Monday, February 15, 2010

Ocalan: Navenda komployê London e


15/02/2010

NAVENDA NÛÇEYAN - AMED

Komploya 15’ê Sibatê komploya sedsala 21’emîn e. Di vê komployê de gelek hêzên navneteweyî û herêmî cih girtin. Bi ketina sala 12’emîn a vê komployê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya 10’ê sibata 2010’an de ragihand ku komplo bi sekna wî ya li girtîgeha Îmraliyê û hewldanên gelê kurd ên hevpar pûç hatiye derxistin. Di komployê de kîjan hêzan çawa rol lîst, di vê nivîsê de em dixwazin ji hevdîtinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi parêzerên xwe re kirine, careke din ji we xwendevanan re ragihînin û bi bîr bixin.


Komplo her çiqas bi gelek aliyan ve hatibe aşkerakirin jî, lê hêj gelek aliyên wê yên nehatine ronîkirin hene. Dewleta Tirkiyeyê hê jî Komploya Navneteweyî ji aliyê xwe ve dernexistiye zanebûnê û li gorî berjewendiyên gelan tevnagerê û di polîtîkaya înkar û îmhayê de israr dike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî ku ji Sûriyeyê derket Ewropayê ragihand ku du rê li pêşiya wî hebûn; riya çiyê û riya Ewropayê. Her çiqas çiya hesreta wî ya çil salan be jî ji ber şerekî dijwar biqewime û gelê kurd gelekî zirarê bibîne riya Ewropayê tercîh kir.


Ocalan noqteya girîng a komployê wiha destnîşan dike: “Ji bo tunekirin û lawazkirina têkoşîna kurd a li bakurê Kurdistanê bi Başûr hevkariyek hate kirin. Esasê komployê ev e. Bi vê komployê dihat armanckirin ku PKK, di rastiya xwe de tasfiyekirina Tevgera Azadiyê bû û gelek dewletan di vê komployê de cih girt.”

DI 96’AN DE DEST PÊ KIR


Komploya navneteweyî dema mirov bi awayekî berfireh lê dinêre di çarçoveya NATO’yê de pêk hatiye û di 9’ê cotmehê de ji derketina Sûriyeyê dest pê kir. Ocalan der barê pêşketina komployê ya wê demê wiha dibêje: “CIA’yê paketek pêşkêşî Sûriyeyê kir. Sûriyeyê jî li hemberî min polîtîkaya nesekine û biçe meşand. Plan berê hatibû amadekirin. Em dikarin vê bigihînin komploya 1996’an. 6’ê gulana 1996’an de armanceke tasfiyekirinê hebû. Di rastiya xwe de ev ‘digihêje salên 90’î, serkêşiya vê Îngilistan dikişîne, di nav de hevkarên kurd pevajoyeke kesên weke Talabanî di nav de ye. Lê ev yek bi awayekî rêkûpêk di 96’an de dest pê kiriye. Dîsa piştre xeleka wê ya yewnan hate çêkirin. Îstixbaratvanekî yewnanî ji min re got “Clinton û Simitis di 96’an de der barê te de biryara tasfiyekirinê girtine”. Wê demê min zêde îhtimal nedida vê yekê, piştî komployê min fêm kir. Pêvajoya min a tasfiyeyê bi plansaziya 97’an temam bû. Heke wê demê min fêm kiriba dê tedbîrên cuda bigirta. Hemû Ewropa ketiye bin kontrolê. Îtalya hatiye bêbandorkirin.”

