13/02/2010 |
|
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roja çarşemê bi parêzerên xwe re hevdîtina asayî pêk anî. Ocalan di hevdîtinê de bal kişand ser komcivîna Olên Mezopotamyayê ya li Mêrdînê û wiha got, "Xebateke girîng e, divê pratîk bibe. Dikare bibe xebateke sazîbûyî Amed an Mêrdîn dikare bibe navenda wê. Ya girîng ew e ku xwe bigihînê şêwazê xabatê yê ji pirsgirêkên rojane re çareseriyê pratîkî bibîne. Ev yek ji bo tevahiya Kongreya Civaka Demokratîk derbasdar e. Pratîkbûn, meşandina karên pratîkî û bi vî rengî çareserî dîtina ji pirsgirêkan re divê têgihîştina bingehîn be. Min gelek caran ev yek anî ziman. Ji nûçeyan min bihîst, li Semsûrê keçeke bi navê Medîne zindî zindî xistine bin axê. Ev tiştekî tirsnak e. Di rastiyê de ne ew bi tenê hatiye binaxkirin, di şexsê wê de hemû jin hatine binaxkirin, em tev hatine binaxkirin. Li gorî bawariya îslamê jî ev wisa ye, kuştina kesekî tê wateya her kesî. Mîna vê gelek pirsgirêkên civakî hene ku divê çareser bibin. Divê bi wan re mijûl bibin." 'DIVÊ KOMÛNAN AVA BIKIN' Ocalan têkildarî xebata Kongreya Civaka Demokratîk jî ev pêşniyarên pratîkî kirin: "Min digot komunalîzma demokratîk. An dikare demokrasiya komunan jî be. Mantiqê vê yekê jî ev e: Bi avakirina komunen biçûk biçûk pêwîst e hemû civak were rêxistinkirin. Heta herî jorê pêwîste wisa bû hûnandin. Mînak, ma li gundekî sê, pênc kesên dirust û demokrat nînin? Ev dikarin di nava xwe de komunekê ava bikin, biryarên hevbeş bigirin û ji bo hemû pirsgirêkan li çareseriyan bigerin. Di heman demê de li bajar û taxan jî dikare komunên bi heman rengî bêne sazkirin. Ev yek heta asta herî jorê dikare bipêş bikeve. Armanca KCD'a li Amedê ev bû. Divê ev komun di dema herî kin de bêne sazkirin. Gelê me ji bo vê yekê amade ye. Bi hezaran gund, bi dehan şaredarî hene. Divê ev derfet bêne bikaranîn. Mînak li Amedê dikare bi sedan komunên bi vî rengî bêne avakirin." . 'NIVÎSANDIN TÊRÊ NAKE' Ocalan, der barê rêxistinbûn û pêşxistina tevgera çep de jî pêşniyarên xwe yên zelal anîn ziman û wiha got: "Hevalên li eniya çep êdî ji nivîsandinê wêdetir divê xwe bidin pratîkê û gel rêxistin bikin. Ez fêm nakim, ev ê heta heta gelo tenê binivîsînin? Ev 30 sal in xêz dikin, dinivîsînin, lê hêj tiştekî berbiçav nîne. Çima wernagerînin pratîkê, tevgerekê û partîbûnekê. Ev xebat dikare di nava BDP'ê de pêk were, her wiha dikare bi şêwazê Partiya Sîwan jî bê meşandin. Êdî divê bikevin nava tevgerê. Êdî dema werê windakirin jî nema ye. Mahîr Çayan û Denîz Gezmîşan vala jiyana xwe nedan. Ew rêhevalên min bûn jî. Divê li giyana wan xwedî derkevin. Ez bi girêdana bi bîranîna wan re ev 40 sal in di nava tevgera sosyalîst de têkoşînê didim. Min tim got ku