Sunday, February 14, 2010

Hevserokê BDP'ê Demîrtaş: Kurd ne berxê ber kêrê ye

Hevserokê BDP'ê Demîrtaş: Kurd ne berxê ber kêrê ye
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, bertekên tund nîşanî operasyona li dijî BDP'ê da û diyar kir ku di çarçoveya çareseriya AKP'ê'ê de hezar û 500 hevalên wan hate girtin. Demîrtaş, anî ziman ku îro jî li gelek bajaran bi sedan hevalên wan hatin binçavkirin û wiha got: "Em li hemberî van binçavkirinan bêdeng namînin. Em ne berxên ber kêrê ne." Demîrtaş, bal kişand ser hewldanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û anî ziman ku bi anîna Ocalan a Tirkiyeyê hate xwestin ku şer bê destpêbikin û xwest hewldanên Ocalan ê aştiyê ji aliyê her kesî ve bê dîtin.

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, beşdarîe 1'emîn Kongreya Asayî ya Navçeya Başkaşehîrê a li Salona Dawetêya Karacanlar bû. Demîrdaş, di kongreyê de axaftinek kir û bal kişand ser operasyonên li dijî BDP'ê. Demîrtaş, da zanîn ku zêdeyî 100 hevalên wan hatine binçavkirin û ev yek wekî polîtîkaya AKP'ê ya çareseriyê nîşan da. Demîrtaş, da zanîn ku bi salan e li dijî gelê kurd polîtîka tên meşandin û gelê kurd li hemberî vê yekê serî natewînin.

'Kurd neçarin çareseriya xwe bidin qebûlkirin'

Demîrtaş, destnîşan kir ku polîtîkayên AKP'ê xizmetê ji çareseriyê re nakin û wiha got: "AKP bi girtina siyasetmedar û zarokên kurdan bi awayekî zelal helwesta xwe ya li dijî gelê kurd zelal dike. Bi salan e heman polîtîka tê meşandin. Lê her tim gelê kurd li hemberî van polîtîkayan têkoşiya. Îspat kur ku teslîm nabe. Sala 2010'an dê bibe sala ku em serkeftinê bigînin asta herî jor. Divê kurd ne çareseriya AKP'ê teqez çareseriya xwe têxin jiyanû pêk bînin."

'Kurd ne berxê ber kêrê ye'

Demîrtaş, bertekên xwe yên li hemberî binçavkirina îro li dijî siyasetmedarên kurd pêk hat anî ziman û destnîşan kir ku di pêvajoya çareseriya AKP'ê de nêzî hezar û 500 hevalên wan hatin girtin. Demîrtaş, nerazîbûnê xwe wiha anî ziman: "Îro li her dera Tirkiyeyê bi sedan hevalên me hatin binçavkirin. Em li hemberî vê yekê bêdegn namînin. Li aliyekî hûn hevalê me, rêveberên me û zarokên kurdan binçav dikin û digrin, li aliyê din jî diêjin werin piştgiriyê bidin. Tu kes tiştekî wisa qebûl nake."

'Divê her kes hewldana Ocalan a ji bo aştiyê bibîne'

Demîrtnaş, bal kişand ser hewldanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên ji bo aştiyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Brêz Abdullah Ocalan got hewldanên 15 Şibatê pûç derketiye. Ev pêşketinek mezin e. Bi vê komployê hate xwestin ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn şerekî mezin bê avakirin. Lê bi sekna Brêz Ocalan a xwînsar ev hewldan pûç derket. Piştgî da aştiyê. Divê her kes pêvajoya 15'ê Sibatê baş fam bike. Divê her kes hewldana Ocalan a ji bo aştiyê bibîne."

No comments:

Post a Comment