Monday, February 1, 2010

Viyan bi çalakiya xwe bersiv da komplogeran

01/02/2010

Medya DÊRSIM - BEHDÎNAN

Gelek girîng û pêwîst e ku têkoşîna demokratîk roj bi roj bilindtir dibe. Ji ber vê Viyan Caf û beriya wê jî gelek hevalên mîna heval Rojbîn, Berwar, Zîn, Şeristan, Bêrîtan, Kurdê Rotînda, Taylan, Serdar û herî dawî çanda berxwedêriyê di asta herî jor de di kesayeta Viyan de bilindbûna têkoşînê dereket holê. Viyan bi çalakiya xwe ev xet bilind kir.
Li ser kesayeta Viyan, taybetmendî, wateya çalakiya wê em bi endama rêvebiraya PAJK’ê Besê Şimal re axivîn. Besê Şimal, di axaftina xwe de bal kişand ser naskirina Viyan Caf û diyar kir ku wê Viyan Caf di sala 2003’an de cara yekem li Qendîlê dîtiye. Şimal, destnîşan kir ku dema Viyan nas dikir, Viyan di rêveberiya PÇDK’ê de cih digirt, di civînekê de hev nas kirine.

GELEK BIAQIL BÛ
Şimal, daxuyand ku kesayeta Viyan gelekî bala wê dikişand û wiha dest bi axaftina xwe kir: “JHevaleke ciwan bû. Her çend temenê wê ciwan be jî, lê wê di asteke herî jor de di nav Tevgera Azadiyê de peywir girtibû. Viyan, di karê xwe de hevaleke pir rûniştî û cidî bû. Dema di wê civînê de nirxandin li ser parçeyê başûr hate kirin, nirxandinên hevala Viyan di aliyê siyasî, rêxistinî, bîrdozî, ji bo sekna kadro û têkoşîna îdolojîk gelek bala min kişand.”

ASTENGÎ NAS NEDIKIR
Şimal, got ku bi hevala Viyan re taybetmediyeke gelek xweş hebû, di jiyan û xebatê de çiqas astengî û pirsgirêk hebe jî, ji xwe re tu tişt nedikir asteng, astengiyên ku hene nedikir sedema bêmoralbûnê. Ji ber kesayeta Viyan zehmetî nas nedikir, her dem ji xwe bawer bû. Şimal, da zanîn ku Viyan kesayeteke di armanc û têkoşîna xwe de gelek zelal bû û xwedî îdiayeke xurt bû. Ji bo hevala Viyan çiqas xebat pir bin, yan jî di xebatê de astengî derketiba jî, lê ev hemû dibûn sedema têkoşîn û keddayînê. Di kesayeta Viyan de coş û zindîbûna giyana zarokan hebû. Bi vê coş û peroşê nêzî jiyanê dibû.”
Şimal, bal kişand ser yek ji taybetmendiyên Viyan a girîng û wiha got: “Yek taybetmediyê wê îradebûna jin, dîsa navbera xwe û azadiyê de rakirina kendalane. Viyanê gelek girîngî dida rêxistinbûnê, bi taybetî jî ya jinan. Di mijarê de wiha di got: ‘Jineke ne birêxistin be her dem mehkûm e winda bibe; ji ber her kes dikare li her beşa bêrêxistin siyaset bike û ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne.’ Li hemberî vê rastiyê di serî de xwe bi rêxistin kiribû û xwedî biryar bû, ji bo rêxistinkirina jinan.”
Dema komploya navneteweyî pêşdikeve kampanyayek bi dirûşma ‘Kes nikare roja me tarî bike’ hate dest pê kirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de gelek hevalên jin û hevalên xort yên qehreman çalakî li dar xist. Bi vê dirûşmê gelê kurd bi qehremanî bersiv da komploya navneteweyî. Mîna hevalên Rojbîn, Berwar, Zîn, Bêrîtan, li Rûsya her wiha hevalê Teylan û hevala Kurdê, Rotînda di zîndanê, heval Serdar Ari. Şimal wiha axaftina xwe dom kir: “Di wan deman de hevala Viyan jî biryara çalakiyê dide; lê ji ber dema Rêber APO agahdar dibe ji van çalakiyan, rast nabîne û destwerda pêvajoyê. Piştî hişyariyê hevala Viyan bêyî ku ji kesî bêje çalakiya xwe dide rawestandin. Her çend ev biryara xwe rawestandibe jî, lê roj bi roj ev lêgerîna wê mezin dibe, ji ber komplo tenê bi girtina Rêber APO re bi sînor namîne û her sal ev komplo hîn kûrtir bû.”