ez ji Mahîr bandor bûm. Heger Mahîr tunebûya ez û hevalên min jî niha tune bûn. Ez nebûma PKK ava nedibû, PKK nebûya mînak DTP, BDP nebû. Yanî ev tev hev bandor dikin û tevgerên bi hev re girêdayî ne, yanî ji heman mîrasê tên. Îbrahîm Kapakkaya jî wisa ye. Wî jî wê bixwesta wisa bibe. Ez van tiştan ji hevalên TIKKO'van re jî dibêjim, em van mijaran guftûgo dikim. Ez pêvajoyên neyînî yên di nava Dev-yol'ê de jî baş dizanim. 'JI BO ÇEPGIRAN REWŞ GUNCAV E' Ocalan, têkildarî hêzên li Tirkiyeyê û hawirê ji bo pêşketina çep de jî nerînên xwe anîn ziman û rewş bi vî rengî analîz kir: "Paradîgmaya MHP û CHP'ê nijadperest, laîk, faşîzm a neteweperest e. Li aliyê din paradîgmaya AKP'ê jî îslamî-neteweperest e. Qonaxa ku van Tirkiye anî ber diyar de. Li hember van divê welatê demokratîk, neteweya demokratîk û komara demokratîk bingeh bê girtin. Di rastiyê de dewleta demokratîk nabe, demokrasî ji bo gel e. Gel li hember dewletê têkoşîna maf û demokrasiyê dide. Heta demokrasî pêk neyê sosyalîzm, komunîzm pêk nayê. Di şerê naxweyî yê piştî Şoreşa Cotmehê ya 1917'an de Troçkî digot ku wisa nameşe. Bakunin û Proudhon jî digotin ev riyeke şaş e. Piştî belavbûna Sovyetê rewşa ku gel ketiyê li ber çavan e. Em Çînê dibînin, kapîtalîzma DYA'yê xwedî dike. Di têkoşîna sosyalîzmê û şoreşan de heta niha bi milyonan mirovî jiyana xwe ji dest da. Lê tevî van berdelan jî di rewşa em gihîştinê de mixabin çepê klasîk têk çû, winda kir. Divê sedemên vê yekê baş werin tehlîlkirin. Êdî divê ev yek were fêmkirin û li dora paradîgmaya nû ya ez qala wê dikim kombûn çêbibe. Li Amerîkaya Başûr di vê wateyê de pêşketinên erênî hene. Li Tirkiyeyê jî rewş ji bo vê yekê guncav e. Li derdora vê paradîgmayê hemû çep, demokrat, sosyalîst, lîberal hata oldarên lîberal ên dilsoz dema werin gel hev dhe karibin milyonan bixin tevgerê û gelekî serkeftî bin. Divê çep di mijara metafizîkê de hinekî din nerm tevbigere. Bi vê yekê re girêdeyî diyar e ku di jiyana civakî de exlaq xwedî roleke çiqasî girîng e. Di vê wadeyê de qada metafizîkê xwedî girîngiyeke wisa ye ku divê di tekela derdorên neteweperest û muhafazakar de neyê hiştin. Rêjeya bêkariyê pir zêde ye, bi sedhezaran, bi milyonan mirov bêkar in. Rewşa kedkarên TEKEL'ê li ber çav e. Têkoşîna mafan didin." 'KOMLO HATE PÛÇKIRIN' Ocalan, têkildarî 12’emîn salvegera komploya navneteweyî jî nerînên xwe anîn ziman û destnîşan kir ku di encama têkoşîna ku ev 11 sal in dide û têkoşîna gelê kurd komplo pûç derxist. Ocalan li ser armancên komployê û berxwedana li dijî komploya navneteweyî de jî wiha axivî: "Sê tişt hebûn ku bi komployê xistibûn armanc. Beranberî tasfiyekirina min û PKK'ê mîna ku di sala 1920'an dewleta tirk bi xwe ve girêdan