Monday, February 1, 2010

Zikrê Eker ji ‘ilmê’ Erdogan e


01/02/2010

Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ku dixwest ‘berlêvekirin’ wekî ‘projeya yekitiya neteweyî’ bê binavkirin, diyar kir ku mafên welatiyên roman, ji yên welatiyên kurd gelekî kêmtir in û wiha got: “Lê dema ku tê axaftinê, kurd dibêjin ‘em hatin pelçiqandin’. Li vî welatî, di her qedemeyê de welatiyên kurd hene. Ji sedî 25’ê parlamentoya Tirkiyeyê kurd e.” Serokwezîr, bi vê yekê ji kurdan re dibêje ku ‘ji halê xwe re şikir bikin’ û gef li karkerên TEKEL’ê kir û anî ziman ku an dê 4/C’ê qebûl bikin, an jî qet.
Recep Tayîp Erdogan, ku tevli bernameyeke televîzyonê bû, pirsên rojnamegeran bersivandin. Erdogan, diyar kir ku ji ber planên darbeyan, hin tiştên wekî gefa li Belgeya Siyaseta Ewlehiyê ya Neteweyî tên gotin û Protokola EMASYA’yê jî yek ji van tiştan e. Erdogan anî ziman ku hin xebatên ji bo rakirina vê yekê jî hene û wiha axivî: “Wekî ku wezîrê me got, em ê Protokola EMASYA’yê ji rojeva xwe derbixin. Dê tişteke wekî Protokoka EMASYA’yê nemîne. Niha hevalên me amadekariyên vê yekê dikin. Em ê vê yekê bi tevahî ji rojeva xwe derbixin. Jixwe ev protokol ne qanûnek e. Em dê di demeke kurt de çareser bikin.”

‘BILA ŞIKIRDAR BIN’
Rojnamevanan, rewşa dawî ya ‘pêşîlêvekirinê’ jî ji Erdogan pirsîn. Erdogan, beriya ku pirsê bibersivîne, ku rojnamegeran xwest ku bila nebêjin ‘açilim’, bila bibêjin ‘projeya yekitiya neteweyî’ û wiha pê de çû: “Heke ku em pirsgirêkên etnîkî, tenê bi pirsgirêka kurd bi sînor bigirin, em ê neheqiyê bikin. Kurd li her derê dibêjin ku ew ‘têne pelçiqandin’ ez, ji vê yekê nerihet dibim. Pirsgirêka romanan, ji ya kurdan girantir e. Mafên welatiyên min ên roman, ji welatiyên kurd kêmtir in. Lê dema ku tê axaftin, kurd dibêjin ‘herî zêde em tên pelçiqandin’. Ev ne rast e. Roman jî dibêjin ku ‘dema ez zarokê xwe dişînim dibistanê, zarokên din ji polê derdikevin.’ Li holê rastiyeke wiha heye.”
Erdogan, derbirî ku niha pirsgirêkên kurdan ên wekî çandî û sosyoekonomîk tên çareserkirin û wiha lê gotinên xwe zêde kir: “Televîzyoneke wekî TRT 6 hate vekirin. OHAL hate rakirin. Di hemû qademeyên dewletê de kurd hene, pêşiya wan vekirî ye. Di partiya min de zêdetirî 70 parlamenterên kurd hene. Di partiyên din de jî her wisa. Ji sedî 25’ê parlamenterên Tirkiyeyê, kurd in. Di herêmê de gûherîn pêk tên. Lê, hinekî hene ku vê xizmetê jî wekî deriyê rantê bi kar tînin.”

JI BO KARKERAN ÇI GOT?
Recep Tayîp Erdogan, pirsa ji bo karkerên TEKEL’ê jî bersivand û wiha got: “Alîzekirin, beriya desthilatdariya me dest pê kir. Lê di dema me de hinek kêmtir bûn. Me jî hin saziyan girt. Me ji bo ku niyeta xwe ya baş nîşan bidin, soz da karkerên TEKEL’ê û me qanûna 4/C’ê derxist. Beriya niha, hinek sendîkayan jî ji ber vê qanûnê ji me re spas kiribûn. Her çiqas ku ne zagonî ye jî, me destûr da ku li Enqereyê bimînin. Lê heke ku ji hiqûqê derkevin, dê her tişt biguhere. Di pêşiya me de mehek heye. 4/C dê ranebe. Lê dibe ku hin guherîn çêbin.”
Erdogan, li ser pirsa ji bo hilbijartinan jî derbirî ku dê hilbijartin di dema xwe ya asayî de pêk bên lê dibe ku ji ber hin sedemên xwezayî û demsalî, hilbijartinan bi pêş ve bigirin. ENQERE

No comments:

Post a Comment