Saturday, February 13, 2010

DAXUYANIYÊN OCALAN

DAXUYANIYÊN OCALAN

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku wan di sala 12. de, armancên komploya 15'ê Sibatê pûç derxistine û weha got:
"Min bi sebir û helwesta xwe ya li vir û hewldanên gelê Kurd, nehişt komplo biserkeve."

Ocalan anî ziman ku, tevî komplo û hemû hewldanên tesfiyeyê jî, gelê Kurd û tevgera wî ya azadiyê, ji vê pêvajoyê bi hêzbûnê derketine.

Ocalan behsa armanca bingehîn ya komployê jî kir.

OCALAN: BI KOMPLOYÊ XWESTIN 3 TIŞTAN BI TIRKIYEYÊ BIDIN QEBÛLKIRIN

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, komploya navnetewî ya kete sala 12'mîn nirxand.

Ocalan armanca komployê jî bi 3 xalan, tîne ziman.

Ocalan dibêje armanceke komployê pêşîvekirina li tevgera siyasiya kurd a Başûr a di bin kontrolê de bû.

Ocalan wiha dewam dike:

"Di berdêla tesfiyekirina PKK'ê de, eynî weke ku di salên 1920'an dewleta tirk bi xwe ve girêdan, li Başûr jî, wê tevgereke siyasî ya kurd a di bin kontrola xwe de bi pêş bixistana. Ev daxwaza wan hinek bi cih hat. Di mijara Qibrisê de, soz dabûn Yewnanistanê. Wekî din, hin soz dabûn dewleta biçûk a Ermenî. Wê bi Tirkiyeyê jî ev yek bidana qebûlkirin. Lê belê ji van armancên wan yek tenê jî bi cih nehat."

Ocalan bi mînakdana rewşa Tirkiyê ya salên 1920'î, hedefa komployê tîne ziman û dibêje: "Çawa berê destek dan ermenî û yewnanan, dûre li Anatoliyê ew tesfiye kirin, di 15'ê sibata 1999'an de jî, armanceke wan a wisa hebû."

OCALAN: ME NEHIŞT KOMPLO BI SERKEVE

Ocalan daxuyaniya xwe wiha didomîne:
"Ez ji vir dikarim mizgîniyê bidim gelê me. Bi helwesta min a bi sebir a li vir û berxwedana hevpar a gelê me, me nehişt ev komplo biserkeve. Li vir çawa 11 salan min li ber xwe da, di sala 12'an de jî, ezê li ber xwe bidim. Di dawiya dawî de, tevî komplo û hemû hewldanên tesfiyeyê, tevger û gelê me, ji vê pêvajoyê xurt û bihêz derketiye."

OCALAN: YAN WÊ AKP LI ALIYÊ DEMOKRASIYÊ
CIH BIGIRE YAN JÎ WÊ WENDA BIKE

Ocalan derbarê paşeroja AKP'ê de jî nêrînên xwe anîn ziman.

Ocalan bi bîr dixe ku alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Huseyîn Çelîk gotiye, yan wê vê pêvajoyê bibin serî an jî wê pêvajo wan têk bibe.

"Yan AKP wê li aliyê demokrasiyê cih bigire, ew û li gel wê jî gelên kurd, tirk, elewî, ermenî û çerkez, hemû qezenc bikin. An jî ewê li aliyê CHP û MHP'ê yanî li aliyê netewperest, nijatperest û înkarê cih bigire û di tesfiyekirinê de israr bike û bi vê yekê jî bibe sedema wendakirina Tirkiyeyê."
Ocalan dema behsa armancên komployê kirin, bûyerên di salên 1920'an de li Tirkiyê qewimîn jî weke mînak nîşan dan.

Ocalan got, bi komployay li dijî çepgiran, muxalif hemû hatin tesfiyekirin û bandora vê derbê îro jî li ser çepgirên Tirkiyê heye.

Ocalan tespîta "Têkoşîna hevpar êdî nebe nabe" kir.

HÊ BANDORA DERBA SALÊN 1920'AN
LI SER ÇEPGIRAN HEYE

Ocalan xwest çepgir jî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê baş fêm bikin, bûyera qetilkirina Mustafa Suphî weke mînak nîşan da û got, qatilên bi rastî hê jî nehatine dîtin.

Ocalan behsa malbatên xizmên xwe di kuştinên siyasî de ji dest dane jî kir.

Ocalan got, ji bo bûyera qetilkirina Mustafa Suphî û bûyerên mîna wê werin ronîkirin, şert e Komîsyona Edaletê û Lêkolîna Heqîqetan were damezrandin.

Ocalan got, hê jî bandora derba qetilkirina Mustefa Suphî li ser çepgiran heye û weha peyivî:

"Divê çepgir êdî ji bin vê bandorê xilas bibin. Pêdiviya Tirkiyeyê bi vê alternatîfê heye. Hevalên çepgir divê êdî ji nivîsandinê wêdetir herin û vegerin nav karûbarên pratîkî, û gel birêxistin bikin. Ev sîh sal in dinivîsin, lê hê jî tiştekî berçav nîne. Çima tiştekî pratîk nakin, xwe venaguherînin tevgerekê, partiyekê? Ev xebat dibe ku di nava BDPê de jî bin, dibe ku bi awayê partiyeke sîwan jî bibin. Divê êdî bikevine nava liv û tevgerê. Divê dereng nemînin."

NE DEWLET, CIVAK SOSYALÎST DIBE
JI BER VÊ YEKÊ EM DIBÊJIN CIVAKA DEMOKRATÎK

Ocalan tespîta "sosyalîzma dewletê nabe, dewlet sosyalîst nabe, civak sosyalîst dibe' kir û got, divê civak were sosyalîstkirin.

"Ji ber vê yekê em dibêjin civaka demokratîk. Em Marks baş fêm nakin. Ya rastî ew jî dibêje dewleta sosyalîst nabe. Wî tespîteke rast kiribû, lê Lenîn di vê mijarê de şaşî kir. Êdî divê em têgehên dewlet û welat ji nav kirasên wan ên pîroz derînin. Ne ku mirov ji bo van têgehan bin, divê ew bi xwe ji bo mirovan bin."

JI BO ÇEPGIRÊN TIRKIYEYÎ Û KURDAN
TÊKOŞÎNA HEVPAR NEBENABE YE

Tespîteke din a Ocalan der barê demokrasî û dewletê de ye.

Ocalan anî ziman ku dewlet nikare demokrat bibe, û weha peyivî:

"Demokrasî ji bo gel e, gel li dijî dewletê ji bo demokrasî û mafan têdikoşe. Bêyî demokrasiyê ne sosyalîzm, ne jî komunîzm dibe."

Ocalan paradîgmaya li gorî fikrên xwe bi kurtî wiha rave kir: "Divê gel ji herî jêr heta herî jor weke komunan were birêxistinkirin."

"Têkoşîna hevpar, êdî karûbarekî ferz e. Ew nebe nabe. Weke nan û avê pêdivî pê heye. Ji bo çepgiran dibêjim. Ne mecbûr in di nava BDP'ê de cih bigirin, dikarin xebatên xwe jî dewam bikin, lê divê yan bi awayê partiya sîwan yan jî bi awayekî din di platformeke hevpar de werin cem hev. Ez dîsa dibêjim; BDP partiya Tirkiyeyê ye. Tirkiyeyîbûna Partiya Demokratîk a Aştiyê ji bo Tirkiyê gelekî girîng e. Eger derdorên çepgir, demokrat, sosyalîst, lîberal û heta dîndarên demokrat ên samîmî hemû werin cem hev, dikarin bi milyonan mirovî bixin nava tevgerê û wê pir jî serketî bin."

Rêberê Gelê Kurd Ocalan, di hevdîtinê de li ser pirsgirêkên gelê kurd û riyên çareseriyê jî sekinî.

Ocalan anî ziman ku kurd bi riya KCK, KCD û BDP'ê xwe rêxstin dikin û xwest ku ev neyên tevlihevkirin.

Ocalan got, ya girîng çareseriya pratîk ya ji bo pirsgirêkên rojane ye û divê civak wekî komên demokrasiyê were birêxistinkirin.

DIVÊ KONGREYA CIVAKA DEMOKRATÎK JI BO PIRSGIRÊKÊN ROJANE ÇARESERIYÊN PRATÎK BIBÎNE

Rêberê Gelê Kurd Ocalan, 1'mîn Civîna Koma Xebatê ya Baweriyên li Mezopotamyayê, ya bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk pêk hat nirxand.

Ocalan girîngiya sazîbûniya vê xebatê anî ziman û ji bo navendgeha wê jî, Amed yan jî Mêrdîn pêşniyar kir.

Ocalan got, ya herî girîng, afirandina çareseriyên ji bo pirsgirêkên pratîk e û divê tevahiya Kongreya Civaka Demokratîk bi heman bîrbirinê tevbigere.

"Bîrbirina bingehîn, pratîkbûn, meşandina xebatên pratîk û bi vî rengî çareserkirina pirsgirêkan e. Li Semsûrê, keçika bi navê Medîne bi saxî binax kirine. Ev hovîtiyek e. A rast, ya hatiye binaxkirin ne ew tenê ye, di şexsê wê de, hemû jin û em hemû hatine binaxkirin. Li gorî têgihîştina îslamî jî ev yek wisa ye. Îslamiyet, kuştina kesekî, wekî kuştina herkesî qebûl dike. Gelek pirsgirêkên civakî yên wekî vê hene, divê bi van re eleqeder bibin."

MODELA ÇARESERIYA PIRSGIRÊKAN DEMOKRASIYA KOMUNAN E

Ocalan ji bo modela çareseriya pirsgirêkan jî, konfederalîzma demokratîk nîşan da û wiha got:

"Dikarin vê, wekî 'komunên demokrasiyê' jî bi nav bikin. Bi avakirina komunên biçûk, divê hemû civak were rêxistinkirin. Divê heta herî jor wiha were hûnandin. Dikarin biryarên hevpar bigirin û ji bo hemû pirsgirêkan çareseriyên hevpar bibînin. Di heman demê de li bajar û taxan jî, komunên wisa dikarin bên avakirin."

Ocalan bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî jî û careke din anî ziman ku 3 modelên rêxistiniyê yên kurdan hene.

DIVÊ KCK, KCD Û BDP NEYÊN TEVLIHEVKIRIN

Dîtinên Ocalan ên di vê mijarê de wiha ne:

"Divê KCK, KCD û BDP'ê tevlihev nekin. KCKê xwe li çiyê bi rêxistin kiriye. Li her çar parçeyan baskên wê hene. Li bajaran jî dikare xwe bi rêxistin bike. Lê belê ev yek heqîqeta jihevdûdabûna van rêxistinan neguherîne. Kongreya Civaka Demokratîk KCD, ji bo birêxistinkirina gelê kurd a bi awayê komunal heye. Xebateke legal e. Divê girîngiya pêwist bidin vê xebatê. BDP ne baskê legal yê ti kesî ye. Divê vê jî bi awayekê zelal bibêjin. Bila bibêjin 'Em ne dijminên wan in, lê belê eleqeya me bi wan re nîne, em rêxistineke cûda ne.' Bila ev wisa were zanîn. BDP partiyeke Tirkiyeyê ye. Ev, riya rast e û ji ber ku em ji dil ji rastiya vê rêyê bawer dikin û ji ber ku em dizanin ku çareyeke me ya din tine, ev wisa ye."

Ocalan, kurdên Amed, Wan, Batman, Sêrt, Muş, Antalya, Aydin, Îzmîr, Mêrsîn Akdenîzê û girtiyên siyasî silav kirin.

Ocalan girîngiya Tevgera Jina Demokratîk jî anî ziman û got, ewê di meha adarê de, bi wesîleya 8'ê adarê peyamekê bide.

No comments:

Post a Comment