mebest ew bû ku riya hebûneke siyasî ya kurd li Başûr a girêdayî wan bê vekirin. Heta astekê jî ev pêk hat. Her wiha ji bo Yewnanistanê jî soza Kibrisê hatibû dayin. Dîsa soza ku ji bo dewleta biçûk ya ermenî hatibû dayin heye. Dê ev bi Tirkiyeyê bidana qebûlkirin. Lê yek ji van tiştan pêk nehat. Ez dikarim êdî li vir vê mizgîniyê bidim gelê me. Di pêvajoya em dikevin sala 12’emîn komplo pûç derxistin. Bi rengekî misoger ev hate fêmkirin. Di vir de sekna min ya bi sebr û hewldanên gelê me yên hevpar pêk hat. Em dikarin êdî vê yekê ji gelê me re rave bikin; Di pûç derxistina komployê de em bi ser ketin. Çawa ku ji bo vê yekê min 11 salan li ber xwe da, ez ê di sala 12’emîn de jî li ber xwe bidim. Beranberî hemû komplo û hewldanên tasfiyeyê jî tevgera me û gelê bi hêz derketiye. " 'AKP LI BER DURYANÊ YE' Ocalan, têkildarî pêşeroja desthilatdariya AKP'ê de jî nerînên xwe anîn ziman û rewşa AKP'ê mîna 'li ber duryanê ye' binav kir. Ocalan der barê desthilatdariya AKP'ê de jî wiha axivî: "Tercîha AKP'ê ya dema pêvajoya li pêşiya me girîng e. An dê li aliyê demokrasiyeke rast cih bigire û bi xwe re -kurd, tirk, ermenî çerkez û hwd. beyî ku wan cuda bikim dibêjim- bidest bixe, an dê li aliyê CHP û MHP'ê yanî li aliyê neteweperest, nijadperest, înkarvan cihê xwe bigire û di tasfiyeyê de israr bike. Ev yek jî bêguman dê bibe sedema windakirina Tirkiyeyê. Ez van mîna tesbît tînim ziman. Huseyin Çelîk di axaftina xwe de dibêje, 'An em ê vê pêvajoya vebûnê heta dawiyê bibin an jî ev pêvajo dê me biqedîne'. Fêmkirina wan a vê yekê girîng e. Pêwîst e rêzdar serokwezîr jî vê mijarê baş fêm bike." BANGA JI BO GIRTIYAN Ocalan, bûyerên li Kop a Mûşê pêk hatin jî bibîr anîn û got, 'Ji bo gelê Mûşê silavên xwe pêşkêş dikim. Du ewladên hêja yên gelê me li Kopê jiyana xwe ji dest dan. Ez wan bi hurmet bi bîr tînim." Her wiha Ocalan di dawiya hevdîtina xwe de têkildarî nameyên ji girtîgehan ku jê re hatine şandin de jî ev agahî dan: "Ji girtîgehan name hatine. Ji girtîgehên Midyad û Bedlîsê name ji min re hatin. Ji Girtîgeha Bakirkoy, Girtîgeha Gebzeyê name hatin. Ji bo hemû hevalên di girtîgehan de silav û rêzên xwe pêşkêş dikim." ‘BDP RÊXISTINBÛYINEKE CUDA YE’ OCALAN têkildarî cudabûna di navbera şêwazê rêxistinbûna KCD, BDP û KCK de jî rave kir û wiha axivî: "Pêwîst e noqteyek ji hev were veqetandin. KCD cuda ye, BDP cuda ye. Ji xwe tu têkiliya KCK'ê bi van re nîne. KCK li çiyê rêxistinkirî ye. Dikare li bajêr jî xwe birêxistin bike. Dibe ku li heman qadê ew û BDP xwe birêxistin bikin lê belê ev yek jî rastiya ku di hebûnên ji hev pir cuda ne naguherîne. KCK li çar parçeyan rêxistinkirî ye. Beş û yekîneyên KCK'ê hene. Lê divê bi tu awayî divê KCD, BDP û KCK tevlî hev nebin. BDP ne dirêjahiya legal a tu hêzê ye. Divê ev vekirî were gotin. Divê bêjin em ne dijminê wan in, lê tu têkiliya me jî nîne, ev yek rast e jî. Yanî ne li dij e, lê divê bêje ew rêxistinbûyineke cuda ye, em rêxistibûniyene cuda ne. 