Monday, February 1, 2010

Demîrtaş: Emê kelepçeyên destê xwe li stuyê zihniyeta AKP'ê bixin

Demîrtaş: Emê kelepçeyên destê xwe li stuyê zihniyeta AKP'ê bixin
Namzetê Hevserokatiya BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku armanca wan derbaskirina benda hilbijartinê ye û wiha got: "Em ê li hember polîtîkayên AKP'ê yên li dijî kurdan têdikoşin. Di vê çerçoveyê de polîtîkaya me ya dema bê, xilaskirina gelê me ji belaya AKP'ê ye. Em li hizûra gelê xwe soz didin ku kelepçeyên li destê me xistine em ê derxînin û li stuyê ziyniyeta AKP'ê bixin."

Namzetê Hevserokatiya BDP'ê Selahattîn Demîrtaş ku di kongreyê de axivî û bal kişande ser zordarî û tasfiyeya tevgera kurd û got ku di demeke wisa de ew kongreya xwe li dar dixin. Demîrtaş diyar kir ku ev 87 sal in pergala ku ji demokrasiyê mehrum e, piştî vê demê an dê bi guhertineke mezin demokratîkbûnê esas bigire, an jî dê bi makyajan zordariya otorîter restore bike û riya xwe bidomîne. Demîrtaş wiha got: "Di vê demê de ya herî girîng performansa hêzên piştgirên demokratîkbûna radîkal e. Ji bo em lehengiya gel a li hemberî hemû zordariya wergerînin destkeftiyan em ê misyona partiya xwe bi cih bînin. Rabirdûya me ya siyasî ya 20 salan, bedelên ku me dane û nirxên ku derketine holê têrî serkeftina BDP'ê dikin ku em peywira xwe bi cih bînin."

Demîrtaş di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku digel girtina partî û gelek rêveberên wan ewan di siyasetê de israr kirine û wiha got: "Ev israra me ji xwe baweriya BDP'ê û girêdana bi demokratîkbûnê ve nîşan dide. Di xebatên me yî ji vir wiha de, xebata ji bo ku partiya me benda hilbijartinê ya ji sedî 10 derbas bike dê li hemberî van girtinan û zordariya bibe bersiv. Herkes BDP'ê temaşe dike û hêviyan di dilê xwe de dihewîne. Ev yek jî hêz dide me. Nêrîna me ya li hemberî pirsgirêka kurd naguhere. Dewleta ku dev ji dijminatiya gelê xwe bernede, feraseta xwe neguherîne nikare çereseriyê jî bîne."

'AKP statukoyê bi manevrayên nû didomîn'

Demîrtaş daxuyand ku statukoya 87 sal in didome, dixwaze hemû aliyên jiyanê bike "yek" û "tirk" û wiha axaftina xwe domand: "Ev statuko dixwaze her kesî bike tirk, baweriyan hemûyan bike sunnî, suniyan nerm bike, karker, xebatkar û feqîrên ku li keda xwe derdikevin bê rûmet bike. Her wiha dixwaze temamê muxalifan wek dijmin îlan bike û wan îmha bike. Ev elîtên ku di nav siyaset, artêş, burokrasî û dadgeriyê de desthilatdariya xwe ava dike, ji ber ku niha iktîdara wan ji destê wan diçe kesên ku demokrasiyê dixwazin jî dixin hedefa xwe. Gel bi hêviya ku dê AKP vê statukoyê biguherîne piştgirî da. Lê AKP'ya ku bi hezar û yek hêviyan piştgiriya gel stand, ew statuko xiste bin bandora xwe û bi manevrayan entegreyî xwe kir. AKP'ya ku bi soza Makezagoneke sivîl û nû hate iktidarê ev 8 sale, dev ji guhartina makezagonê berdin, ji herkesî pirtir bîadî makezagona cuntayê kir. Her wiha soza azadiya turbanê jî dabû, lê Serokwezîr, keçên ku qala turbanê dikin, bi gotina; "Niha ne dema wê ye" erza wan bir."