YEWNANISTAN


Di Komploya Navneteweyî de rola Yewnanistanê cihê sereke digire. Ocalan bi awayekî destûr bi balafira Sûriyeyê li Atînayê peya dibe. Parlamentoya Yewnanistanê Ocalan dawet kiribû. Dema peya dibe ji îstixbarata yewnan Stavrakakis û Kalanderidis diçin balafirgehê. Ocalan li ser daxwaza parlamenterekî PASOK’ê Baduvas diçe. Ocalan ji bo vê rewşê wiha dibêje: “Divê li ser Baduvas bê sekinandin. Di komployê de berpirsyariya wî heye. Şexsiyeteke divê bê ronîkirin. Ji Şamê çûna min a Atînayê rola wî pir e.” Ocalan li ser tehdîtên Stavrakakis mecbûr dimîne Yewnanistanê biterikîne. Komplo ji dewleta kûr a yewnan û Simitis qewimiye. Ocalan wiha dibêje: “Mirovê esas Simitis e. Hemû nîşaneyên vê komploya yewnanê nîşan dide ku gelekî kûr e. Têkiliyên wî yên bi derve re jî hene. Simitis kesekî tarî ye. Mîsyona wî ya navneteweyî jî weke serokê kontrayê dinirxînim. Pangalos jî bi kar aniye. Stavrakis kûkla ye. Kostulas, hevkarê Simitis e.” Yewnanistan çima di komployê de cih girt? Ocalan, der barê vê yekê de wiha dibêje: “Yewnanistan û DYA lîstikeke wiha dikin: “Bi bikaranîna APO re em ê pirsgirêka Ege û Kibrisê ya bi Tirkiyeyê re hal bikin.” Min ê weke amûreke polîtîk bi kar anîna. DYA’yê jî gotiye “Bimire jî, sax be jî baş e.” Xeta Pangalos ya dişopand ji destpêkê ve ji aliyê dewleta kûr a yewnan bi awayekî zanebûn hatibû plankirin.”

HERÎ DAWÎ KENYA


Ocalan, piştî Atînayê diçe Rûsyayê. Balafir ji aliyê Wezareta Karên Derve hatibû eyarkirin. Bi balafira fermî ya Yewnanistanê diçê Rûsyayê. Parlamentoya Rûsyayê ji sê paran du paran Ocalan dawet kiribû. Li Rûsyayê dibe mêvanê Jirinovski. Li Rûsyayê serlêdana îltîcayê dike. Parlamentoyê qebûl kir. Lê hikûmeta Prîmakov qebûl nekir û got “ev ji me dibihure”. Madleine Allbright Rûsya hişyar. Rûsyayê bi hikûmeta Tirkiyeyê re peyman çêkir. Projeya Herikîna Şîn (Mavi Akim) berhema vê yekê. Rûsya li ser vê yekê xwest Ocalan derkeve.


Ocalan ji Rûsyayê diçe Îtalyayê. Agahdariya hikûmeta îtalî ji vê çûnê heye. Dawetek ne dîrek, lê bi awayekî endîrek hebû. Ji ber zextan Îtalyayê nikarîbû xwe ragirta û Ocalan cara duyemîn diçe Rûsyayê li malekê dimîne. Piştre diçe Tacikistanê, li wir hefteyekê dimîne. Careke din vedigere Petersburgê. Ji wir diçe Atînayê, Rûsyaya Spî, ji vir jî girava Korfu û herî dawî diçe Kenyayê.

EWROPA DURIST TEVNEGERIYA


Li ser rola Ewropayê ya di Komploya 15’ê Sibatê de Ocalan wiha dibêje: “Ewropa durist tevnegeriya. Çavkaniyeke girîng ya komployê Ewropa ye. Di wê pêvajoyê de Îngilistan di serî de li hemû Ewropayê persona non grata (kesê nayê xwestin) hatim îlankirin. Ji Almanya û Fransayê li ser hev biryarên dadgehan dihatin. Ji ber sedemên siyasî her kesî qebûl dikirin, lê min qebûl nedikirin… Ewropa li gorî rûmeta min tevnedigeriya ez ji wir veqetiyam. Min rûmeta gelê xwe û Rojhilata Navîn binpê nekir. Dixwestin wekî kesekî bê heysiyet û karakter di destê xwe de bigirin. Ya min şerê rûmetê bû. Rûmet ji her tiştî girîngtir e. Ji ber vê sedemê ji Ewropayê veqetiyam.”

