|
Ekîbên TEM'ê yên girêdayî Midûriyetên Polîsan, li Mêrdîn, Sêrt, Wan, Colemêrg, Mûş û Agiriyê li dijî rêveberên BDP'ê û ÎHD'ê operasyona hemwext pêk anî. Di operasyonê de ligel endam û rêveberên BDP'ê û ÎHD'ê 58 kes hatin binçavkirin.
MÊRDÎN
Ekîbên TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Mêrdîn, li Mêrdîn û navçeyên Mêrdîn hemwext bi ser gelek malan de girt. Polîsan, li ser navê "Operasyona KCK" bi ser gelek malan de girt û hemû alav û amûrên malan li nava hev xistin. Her wiha li malan gelek bîlgisayar û pirtûk jî desteser kirin. Di serdegirtinan de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Mêrdîn Îsa Durç, endamên Meclîsa Şaredariya Qoserê Şemsettîn Sulhan, Reşat Kaymaz û Musa Alkan, endamên Meclîsa Giştî ya Bajar Abdulkadîr Aktaş, Nazim Kok, Zîver Gumuş, endama DOKH'ê Gulser Yildirim, Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdîn Abdulkadîr Çogata, Serokê Rêxistina DTP'a hate girtin ya Mêrdîn Hîlmî Oncu, Serokê Rêxistina Navçeya Navendî ya BDP'ê ya Mêrdîn Ercan Guneş, Serokê Rêxistina DTP'ê ya Navçeya Navendî yê berê Davut Şahîn, Endama Meclîsa Şaredariya Mêrdîn Îpek Guneş, Rêvebera berê ya DTP'ê Ayşe Bozan, Endamê BDP'ê Erdal Irmak û gelek kesên din hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku lîsteya navê 24 kesan hebû di destê polîsan de hebû. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Mêrdîn.
SÊRT
Li Sêrtê jî di heman çarçoveyê de polîsan bi ser avahiya BDP, MKM-DER û gelek mal û saziyan de girtin. Lêgerînên avahiya BDP'ê û MKM-DER'ê hêj didome. Di serdegirtina malan de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Sêrtê Selahattîn Cengîz, rêveberên BDP'ê Mehmet Candemîr û Nacîye Ete, endamên Meclîsa Şaredariyê Bayram Kaçar û Hidayet Elînç, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Navçeya Navendî ya Sêrtê Ferman Sercan, Besna Sercan, Serokê MKM-DER'a Sêrtê Nacî Ozer û rêveberên wê Mustafa Gunduz, Serotê berê yê BDP'ê Sêrtê Arîf Karataş, Serokê DTP'ê yê berê Halîl Adiguzel, endamên Meclîsa Şaredariyê Şahin Kayikçi, Yuksel Yilmaz, rêveberên DTP'a hate girtin Fehîme Ete, Medîne Ete, Melahat Daşçi û Mehmet Ete û gelek kesên din hatin binçavkirin.
WAN
Li Wanê jî polîsan li gelek qadên bajêr nokteyên lêgerînê ava kirin û nasname kontrol kirin. Piştî kontrola nasnameyan bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan de 8 kes hatin binçavkirin. 8 kesên bi îdîaya "Endamê rêxistinê ne" hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Wanê.
AGIRÎ
Li Navenda Agirî û Patnosê jî polîsan bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan a li Navenda Agirî polîsan li malên Mîrza Şen, Şîrîn Açik û Mustafa Akyol lêgerîn pêk hat û piştî lêgerînê bi hinceta ketine gireva birçîbûnê Şen, Açik û Akyol binçavkirin. Li Navçeya Patnosê jî polîsan bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de xebatkarê şaredariyê Veysel Şîmşek jî di navde 6 kes binçavkirin. 6 kesên hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Polîsan a Agirî. Endamê Meclîsa BDP'ê ya Hamît Duman jî birin Agirî.
COLEMÊRG
Li navçeyên Gever û Şemzînanê jî polîsan di serdegirtina malan de 4 kes binçavkirin. Li Navenda Şemzînan û Gundê Altinsu yê Şemzînanê Yunus Bay, Hetem Camiye û Yilmaz Aydin hatin binçavkirin. Li Navçeya Geverê jî 3 kes hatin binçavkirin.
MÛŞ
Li Navçeya Kopê ya Mûşû jî di serdegirtina malan de xabatkara Meclîsa Jinê ya BDP'ê Şefîka Bîlîcî û Abdurahman Çîl hatin binçavkirin. 2 kesên hatin binçavkirin birin Midrûriyeta Polîsan a Navçeyê.

No comments:
Post a Comment