'Kelepçeyên li destê me xistine emê derxînin û li qirika zihniyeta AKP'ê bixin'

Demîrtaş nêrîna hukûmetê yî li hember pirsgirêka kurd jî vegot û wiha axivî: "Pêşî gotin ger hun nefikirin pirsgirêka kurd tune, pirsgirêka terorê heye. Pişt re gote pirsgirêka kurd pirsgirêka mine. Herî dawî jî got ku pirsgirêka kurd tune pirsgirêka terorê heye. Berî pirsgirêka kurd êş û janên bi deh salan û rondikên çava yên dayikan hene. Piştre artêşa ku bê navber operasyon didomîne tebrîk dike. Ev tev nakokîne. Serokwezîr li Almanya gote, 'asîmîlasyon sucê mirovahiyê ye' lê dema vegeriya Tirkiye'yê gote perwerdehiya zikmakî cudaxwazî ye. Serokwezîr ji hêlekê ve di bêje 'TRT şeş bi xêr be' ji hêla din ve xwest ku Birêz Ahmet Turk ji ber ku bi kurdî axifiye ji parlementoyê bê avêtin. Serokwezîr pêşî gote 780 hezar kîlometre bi temamê cudahiyan ya me hemuyan e. Piştre gote 'Kesê hesneke bila here.' Ji bo zarokên ku li Filîstînê kevir avêtine Kizilay'ê dişîne lê zarokên kurda di nav xwînê de dişîne girtîgehan. Medhê şaredarên AKP'ê ku heta qirikê di nava bacê (rüşvet) dide, lê Şaredarê DTP'ê yî ku bi rûmeta xwe li ber xwe didin dixe rêzê û kelepçe dike. Pêşî gote 'Vekirina kurd', piştre got demokratîkbûn, piştre got Yekîtiya Millî herî dawî jî got projeya tasfiyê. Ev tev ji hêla heman Serokwezîr û partiyên ve hatin gotin. Rewşa rast jî ev e."

Demîrtaş vegot ku li hember vê rewşê, divê ew helwesta xwe net bikin û wiha got: "Bi vî hawayî polîtikaya me ya dema bê xelaskirina gelê me ji destê AKP'ê ye. Em di huzûra gelê xwe de soz didin. Kelepçeyên ku li destê me xistine, emê derxînin û têxin qirika zihniyeta AKP'ê. Di vê kongreyê de emê di tevahiya Tirkiye'yê de AKP'ê bîne rê û li cihê ku hêza me lê heye jî AKP'ê tune bikin. Emê di vê meha pêşiya me de, li bajar û navçeya kongreyên xwe li dar bixin û di hilbijartina pêşiya me de kesê ku me tasfiye dikin tasfiye bikin. Em ji bo mafê zarokên me yî ku we bi dehan salan ceza kirine û li kolanan qetil kirine soz didin ku emê bedelê vê yekê bi we bidin dayin. Bi vê mebestê em bang li hemû gelê xwe dikin. Ji bo li hember derketina siyaseta îmha û xapînok û bê rûmetiyê, ji teşkîlatên AKP û CHP'ê îstifa bikin. Di vê dema krîtîk a dîrokî de li cem gelê xwe rêz bigirin. Ji bîr mekin sedema êrîşên xwe piştgiriya we nîşan didin. Werin em yekîtiya xwe bi hêz bikin û digel hemû cudahiyên xwe di yekîtiya têkoşînê de cih bigirin. Em wek BDP, ne deriyê partiyê xwe deriyê dilê xwe li taqê piştê vekirî dihêlin."

'Em ne tenê ji bo muxalefetê muxalefetê dikin'

Demîrtaş got ku partiya wan û rabirduya wan î siyasî muxalefeta bingehîn a Tirkiye'yê ye û wiha pêl da axaftina xwe: "Ji bo pêdiviyê muxalefetê em bi cih bînin tiştê ji destê me we re emê bikin. Ji bo pirsgirêkê gel î kar, ziman, nasname, perwerdehî, tenduristî, civakî û çandî tiştê ji destê me we re emê bikin û li ser hukûmetê palepestoya (basınç) demokratîk zêde bikin. Elbet emê teşhîr kirina dirûtiya AKP'ê bidomînin. Divê em van tevan bi polîtîkayên xwe yî alternatîf û pêşniyariyan bidomînin. Muxalefeta me ne tenê ji bo muxalefetê ye. Ji ber vê yekê di dema pêşiya me de ji bo çareseriya pirsgirêkan emê rabirduya xwe li ber çav bigirin û bibin navenda hêvî, eleqedariya derdorê perçiqî."