XWEDÎ ÎRADE BÛ
Besê Şimal, destnîşan kir îdeolojiya azadiya jin tenê bi jina kurd re bi sînor nîne, bîrdoziyeke gerdûnî û bîrdoziya hemû jinan e û wiha got: “Ger jina kurd û jinên Rojhilat Navin têkoşîneke bîrdozî bide meşandin û vê bîrdoziyê li hemû jinan belav bike gelo wê pergal bikare li ser lingan bisekine? Pergala zayendperest, destpê jin û piştre jî afrînerê xwe mêr jî kole kiriye û bi vî şêweyî hemû civak xistiye bin kontrola xwe. Viyan bi vê çalakiyê ev peyam jî da neyaran ‘Ji ber jina azad komploya li ser Rêberê xwe wekî komployeke li ser hebûna xwe dipejirine, ji bo wê bersiva jina azad jî ev e; em dikarin bi tekoşîn û îrade xwe bişewîtinin û bi vî rengî komplogeran jî bi xwe bi şewitînin. Ji ber asta kurd gihiştî ew qas hêsan nîne.”

LEYLA QASIM
Viyan ji Silêmaniyê bû, hem jinên başûr, hem jî ji aliyê rastiya başûr ve divê rastiya Viyan bi kûranî bê fêmkirin. Ji ber rastiya dîroka başûr hemû bi îsyanan derbas dibe û jin di astekî gelek bilind de di rastiya şoreşê de cihê xwe digire, heta pêşengiyê jî dike. Ji van jinên peşen yek jê Leyla Qasime. Ji ber sekin, îrade û têkoşîna Leyla Qasim nîşan dide, ev berxwedaniya hata birîna sêdarê ji didome. Leyla Qasim bi vê sekna xwe di be jineke mînak û bandoreke mezin ava dike. Ev berxwedaniya Leyla Qasim di Başûr de, di şexsê jina başûr de dibe sembol.

KOMKUJIYA HELEPÇEYÊ
Ji ber ku Hevala Viyan di nav rastiyeke wiha de derket balkêşe. Viyan komkujiya Helepçe dîtibû. Van komkujiya di hevala Viyan de gelek bi êş bû. Dema ku Helepçe dihate gotin her dem Viyan digiriya. Hevala Viyan êşên gelê kurd û êşê jina kurd dijiya û Şimal wiha axifî: “Gere em rewşa jina başûrê kurdistanê bigirin dest û binirxînin, jina başûrê Kurdistanê di bin çewisandineke mezin de dijî. Belkî hemû jin di vê rewşê dijî, lê belê jina Başûr ji her alî li ser wê êrîş û desthilatî re rû bi rû ye. Ji ber van sedeman jî di başûr de ewqas xwekujî pêk tê. Bi taybet ji xwe şewitandin. Ev rastî ne tenê bi mudexela Amerîkayê dest pê kir. Li başûr êdî çanda tecawizê gelek zêde bûye û teşfîq dike û ev jî kiryarên gelek bi zanebûn li hemberî jin û gelê me pêk tên.”

JINA BAŞÛR Û VIYAN
Besê Şimal, diyar kir ku pergala ku niha heye pergaleke bê vîna jinê xwe didomîne, yanê bi tu awayî têde jin nîne û mafê xwe îfadekirina jinê nîne. Bi taybet di warê siyasî, çandî, civakîde jin nîne, hemû qadên xebatê jê re hatine girtin. Di Başûr de mîrov dibîne ku jin nikare bi rengekî azad xwe tevlî siyaset, jiyana civakî, çandî û aborî bibe. Şimal, rewşa jinên başûr wiha anî ziman: “Pêwîste jina başûr rastiya Viyan baş û berfereh fêm bike. Ji ber ku çalakiya Viyan ne ji sedema koletiyê pêk anî û ne jî ji rewşeke neçariyê ev çalakî pêk aniye. Raste, di rastiya jina Başûre de jî xwe şewitandin heye, lê jin çima xwe dişewitîne? ji ber êdî nikare vê jiyanê rabike û sedema wê ya jiyanê ji holê radibe û aramiya wê ji vê jiyanê re nemîneji bo vê yekê xwe dişewitîne. Xwekuştin jî wekî şêweyeke çareseriyê dibîne. Di fikire û dibêje; mirina min, ji jiyana min baştire. Lê ya Viyan ji bo jiyana azad m

Viyan Caf kî ye?
Leyla Welî Huseyîn (Viyan Caf) di sala 1982’an de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bû. Di sala 1997’an de tevlî Tevgera Azadiyê dibe. Li hemberî komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di sala 2006’an de agir berda bedena xwe.
Viyan Caf çalakiya xwe di şeva ku yekê sibatê bi 2’yê Sibatê ve girêdida vê çalakiyê li dar dixe. Viyan Caf biryara vê çalakiyê ne di sala 2006’an de dide, dema ku Rêbere Gelê kurd di sala 1999’an de ji Tirkiyeyê re tê radestkirin, vê biryarê digire, lê belê ji ber nirxandina Rêberê Gelê Kurd Ocalan a der barê xweşewitandinan de, wê demê çalakî pêk nayne.

No comments:

Post a Comment