Monday, February 1, 2010

Zîhniyeta OHAL’ê tu carî ranebûye


01/02/2010

Wezîrê Karên Hundir Beşîr Atalay, bi boneya maf û azadiya kesan binpê nebe, der barê kontrolkirina rê û qedexeyên zozanan de, ji walîtiyên bakurê Kurdistanê re 2 giştîname şandin. Di giştînameyan de hate diyarkirin ku bi taybetî pêkanînên li bakurê Kurdistanê guman û fikara maf û azadiya kesan zêde dike. Ligel vê yekê di navbera bajarên Wan, Agirî, Qers, Bedlîs, Mûş, Îdir, Colemêrg û Erziromê de 44 noqteyên lêgerînê hene û li 51 zozanên bi ser van bajaran qedexe didomin. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ku bertek nîşanî van pêkanînan dan, diyar kirin ku hê jî li herêmê pêkanînên Rewşa Awarte (OHAL) didomin.
Her çiqas di ser şandina giştînameyan de nêzî mehek derbas bûbe jî, li herêma Serhedê pêkanînên OHAL'ê didomin û ji hêla Wezareta Karên Hundir ve venihêrtin nayê kirin. Ligel van her du giştînameyan, li bajarên Wan, Agirî, Qers, Bedlîs, Muş, Îdir, Colemêrg û Erziromê 43 noqteyên lêgerînê yên ji hêla polîs û jendermeyan ve tên kirin hene û her wiha 51 zozanên bi ser van bajaran hê jî qedexeyî didome. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ku bertek nîşanî van pêkanînan dan, diyar kirin ku li herêmê hê jî pêkanînên OHAL'ê bi bîr tînin hene û xwestin ku ev pêkanîn bên rakirin.

BILA LÊGERÎN ÊDÎ NEBE
Balkêşe ku ligel giştînameya ku Wezareta Karên Hundir ji walîyên dewletê yên bakurê Kurdistanê re şandiye û talîmata teqez daye jî, lê ev mehek e tu başbûn pêk nehat. Di riya navbera Wan û navçeya Şemzînan a Colemêrgê ku 240 kîlometre ye, 10 noqteyên lêgerînê hene. Di van noqteyan de ji bilî qontrola nasnameyan, lêgerîna wesayît û ser mirovan jî tên kirin. Lê ev pêkanîn li dijî naveroka giştînameyê ye. Di giştînameyê de wiha tê gotin: "Di fealiyetên lêgerîn û qontrola riyan de, bêyî ku rê li pêş zafiyeta ewlehiyê veke, di çerçoveya mevzuata têkildarî de, bi helwestek ku hemwelatiyên masûm zirar nebînin tedbîr bên standin. Di vê çerçoveyê de divê ji hêla walîtiyan ve zûtirîn demê de xebat bên destpê kirin.
Ji xeynê cihên pêwîst dawî li lêgerîn û qontrola rêyan bînin. Di pêkanînan de tenê wesayît û kesên biguman bin bên rawestandin." Ligel vê yekê, di kontrolan te tu guhertin nehatin kirin. Di ketin û derketina navçeya Geverê hema hema her seatê lêgerîn tên kirin. Bi taybetî wesayîtên serwîsa nava navçeyê û serwîsên diçin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê rastî lêgerînê tên. Wezareta Karên Hundir ku li gorî bertekên navneteweyî ev giştînameyê amadekir, mirovan dide fikirandin. Li hemberî vê yekê hemwelatî û rêxistinên civakî, diyar kirin ku di 2010'an de pêkanînên dema OHAL'ê hêj li heremê didomin.

'OHAL HER TIM HEYE'
Serokê Odeya Esnaf û Zenaatkaran a Geverê Îrfan Sari, diyar kir ku li herêmê pêkanînên dema OHAL'ê bi fiîlî tu caran ranebûye. Sari, da zanîn ku li ser hemû riyên tên navçeya Geverê noqteyên lêgerînê yên polîs û leşkerî hene.
Sari, destnîşan kir ku rêwiyên ji navenda navçeyê diçin heta Nexweşxaneya Dewletê rastî pêkanînên kontrola nasnameyê tên. Sari, anî ziman ku hin noqteyên lêgerînê ji bo rêwiyan bûne îşkence û wiha got: "Di lêgerînan de mirovan ji wesayîtan derdixin û li ser wan digerin. Wesayîtan bi tornevîdeyan vedikin û şîşê dixin depoya wesayîtan. Ev yek binpêkirina herî mezin e."

AZADIYA GERYANÊ
Serokê Baroya Colemêrgê Îsmîl Durgun jî, pêkanînên di noqteyên lêgerînan rexne kir û diyar kir ku ev pêkanîn rê li ber binpêkirina mafan vedike. Durgun, anî ziman ku armanca noqteyên lêgerînê girtina sûcdar û madeyên esrarê ye. Durgun, da zanîn ku di vê mijarê de tu serkeftin pêk nehatiye û wiha got: "Ev rastî, di îstastîkan de jî derdikeve holê. Bi vê pêkanînê azadiya seyr û seferê ya di makeqanûnê de jî tê îfadekirin, tê binpêkirin. Divê ev pêkanîn zûtirîn demê de dawî bibin." Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Geverê Sabîh Kayan jî, da zanîn ku ev pêkanînên li noqteyên lêgerîn û qedexeyên zozanan dide nîşandan ku hê jî mejiyê OHAL'ê didome. Kayan, anî ziman ku dewlet bi vê yekê kurdan û pirsgirêka kurd wekî pirsgirêka asayîşê dibîne. Kayan, derbirî ku pêkanînên di noqteyên lêgerînan berhema polîtîqayên hilweşandin, bêzarkirin û tepisandinê ye. Kayan, wiha got: "OHAL ji bo me hêj didomin. Ev pêkanîn rûmeta mirovan dişkînin û binpêkirina mafan e."

ÇARESERÎ XWEST
Serokê Kooperatîfa Wesayît û Motoran a Geverê Îzzettîn Metîn ku ji Geverê rêwiyan dibin Wan, Colemêrg û navçeyan jî anî ziman ku ji ber vê pêkanînê mexdurin. Metîn, destnîşan kir ku ji ber van pêkanînan rêwî mexdûr dibin û gelek rêwî nagêjin karên xwe û hin kes jî ji ber vê pêkanînê ji balefirê dimînin.

WALÎ ÇI GOT?
Waliyê Colemêrgê Muammer Turker, têkildarî mijarê, daxuyanî da û diyar kir ku giştîname gihiştiye destê wan û ji bo giştînameyê bicih bînin çi ji destê wan bê, dê bikin. DÎHA

No comments:

Post a Comment