'CHP'iyê ku zêdetirîn ji kurdan hez dike Onur Oymen e'

Demîrtaş di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku hikûmeta AKP'ê pêvajoya asîmilasyonê herî zêde kiriye û wiha pê de çû: "Hişmendiyeke ku perwerdiha bi ziman wek xiyanet bi nav bike û ji hêla din ve TRT 6 veke, bi dizî herkesî dixe nav vê xebatê. Divê bê zanîn ku ger perwerdehiya bi zimanê zikmakî tunebe, hebûna gel û ziman jî tuneye. AKP ji ber ku dizane kurd êdî wek ew dixwazin asîmile nabin îcar tiştê ziman bi pêş ve dibin tev ji destê wan derdixe û asîmîlasyonê zutir dike. CHP pêşniyariya dibistanê taybet dike. Dema em dinihêrin dibêjin qey tiştekî baş e. Lê em dizanin CHP'ya ku ji sala 1938'an ve dest bi qetlîama fizîkî kiriye bi vê pêşniyariyê dixwaze bi qetlîama çandî vê pêvajoyê temam bike. Pêşniyariya CHP'ê tê vê wateyê: 'Em bi salane kurdan asîmile dikin. Kesên ku bi perwerdehiya tirkî asîmile neb3une ew wan bi dibistanê taybet yên kurdî bi hawakî qelîte asîmile bikin. Hingavê em belaş kurda bikin tirk dê pirsgirêk ji holê rabe.' CHP di vê nokteyê de dixwaze AKP'ê îkna bike. Ne ji hiskirina kurda wisa dike. Lewra herî heskiryê kurda di nav CHP'ê de Onur Oymen e. AKP jî li hember vê yekê dibêje, 'Ji xwe plana min î esas ev e. Lê divê vê yekê em vekirî nekin. Lewra dibe kurd hişyar bibin. Ji ber vê yekê jî we re em bê kamera van bi axifin. Ger hesabê wan bigire di nava deh panzdeh salan de zimanê kurdî dê ji hêla hêjmareke hindik ve bê axaftin û bibe zimanekî nostaljîk. Hesabê wan ev e. Li hember derketina vê planê jî ancax bi xwedî derketina ziman çêdibe. Ev yek ne tenê ji bo kurdan her wiha ji bo hemwelatiyên din jî bi vî rengî ye. Em mafê perwerdehiya zimanê zikmakî bi hawakî zanyarî û bê pere di parêzin. Ne tenê ji bo kurdî her wiha ji bo hemû zimanan em azadî dixwazin."

'Ji bo ziman kampanyayan li dar bixin'

Demîrtaş got ku ew ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî li hêviya AKP'ê jî namînin û wiha got: "Em ne li hêviya AKP ne jî li hêviya dewletê dimînin. Em bang li gel tevî dikin ku ji bo ziman seferberber bibin. Em bang li dê û bavan jî dikin. Zarokê xwe hînî zimanê wan bikin. Di nav malê de bi zimanê zikmakî bi axifin. Navê zarokê xwe bi kurdî deynin. Weşan û rojnameyên ku li zimanê we xwedî derdikevin bixwînin û temaşe bikin. Divê xwendekarên zanîngehan jî ji bo pêşxistina zimanê xwe kampanyayên nû bidin destpêkirin. Ger pêdivî hebe divê li kolanan dersa ziman bê dayin. Rêveberên me yî heremî jî divê di hêla zimanê zikmakî de hesas bin. Hunermend jî divê pirtir hunerên xwe bi zimanê xwe pêşkêş bikin. Bi vê wesîleyê ez bangî Yilmaz Erdoğan û Mahsun Kirmizîgul jî dikim. Ji bo xatirê ziman û herema ku hûn lê mezin bûne divê hun bi zimanê zikmakî eserên xwe îcra bikin. Di vê hun ji wundabûna zimanê xwe re seyircî nemînin. Esnaf û tacir jî divê di dema kirîn û firotinê de zimanê zikmakî bi kar bînin. Em bang li kedkarên tenduristî û bijîjkan jî dikin. Di dema xebatê de ji bajar, navçe û gundê xwe nerevin. Odeyên Tebîban jî divê bi hişmendî kampanyayan li dar bixe. Hekîm divê bi nexweşên xwe re zimanê wan tercîh bikin. Akademîsyen, patron jî divê li ser vê yekê rawestin." Demîrtaş her wiha peymannameyên navnetewî yên di derbarê zimanê zikmakî de jî bibîr xist û wiha pêl da axaftina xwe: "Ez bangî gelê me dikim. Piştî vê rojê hun jî qedr û qîymet nedin kesê ku qedir nade ziman, çand, kar, nan û rûmeta we. Berpirsiyarî di vir de dikeve ser milê jin û ciwanên me. Ji bo çareseriya pirsgirêkên me hem îradeya me, hem baweriya me hem jî hêza me heye. Evan tevan ancax em bi alîgirî û yekîtiyê bikin."

