Monday, February 1, 2010

‘Dev ji zilmê berdin’


01/02/2010


Endamê Desteya Rêveber a Federasyona Komaleyên Kurt ên li Brîtanyayê Sultan Gulum û Dîrektorê Mala Gel Îbrahîm Doguş di hevdîtinê de cih girtin. Hat aşkerakirin ku di hevdîtinê de li ser êrîş, binçavkirin û girtinên siyasetmedarên kurd nirxandin hatine kirin.
Hevdîtina bi Parlamentera Galerê Jenny Willot re saetek dom kir. Willot di Parlamentoya Îngilistanê de nûnertiya bajarê paytexta Galler Cardiffê dike. Willot di hevdîtinê de bal kişand ser statuya Gallerê. Di balkişandinê de aşkera kir ku Galler parçeyeke Brîtanyayê ye, lê bi zimanê xwe perwerdeya xwe dibîne û xwedî çapemenî û weşana azad e.
Willot destnîşan dike ku gelê Gallerê hemû mafên xwe yên xwezayî bê ku rastî astengiyekê bên bi kar tînin. Li peşiya vê tu astengiyeke hiqûqî nîn e. Zextên ku li Tirkiyeyê li ser 20 mîlyon kurdî tê meşandin şermezar kir û wek hewldaneke derşaristanî destnîşan kir.
Willot ji bo ku Tirkiye dev ji zextên li ser kurdan berde bang kir û xwest Hatîp Dîcle, şaredarên BDP’ê û hevalên wan serbest bên berdan.
Parlamentera bajarê Cardiff ê Gallerê Jenny Willott got ku ew dê li ser zextên ku Tirkiye li ser gelê kurd dimeşîne nameyekê binivîse û bide Wezîrê Karên Derve yê Îngilistanê David Miliband. Willott destnîşan kir ku dê di nameyê de ji Miliband bixwaze ku ji bo pêşî li van zextan bê girtin li hemberî Tirkiyeyê bikeve nav hewldanan. LONDON - ANF

No comments:

Post a Comment