Kongreya Awarte ya Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP bi coşeke mezin pêk tê.
Wêneyê kelepçekirî yê siyasetmedarên kurd û sloganên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, mora xwe li kongreyê dixin.
Di kongreyê de, posterên Ocalan û alên PKK'ê jî, hatin vekirin.
KONGRE BI COŞ Û HEYECANEKE MEZIN DEWAM DIKE
DÎMENÊ DERKETIYE PÊŞ JÎ, WÊNEYÊ 'KELEPÇEKIRINÊ' YE
Yekemîn Kongreya Awarte ya BDP'ê li Salona Sporê ya Ahmet Taner Kişlaliyê dest pê kir.
Li salona kongreyê, wêneyê siyasetmedarên kurd ên kelepçekirî hatiye daliqandin.
Di bin wêne de jî gotinên 'Me bi derew û hîleyên we nekarî, ev ji bo me bû ders. Lê belê me li ber we serê xwe netewand, bila ew jî, ji bo me bibe dersek'.
Beşdarên kongreyê, bi çepik û siloganan, parlementer û şaredarên BDP'yî pêşwazî kirin.
Tevî BDP'iyan, nunerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, nunerên gelek welatan, endamên Komên Aştî û Çareseriya Demokratîk jî tevlî kongreyê bûn.
Dema ku qasidên aştiyê ketin hundur, rastî coş û heyecaneke mezin a beşdarên kongreyê hatin.
Beşdar tim û tim di salonê de, siloganên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK dibêjin.
Namzeta hevserokatiyê parlemantera BDPê Gultan Kişanak got serokwezîrê Tirkiyê Erdogan di tesfiyekirina dewleta kûr de nejidil e.
Kişanak anî ziman ku niyeta AKPê nîne ku pirsgirêka kurd bi awayekî aştiyane û demokratîk çareser bike û xwe disipêre hevgirtineke qirêj a di navbera desthilatdariya AKPê û dewleta kûr de.
Kişanak got, eger bi rastî tê xwestin pirsgirêka kurd were çareserkirin, divê birêz Abdullah Ocalan muxateb were girtin.
Kongre bi coş û heyecaneke mezin dewam dike.
No comments:
Post a Comment