Demîrtaş, bilêv kir ku ew bi reng û modelên çareseriyê nîşan didin ku tevgereke Tirkiye'yê ne û wiha daxuyand: "Emê perspektîfên çareseriyê û polîtîkayên xwe ji bo her noqteyên Tirkiye'yê bi kar bînin. Ji bo vê yekê jî li hemû deverê Tirkiye'yê emê rêxistinên xwe ava bikin. Pêdiviya muslumanên samîmî, demokrat, lîberal, çepgir, Alewî, Turkmen û gelek derdorê din bi demokrasiyê heye. Ji ber vê yekê jî divê em di paydaya hevpar de werin cem hev. Ji bo li hember derketina polîtîkayên nîjadberest divê em Eniya Demokrasiyê ya Tirkiye'yê ava bikin."

'Ocalan li ser pirsgirêka kurd gelek kûr bûye'

Demîrtaş bi lêv kir ku têkoşîna wanî aştiyê heya niha tu bersîv nedîteye û wiha daxuyand: "Ji 30 salî û vir ve me gelek bedel dane. Belkî ji bo pirsgirêka kurd gotineke nû tunebe. Lê pêdiviya dubarekirina hinek tiştan heye. Ji bo ku guhê nabihîzin bibihîzin. Di vê çerçoveyê de em dixwazin cardin misyon û rola Birêz Ocalan bibîr bixin. Birêz Ocalan di pirsgirêka kurd te serê xwe gelek êşandiye û gelek li ser pirsgirêkê hûr buye. Sedemê ku gelê kurd girîngiyê dide ser Birêz Ocalan, têkoşîna wî yî li hember kevneperestî û faaliyetên ji bo çareseriyê ne. Di gel vê yekê gelo ev kesê ku 18 salên xwe ji bo aştî û 11 salên xwe jî di hucreyê de di bin îşkencê de derbas kiriye raya giştî çiqas wî nas dike. Em dizanin astengiyên zagonî li hember vê yekê hene. Lê digel van astengiyan divê astengiyên ku me danîne hember xwe jî bibînin û ji van xilas bikin. Gelo fikr û projeyên ku Birêz Ocalan derxistin holê me çiqas belav kir û anî ziman. Em di wê baweriyê de ne ku ger îro bê sansur gotinên Birêz Ocalan ji dinyayê û Tirkiye'yê re bê vegotin dê çareserî hêsantir be. Hukûmeteke ku di navbera Îsraîl û Hamas de xebatan bike, di navbera Talîban û Afganîstan de navberiyê taahhut bike, çawa li welatê xwe bêyî ku aştiyê tesîs bike dê rondikê çavê dayikan rawestîne. Ez bangî hemû dayik û bavan dikim. Ji mirina zarokên xwe re seyircî nemînin. Vî mafê xwe bi kar bînin."

'Herin ji Evren bipirsin ka em ji înfazan ditirsin an na'

Demîrtaş bang li hukûmetê kir û got ku ew wek BDP muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd in. Demîrtaş wiha axaftina xwe domand: "Ger em samîmiyeta we bibînin em ji bo muzakereyeke xurt amade ne. Ji mij ve dibe ku em guherandina Makezagonê bixin rojeva xwe. Em ji bo xatirê hemû dayikên ku kezeba wan şewitiye vê bangê dikin. Divê hun bi berdana zarok û DTP'iyên ku we girtine dest bi kar bikin. Heya ku hevalên me di hundur debin û operasyonên xwe bidomînin hûn bi devê civîka jî bigirin em ji samîmiyeta we bawer nakin. Heke na ev rê demekê Îsmet Înonu jî bi kar anî. Kenan Evren jî. Ger hûn ji me bawer nekin herin ji Kenan Evren bibirsin bê em bi înfazan, girtinan, îşkenceyan têk diçin an na? Herî baş dê ew ji we re bibêje. Ger ew jî nebe herin ji Tansû Çîler, Doğan Gureş, Mehmet Ağar'an bibirsin. Na ger hûn bi wan jî qani nebin ji niha ve cihê xwe li kêleka wan vekin."


Demîrtaş di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em ji bo hevalên xwe yî ku heta îro di vê têkoşînê de bedel dane soza xwe dubare dikin. Xwedîderketina li bîranîna wan tackirina têkoşînê bi serkeftinê ye. Em soz didin ku emê bi bîranînê wan ve girêdayî bin." Demîrtaş her wiha spasiyên xwe ji bo Aysel Tugluk, Ahmet Turk, Mustafa Ayzît kir.

No comments:

Post a Comment