1'emîn Kongreya Awarte ya BDP'ê ku piştî di parlamentoyê de koma xwe ava kir bi perspektîfa "Tirkeyetiyê" xebat meşandin, dest pê kir.
1'emîn Kongreya BDP'ê a Awarte li Salona Ahmet Taner Kişlali dest pê kir. Ji bo kongreya ku bi dirûşma "Ji bo siyaseteke demokratik tevlîbuneke demokratîk" ji gelek bajarê Tirkiye û heremê bi hezaran kes beşdar bûn. Di kongreyê de jinan cilên heremî li xwe kirin û salon jî bi flama û balonên kesk û sor û zer û yên mor hate xemilandin. Di gel ku li derveyê salonê beşdarvan govend digirin, li salonê jî stranê tirkî, kurdî û yên lazî ku yên kurdewarî û aştiyê tên strîn. Girseya kongreyê di derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de diruşm avêtin û posterê Ocalan vekirin. Her wiha komeke ku ji Başûrê Kurdîstanê hatibû û formayên Hewler Spor ku ala Kurdîstanê li ser bû li xwe kirine jî bal kişand.
Bi gotinên Seyit Riza bersiva operasyonan
Li salona kongreyê û li dervayê salonê pankartê, "Azadiya jinê temînata siyaseta demokratîk e", "Ciwan parêzvanên polîtîk û exlaqî yên civakê ne", "Her bijî yekîtiya kedkaran û biratiya gelan" hatin daleqandin. Her wiha ji bo protesto kirina girtina şaredar û endamên BDP'ê wêneyên dema kelepçekirina şaredaran ku li ser gotinên Seyit Riza yên, "Em bi vir û derewên we re derneketin serî, ev ji me re bû dert, lê em jî li hember we çoq nadin bila ev jî ji we re bibe dert" nivîsandî hate daleqandin.
457 delege dê 125 rêveberî hilbijêre
Di kongreya ku Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak wekî hevserok beşdar dibin de gelek mêvan ji derveyî welat û nav welat jî beşdar bûn. Di kongreya ku 125 Endamê Meclisê yên esîl û yedek dê bên hilbijartin de 457 delege dê dengê xwe bidin. Kongre dê bi axaftinên Serokê BDP'ê Demîr Çelîk bi dome.

No comments:
Post a Comment