| 15/02/2010 |
| |
| Rûmet QOSER - BEHDÎNAN/ANF Di salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de gelê kurd bi taybetî jinên kurd bi çalakiyên xwe vê rojê şermezar dikin. Ev komplo di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ni tenê li hemberî gelê kurd, li hemberî hemû gelan pêk hat. Jinan bi sedema salvegera 15’ê Sibatê nêrînên xwe vegot. Arya Andok di axaftina xwe de bal kişand ser salvegera Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê û wiha got: “Komploya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi pêş ketiye û hê didome em lanet dikin, şermezar dikin û vê pêvajoya komploya bi lanet ya dîrokî napejirînin. Ev komplo li ser Rêber Apo pêşketiye lê di cewherê xwe de li hemberî vîna gelê kurd hatiye pêşxistin. Komploya 15’ê Sibatê li hemberî biratiya gelan, hêjayên civakî, jiyana azad, jina azad hatiye pêşxistin. Rêberê me ev lîstika qirêj a hêzên navneteweyî ferq kir û ji bo pûç derxe têkoşîneke gelek mezin a demokratîk û aştiyê li ser hîmê çareseriyê daye meşandin. Di serî de ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelên cîhanê ji bo parastina rûmeta xwe, vîna xwe, nasnama xwe avakirina bingeha têkoşîneke mezin esas girt û di vî bingehî de ev têkoşîn heta roja îro da meşandin. Li hemberî van nêzîkatî û heşmendiyên qirêj û tehekûmê ku dixwest Rêberê me di nav çar dîwaran de bê henase bihêlin de li hemberî wan û modernîteya kapîtalîst serî hildaye.” EŞQ JIYANA AZAD E Andok, diyar kir ku di roja îro de nêzîkatiyên polîtîka îmha û înkarê tu astengiyan nas nakin. Andok, daxuyand ku bi Komploya Navnetewî dihat armanckirin di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de vîna kurdan radest bigirin, bê nasname bikin, kole bikin û wiha got: “Lê belê Rêberê me li hemberî van polîtîkayên bênasnamebûnê, bêvînbûnê di nav berxwedaniyeke mezin de ma, li hemberî mirinê bi meydanxwendinê di fersendê de da diyarkirin ku tu carî ji jiyana azad tawîz nade, di her fersendê de anî ziman. Di serî de yên gelê kurd hêviyên jiyana azad ên hemû gelan her tim li ser piyan û zindî hişt. Watedayîna herî mezin ew e ku di her roj, seat û dema xwe de bal kişand ser felsefa jiyana azad û heqîqeta vê rastiyê. Bi destnîşankirina “heqîqet eşq e, eşq jiyana azad e” di bîra mirinê bi xwe de pêdiviya lêgerîna eşqê datîne holê.” JI 7 SALÎ HETA 70 SALÎ Di salvegera komploya 15’ê Sibatê de Fîdan Colemêrg jî ev tişt anîn ziman: “Li hemberî vê komploya xwedî heşmendiya reş di hemû şert û mercên giran ên girtîgeha Îmralî de Rêberê me şoreşa ramanê pêk anî. Ev nîşaneya fikir nayê dîlgirtinê û heta niha hemû berpirsiyarên wê heşmendiya reş di nav matmayînê de ne. Riya çareseriyê ku dibînin û dipejirînin ev şert û merc giran kirine. Pergala ku Rêber Apo bi ramana azad dide afirandin dibe bingeha jiyana azad û berxwedana li hember hemû dijmirovahiyên ku tên kirin û didomin. Bi vê pergal û jiyana azad rûpelê dîrokê digihîje rastiya xwe. Mirovahî digihîje hêza xwe, jiyan dighîje heqîqeta xwe. Kurd gihîştin hêza xwe ya berxwedan, serhildan, exlaq, polîtîka û asta siyasetkirinê. Îro zarokek, ciwanek, jineke kurd ji 7 salî heta 70 salî li dora Rêberê xwe de bûye yek can, yek beden. Van jî, di sala 2010’an de ev komplo parçe kir û ev sal dê bibe sala azadiya Rêber Apo.” ÎMRALÎ Û GUANTONAMO Zozan Dêrik diyar kir ku di dîroka cîhanê de û heta niha gelek bûyer û pevçûn qewimîne, bûyera di dîroka mirovahiyê de ya herî mezin ku qewimiye komploya 15’ê Sibatê ku di şexsê mirovê azad Rêber Apo de li hemberî hemû gelê kurd û jina kurd pêşketiye, hedefa komploya 15’ê Sibatê dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Dêrik wiha dîrêjî da axaftina xwe: “Îmralî cihekî xweser e. Vê xweseriyê li hemberî Rêber Apo wekî tedbîr digirin. Ev tedbîr gihîşte asta Guantanamoya girtîgeha Amerîkayê. Jixwe ew girtîgeh wek berdewamiya xwe di Îmraliyê de tê domandin. Li gorî vê yekê girtîgeha Îmraliyê em wek girtîgehên heyî nagirin dest. Di rastiya xwe de hemû girtîgeh li ser hişmendiya mirovahiyê wek derbeya dijmirovahî bi xwe ye. Em rûreşiya dijmirovahiyê şermezar dikin, lanet dikin û heta henasa xwe ya dawiyê bi sozê berdewamiya têkoşîna xwe girêdayî sozê xwe cardin û cardin nû dikin.” XWEDÎ LI MÎRASÊ DERKEVIN Delîla Zîlan, wekî her jineke kurd salvegera Komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û nêrînên xwe wiha anî ziman: “Ev dibin hincetên jiyana me, hebûna me, têkoşîna me. Li gorî van hicetan em Komploya Navnetewî ku li hemberî vîna me Rêber Apo bi pêş ketiye lanet dikin. Her ku ev êrîş û helwestên dijmirovahî bi pêş bikevin armanca têkoşîna me bilindtir dibe. ” Tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser kurdan e Sema Zîlan got ku ew cardin dikevin salvegereke reş ku di dîrokê de xwedî wateya nêlirêbûna herikandina diyalektîka jiyana azad e. Zîlan, diyar kir ku her tim di bin xizmetkariya vê heşmendiyê de ma û di roja îro de bi hemû encamên xwe ber bi dawîbûna xwe ve, bi taybetî ber bi têkçûna xwe ve diçe û wiha got: “Ji bo ku pêşiya vê têkçûna xwe bigire bi ser hemû nirxên mirovahî yên azad û xweser de êrîş dike. Di kîjan alî de li hemberî xwe xetereyekê dibîne bi ser wir de bi awayekî bêrehm êrîş dike. Îro bi rastiya mirovê azad gelê kurd di her deverê de vîna xwe ya azad dipejirîne û bang dike, di bin hedefa yekemîn a van êrîşên dijmirovahî de. Îro yek kesayet zarok, jin, ciwan, kal û pîr nemaye ku di bin vê êrîşê de nemaye. Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser gelê kurd, jina kurd, hemû nirxên madî û manevî yên gelê kurd e. Ev yek ji berpirsiyarên komploger re namîne. Ev roj wek xewneke reş dê her tim li ber çavn zindî bimîne bi çalakiyên kolanan, bi meşên jin û zarokan, bi bangên jiyana azad bi ala keskesor ku dê li sûrên Amedê li ba bibe.” |
Monday, February 15, 2010
Jinan rûreşî şermezar kir
Subscribe to:
Post Comments (Atom)

No comments:
Post a Comment