûrê Kurdistanê Hewlerê hat şermezarkirin..

Li ser banga Komalên Ciwan û Tevgera Jina Azad, doh bi hezaran kes daketin meydanan..

Meşa Hewlêriyan ji ber Wezareta Dadê destpê kir û heta Parlamentoya Başûrê Kurdistanê dewam kir..

Di xwepêşandanê de, posterên Ocalan û alên KCK'ê hatin hilgirtin..

Ciwan û jinên tevlî meşê bûn li kolanên Hewlêrê sloganên dilsoziya bi Ocalan re gotin..

Piştî meşê li ber parlamentoyê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn û hat gotin, armanca komploya 15'ê Sibatê ji holêrakirina hebûn û yekîtiya gelê Kurd bû..


LI PENCWÊN HAT ŞERMEZARKIRIN

Li navçeya Silêmaniyê Pencwênê jî, li dijî komployê, çalakiyek hat lidarxistin..

Çalakî ji aliyê Komîteya Azadî û Parastina Ocalan û rêxistina PÇDKê ve hat organîzekirin...

Bi sedan kesên tevlî çalakiyê bûn, li dijî komployê sloganên dilsoziya bi Ocalan re gotin..

No comments:

Post a Comment