Monday, February 15, 2010

Ronahiya ROJÊ Ehrîman têk birin


15/02/2010

Serokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) têkildarî 12’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê banga bilindkirina çalakiyan li gelê kurd kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku komploya li ser PKK'ê û gelê kurd tê ferzkirin bi rêbazên cuda tê rojanekirin û didome. KCK'ê di daxuyaniya xwe de bal kişande ser êrîşên li dijî qada legal-demokratîk û ragihand ku bi vê yekê dixwazin hebûneke kurd a hevkar û xayin biafirînin. Di daxuyaniyê de têkildarî konsepta tunekirinê wiha hate gotin: "Bi operasyonên tunekirinê yên li ser gerîlayên Azadiya Kurdistanê re siyaseta anîna dijberî hev a tevgera me û kurdên Başûr didomînin. Her wiha dixwazin bi hewldanên xwe hêzên navnetewî jî beşdar bikin û dorpêçeke giştî pêk bînin."


Di daxuyaniyê de Komploya Navnetewî ya di şexsê Lîderê PKK'ê Abdullah Ocalan de li dijî gelê kurd hatiye lidarxistin û komplovan hatin şermezarkirin. Her wiha di daxuyaniyê de şehîdên çalakiya 'hûn nikarin roja me tarî bikin' jî hatin bibîranîn û soza bilindkirina têkoşîna wan hate dayîn.


KCK'ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku siyaseta tunekirinê bi rêbazên cuda tê meşandin û wiha hate gotin: "Ji aliyekî ve li ser Rêbertiya me polîtakayên dermirovahî û derexlaqî dimeşînin, li aliyê din dixwazin bandora Rêber Apo ya li ser tevgera me û gelê me kêm bikin. Di encama vê yekê de jî kesên xiyanetkar û hevkar derxistine pêş. Lê belê tevî şert û mercên giran jî Rêbertiyê bi berxwedana xwe komplo pûç derxist. Di roja me de Rêberî hem di qada netewî hem jî di qada navnetewî de bihêztir û bi bandortir e. Ya herî girîng jî ewe ku herkes êdî tê gihişt ku çareseriyeke bêyî Rêbertiya me nabe." 


'KOMPLO TÊ ROJANEKIRIN’


Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê aliyê komployê yên pûç hatine derxistin jî rêz kirin û destnîşan kir ku tevî vê yekê jî bi şêwazê xwerojanekirinê bi rengên cuda didome û wiha berdewam kir: "Di roja me de; bi destê Hikûmeta AKP'ê û Fetullahgeran ji aliyê îdeolojîk ve îslama Muaviye ya sexte bi kar tînin, ji aliyê din ve Rêber Apo diavêjin hucreya mirinê, qada siyasetê ya legal-demokratîk tasfiye dikin, hebûneke kurdên xayin derdixin pêş, bi operasyonên tunekirinê li hemberîî gerîla dimeşînin, hewl didin kurdên Başûr li hemberî tevgera me bi kar bînin û bi beşdarkirina hêzên navnetewî dixwazin bi her awayî me dorpêç bikin. Bi van tevan dixwazin komployê bidomînin.”



KCK'ê di daxuyaniya xwe ya têkildarî salvgera komploya navneteweyî de hêzên ku di komployê de israr dikin hişyar kir û xwest dawî li vê siyasetê bînin. Di hişyariya xwe de KCK'ê bal kişande ser van mijaran: "Em hêzên komploger ên ev 11 sal in di komployê de israr dikin hişyar dikin da dawî li vê siyasetê bînin. Israra di komployê de astenga bingehîn a li pêşiya çareseriyê ye. Ji bo çareseriya demokratîk karibe bi pêş bikeve beriya her tiştî divê dawî li komployê bê anîn, Rêber Apo were azadkirin û texrîbatên komployê werin telafîkirin. Çareserî tenê bi vî rengî dibe."

'BANGA ÇALAKIYAN'


KCK'ê di daxuyaniya xwe de bang li tevahiya kurdan kir ku li her dera lê ne bi çalakiyên xwe hesab ji komplogeran bipirsin û ev bang kir: "Gelê me yê li hemû parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dijîn dê di salvegera Komploya Navnetewî de careke din bi hemû hêza xwe di çerçoveya şîara 'Êdî Bes e! Rêbertiya Azad, Nasnameya Azad, Xweseriya Demokratîk' de hêzên komploger protesto bikin, lanet bikin û di vê roja reş a netewî de jiyanê rawestînin û rojiya rûmetê bigirin." QENDÎL - ANF

No comments:

Post a Comment