NAVEND LONDON E


Ocalan, di komployê de li ser rola Îngilistanê wiha disekine: “Plansaziya navendî London e. Pir dişibe 1925’an. Îngilistan û DYA, Yewnanistan weke taşeron bi kar anîn. Rolên wan ên di komployê de aşkera ye. Lîstikeke dîrokî hate lîstin. Gelek aliyên wê nehatine ronîkirin. Îngilistan her tim li gorî berjewendiyên xwe plan û polîtîkayên wê yên Rojhilata Navîn çêbûne. Di girtina min de rola Îngilistanê aktîf e, yên min revandin îngilîz in. Tiliya îngilîzan ji Şamê hatina min a Atînayê dest pê dike. Lê yewnanan alîkarî nekiriya îngilîz bi ser nediketin.”


Di komployê de her wiha rola Israîlê jî heye. Israîlê dixwest Ocalan li gorî menfaetên xwe bi kar bîne. Lê ji ber ku Ocalan ji xeta xwe ya azadiyê tawîz neda, di encamê de Israîlê biryara tasfiyeyê ji bo Ocalan da. Ocalan, li ser rola Israîlê wiha dibêje: “Di komployê de rola Israîlê girîng e. Bîst salan li Sûriyeyê min qehra ereban kişand. Israîlê got “tu çawa li qada ereban bî”, tola xwe ji min girtin. Di vê komployê de îxaneta yewnanan heye, lîstika îngilîzan heye, lê yên esas dînamo dixebitandin Israîl bû. Bi awayekî komplowarî di radestkirina min a Tirkiyeyê de rolê Israîl û DYA’yê pir e, şopandineke bêeman kirin”

DYA AŞTIYÊ NAXWAZE


Di komployê de menfaetên DYA’yê jî hene. DYA’yê neteweperestiya etnîkî ya kurd pêşxist û xwest Tevgera Azadiyê tasfiye bike. Ocalan, li ser helwesta DYA’yê ya komployê tiştên dixwaze bike wiha vedibêje: “DYA, ne aştiya PKK’ê, şerê wê dixwaze. DYA, naxwaze karta PKK’ê ji destê xwe derxe. Bi PKK’ê Tirkiye, Sûriye, Îranê tehdît dike. Dibêje ez ê piştgiriya PKK’ê bikim. Lê piştgiriya DYA’yê ji bo PKK’ê jî tune ye.


Armanc, tasfiyekirina Tevgera Azadiyê bû. Lê her tişt weke li ser kaxizê nameşe. Tiştên qewimîn ji planên DYA’yê yên ji bo Rojhilata Navîn ne cudatir in. Lê weke ku plan dikirin çênebû. Du tiştên DYA’yê aşkera bû. DYA’yê dema ez radestî Tirkiyeyê kir got “Tu dikarî bikuje, dikare sax bihêle”. Heke ez bihatima îmhakirin, Tirkiye bixistana tengasiyê, tawîz jê bigirtina; PKK parçe bibûya û teslîm bibûya. Nekuştina dê bigotina “Em çi ji PKK’ê bikin”. PKK nermtir bikirina û bi awayekî pê re li hev kiribana. Lê lîstikan wan bi ser neket.”

ARMANC ŞERÊ KURD-TIRK BÛ


Li ser komployê Ocalan wiha dibêje: “Li aliyekî komployê ez li aliyê din Tirkiye heye. Min û Tirkiyeyê bi hev re girtin nava komployê. Di serî de komplo dixwest ez bimirim. Pevçûna kurd-tirk dixwestin kûr bikin. Helwesta xwa ya balafirê min berê jî gotibû. Du rê li pêşiya min bû. An ez ê hîç nepeyivima, biba weke grevê. An jî komplo û pêvajo bihata ronîkirin. Min tercîha duyemîn kir. Ligel hîç min nedixwest ez bijîm, ji bo berjewendiyên gel û welatê me ez jiyam. Berpirsyariya min li hemberî dîrokê hebû. Divê min komplo vegotiba. Komplo derveyî îradeya Tirkiyeyê bû û ne li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê jî bû. Min komplo bi tena serê xwe ronî kir. Ne ji bo Tirkiyeyê xwest an jî şelahiya ji bo Tirkiyeyê. Weke peywira mirovahiyê, min ev yek ji bo mirovahiyê kir.


Armancên komployê û sedemên wê cuda ne. Ez dubare dikim; hêzên min radest kirin bi îmhakirina min hesab dikirin ku şerê kurd-tirkan dest pê bike. Iraqîbûna îro berê li Tirkiyeyê hatibû plankirin. Bi vî rengî Tirkiye di warê aborî, siyasî û her awayî zeîf bixe û bi xwe girêbide. Helwesta min a li vir û bi tezeke ku qet ne li bendê bûn derketim pêşberî wan komplo hate pûçkirin û iraqîbûna Tirkiyeyê hate astengkirin.”

Îmrali giraveke dîrokî ye

OCALAN, di hevdîtinên xwe de ji bo girava Îmraliyê wiha dibêje: “Îmrali giraveke dîrokî ye. Şertên xweser yên vir hene, giraveke ku şahidî ji dîrokê re kiriye. Kesên li vir mane tê zanîn çiqas zorî kişandine. Şertên wê yên xweser avhewayê heye. Dîsa tê zanîn Mendeser ligel bîstûçar saetan li vir mabû, nikarîbû li ber xwe bide. Heke baweriya min ya xurt tunebûya dê biketima nava çalakiyên întiharvarî.” Her wiha Ocalan naxwaze tu kes ji bo wî bikeve nava çalakiyên întiharvarî. Ocalan 11 salan li girava Îmraliyê di bin şert û mercên giran de tê hiştin û dikeve sala 12’emîn.

Li Îmraliyê qanûnên taybet hene

Digel şert û mercên giran dîsa jî cezayên hucreyê li Ocalan tên birîn. Yanî di nava hucreyê de hucreyeke din. Heta niha Ocalan 11 caran rastî cezayê hucreyê hatiye. Li Îmraliyê pêkanînên taybet ji bo Ocalan têne bikaranîn. Ocalan, ji bo rewşa li Îmraliyê wiha dibêje: “Guhertinên rêziknameya Girtîgehên Tîpa F de ji bo min nayên bikaranîn. Ev yek ne li gorî xala 10’emîn ya Makeqanûnê ye. Ez bi awayekî aşkera dibêjim, qanûnên taybet ji bo Ocalan hene, rêziknameyên taybet ji bo Ocalan hene.”

Nexweşiyên Ocalan giran dibin

OCALAN, der barê rewşa xwe de diyar kir ku ew rehîneyekî siyasî ye û ev rewşa wî divê baş bê zanîn. Ocalan, dibêje ku rewşa tenduristiya wî jî girêdayî vê ye û wiha dibêje: “Ez dikarim der barê rewşa tenduristiya xwe de şibandineke wiha bikim; girêdayî cîhaza bêhn danûstandinê me. Kengî bixwazin dikarin fîşa wê bikişînin. Aha bi lêpirsîn û cezayan geh dikişînin û geh dixin cih. Li vir rewşa tenduristiya min nebaş e. Her tim xurîna laş heye. Prostat heye, di sîstema mîzê de pirsgirêk heye. Dîsa di bêhn danûstandinê de zoriyê dikişînim. Di qirika min de her tim herikînek heye. Ev rewşe girêdayî şertên vir in. Rewşa min ji ber şertên vir her diçe dijwartir dibe. Bênefesî li ser hemû fonksiyonên min bandorê dike. Ez ê heta kengî karibim xwe li ber vê rewşê rabigirim nizanim.”


No comments:

Post a Comment