Li Amedî doh ji bo kesên di têkoşîna azadiya gelê Kurd de hatine girtin û êşkence li wan hatiye kirin û nexweş in, xelkê bajêr dakete meydanan.
Di dema meşê de generalên piçûk ên gelê Kurd jî nehatin jibîrkirin.
Tevî ku baranê xweş kir jî Amediyan polîtîkayên hukûmeta AKPê yên bi zanîn dihêle girtî bimirin û zarokên kevir avêtine ceza dike, protesto kirin.
AMEDÎ JI BO GIRTIYÊN NEXWEŞ Û ZAROKÊN KEVIR
AVÊTINE MEŞIYAN
Amediyan doh careke din hestyarî û berpirsiyariya xwe nîşan da.
Amedî doh danê sibê daketin qadan û ji bo kesên di dema têkoşîna azadiyê de hatine girtin û li zindanan ji ber êşkencê û sedemên din nexweş ketine, meşiyan.
Di meşê de generalên piçûk ên kevir avêtine û ketine zindanan jî nehatin jibîrkirin.
Bi hezaran kes ji bo generalên piçûk û girtiyên nexweş ên li ber mirinê, meşiyan.
Tevî ku baran zêde dibariya jî meş bi biryardarî pêk hat.
Amedî, ji taxa Baxler a Dortyolê heta bi parka Koşiyoliyê meşiyan û pankartên li ser nivîsandî 'Emê li hemberî mirinên li zindanan bêdeng nemînin', 'bang li edaletê bikin' û 'Bila zindana Îmraliyê bê girtin' rakirin.
Meş ji aliyê DIYAR TUHAD DERê ve hat organîzekirin û hat xwestin ku girtiyên nexweş û zarok bên berdan.
Di tevahiya meşê de slogan hatin gotin û bang li raya giştî hat kirin li hemberî van rewşan hişyar be û bi berpirsiyarî tevbigere.
No comments:
Post a Comment