'BDP PARTIYA TIRKIYEYÊ YE' OCALAN, bi taybetî binê wê xêz kir ku BDP partiya Tirkiyeyê ye û cudabûna di navbera BDP û KCD'ê de careke din rave kir û rexne li çepê tirk kirin. Ocalan têkildarî mijarê wiha dirêjî axaftina xwe bû: "Kongreya Civaka Demokratîk ji bo gelê kurd bi şêwazê komunal rêxistin bike heye. Xebateke legal e. Divê girîngiya vê xabatê were dayin. Lê BDP partiya Tirkiyeyê ye. Ev bi rastî jî wisa ye û divê wisa be. Ji ber ku em ji dil bi vê rastiyê bawerin, dîsa ji bo ku ji bilî vê tu riyên din tune ne wisa ye. Ji ber ku em dizanin riya rast a bi tenê ev e wisa ye. Ev gelekî girîng e û divê BDP hemû xebatên xwe li gorî vê yekê bimeşîne. Ev hêzên çep fêm nakin. Pêwîst e êdî bixwe werin. Çepê tirk hêj qetilkirina Mustafa Suphiyan a 1920'an zelal nekiriye. Çep hêj di bin bandora darbeyê de ye. Divê êdî rizgar bibe. Pêwîstiya Tirkiyeyê bi vê alternatîfê heye." TÊKILIYA ÇEPGIRAN Û BDP’Ê Ocalan, beşeke berfireh li ser bihêzkirina eniya çepgir veqetand û destnîşan kir ku êdî têkoşîna hevpar bûye berpirsiyariyeke jênerev. Ocalan diyar kir ku ne mecbûr e çepgir di nava BDP'ê de cih bigirin û di her şert û mercî de dikarin berpirsiyariyên xwe bi cih bînin. Têkildarî mijarê Ocalan wiha domand: "Têkoşîna hevpar êdî jênerev e, mîna nan û avê pêwîst e. Ji bo çep dibêjim, ne mecbûr in di nava BDP'ê de cih bigirin. Dikarin xebatên xwe bidomînin lê belê neçarin bi formuleke mîna Partiya Sîwan de bigihijin hev. Ez dubare dikim BDP partiya Tirkiyeyê ye, dê wisa be." Ocalan, destnîşan kir ku heta bûyerên di dîrokê de neyên zelalkirin nikare behsa pêşketinê bê kirin û careke din pêşniyara Komîsyona Lêkolînkirina Rastiyan û Dadê bibîr xist û destnîşan kir ku bi vê yekê dikare hemû kuştinên kiryar ne diyar zelal bibin. EZ XEBATÊN TEVGERA JINAN A DEMOKRATİK GIRÎNG DIBÎNIM Ocalan têkildarî tevgera jinan de jî axivî û wiha got: "Ez Tevgera Jinan ya Demokratîk pir girîng dibînim. Xebatên wan serkeftî dibînim, bila wisa bidomînin. Di kar û xebatên wan de serkeftinê dixwazim. Têkildarî rewşa jinan ez kûr dibim. Di meha Adarê de ez ê bi munasebeta 8'ê Adarê li ser mijara jinan rawestim û peyamekê pêşkêş bikim. Ji bo hevalên jin silavên xwe pêşkêş dikim. Ji bo gelê me yê Amed, Wan, Batman, Sêrt û yên li Antalya, Aydin, Îzmîr, Mêrsîn û navçeya Akdenîzê hezkirin û silavên xwe dişînim. "STENBOL - ANF |
Saturday, February 13, 2010
Komplo hate pûçkirin
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment