Monday, February 1, 2010

Li PE’yê civîna krîtîk a kurd


01/02/2010

6’emîn Konferansa a Kurd li Parlamentoya Ewropayê (PE) bi mijara ‘Şerê tirk û kurdan: Diyaloga siyasî û avakirina aştiyê’ roja 3-4’ê sibatê dicive. Di Konferansê de ligel Ahmet Turk, Leyla Zana, Helene Flautre, Lothar Bisky, Hasan Cemal û gelek kesayetên din ên navdar ên cîhanê jî cih digirin. Di Konferansê de cerebeyên ku dikarin ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bibin mînak dê careke din bên nîqaşkirin.

CHOMSKY Û YAŞAR KEMAL
Di nav organîzatorên konferansê de xwediyê xelata Nobelê Desmond Tutu, xwediyê Xelata Nobelê Şîrîn Ebadî, Berdevkê Parazvanên Weqfa Hawirdorê û Qasidê Niyeta Erênî ya Konseya Ewropayê Bianca Jagger, Parlamentera Berê ya DEP’ê û xewdiyê xelata Hizirîna Azad a Sakharovê Leyla Zana, Profesor-nivîskar Noam Chomsky û Nivîskar Yaşar Kemal jî hene.
Parlamenterên PE’yê yên pirsgirêka tirk û kurd ji nêz ve dişopînin jî dê beşdar bibin. Her wiha parlamenterên BDP’ê û parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî dê di konferansê de amade bin.

ZANA Û TURK DÊ BIAXIVIN

Konferansa roja 3’yê sibatê bi axaftinên vekirinê yên Leyla Zanayê, Hevserokê DTP’a hat girtin Ahmet Turk û Serokê Koma Çepgir (GUE/NGL) a Ewropayê ya PE’yê Lothar Bisky dê dest pê bike.
Di heman rojê de nîqaşên bi mijara ‘Şerê tirk û kurdan: Diyaloga siyasî û avakirina aştiyê’ dest pê dike. Di vê beşê de hewldanên hikûmeta tirk dê rojnameger Hasan Cemal binirxîne. Parlamentera BDP’ê Emîne Ayna jî dê hewldanên kurdan ên li ser aştiyê vebêje.
Beşa li ser “Perspektîfa Ewropayê ya Yekitiya Ewropayê, tirk û kurd” jî Helene Flautre û Endamê Koma GUE/NGL’ê parlamenter Jurgen Klate dinirxînin.
Di danişîna yekemîn a roja 4’ê sibatê de rojev endamtiya Tirkiyeyê ya YE’yê, mafên mirovan û demokrasî ye. Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar li ser binpêkirina mafên mirovan a li Kurdistanê û Rîchar Howitt jî ji aliyê YE’yê ve binpêkirina mafên mirovan a Tirkiyeyê tînin ziman. Parlamenterê îngilîz Sarah Ludford jî têkiliyên YE-Tirkiye û pirsgirêka kurd vedibêje. Rojnameger Oral Çalişlar jî li ser hizîrîna azad dê biaxive.

NEXŞERIYA ÇARESERIYÊ
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez jî dê mijara parazvanên mafên mirovan û pêkanîna Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayêyê bîne ziman û her wiha gelek kesên din jî dê nirxandinan bikin. Di encamê de dê hewl bidin ku ji bo çareseriyê nexşeriyek bê afirandin. ANF

No comments:

Post a Comment