Saturday, February 13, 2010

Baydemîr: Azadiya Welat yek ji kelehên rûmetê yên gelê kurd e


13/02/2010

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Prz.Osman Baydemîr, pê re hevsera wî Cîgira Serokê Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan Prz.Reyhan Yalçindag bi mebesta şermezarkirina 21 sal cezayê girtîgehê yê li Midûrê Berpirsê Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat yê berê Ozan Kilinç hatiye birîn, navenda rojnameyê ziyaret kir. Baydemîr got ku ew ceza neheqiyeke li rojnameya Azadiya Welat hatiye kirin û nabe ku ev ceza rewa bê dîtin.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Prz.Osman Baydemîr, ligel hevsera wî Cîgira Serokê Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan Prz.Reyhan Yalçindag Azadiya Welat ziyaret kir û cezakirina Xwediyê Rojnameyê yê berê Ozan Kilinç şermezar kir. Baydemîr û Yalçindag ji aliyê edîtor û rêveberên rojnameyê ve hatin pêşwazîkirin.

'Ev neheqiyeke mezin e'

Baydemîr anî ziman ku cezayê li midûrê berpirs ê rojnameyê hatiye birîn nabe ku rewa bê dîtin û wiha got: "Li dereke din a cîhanê pêkanîneke bi vî rengî pêk bê dê her kes rabe serpiyan û nerazîbûna xwe bîne ziman. Lê mixabin li welatê me qewimînên bi vî rengî ji bo me kurdan rewa tên dîtin. Azadiya Welat yek ji kelehên rûmetê yên gelê me ye. Nabe ku ev pêkanîn bê qebûlkirin. Divê neyê qebûlkirin. Ev şermeke zemin e. Cezayê li hatiye dayîn di heman demê de zext û zordariya li hemberî zimanê kurdî radixe ber me."

'Piştî TRT 6'ê zêdetir ceza li kurdî hate birîn'

Baydemîr li ser durûtiya Hikûmeta AKP'ê ya li hemberî çapemeniya kurd rawestiya û wiha got: "Dixwazim wekî mînak bînim ziman. Piştî TRT 6 hatiye vekirin, heta niha bi dehan caran cezayên ji ber axaftinên bi kurdî, em çûne dadgehan û me îfade dane. Cezayên li rojnamegerên kurd tê birîn, wekî bûyerên ji rêzê tên qebûlkirin. Em hînî vê yekê hatin kirin. Divê wisa nebe. Em li hemberî xwe van pêkanînan ji rêzê nekin û hevgiriyeke li hemberî vê yekê pêdivê."

Yek ji edîtorên rojnameyê Heqî Botan jî spasdariya xwe ya ji bo piştgiriya Baydemîr û hevsera wî Yalçindag anî ziman û wiha got: "Di nava 3 sal û nîvan de em mecbûr man ku 6 midûran biguherînin. Der barê 6 hevalên me de cezayên giran hatin birîn. Yek ji Midûrên Berpirsiyar ê Rojnameya Me Vedat Kurşun niha di girtîgeha Amedê de ye û zêdetirî 100 salan ceza ji bo tê xwestin. Gelek ji wan cezayan jî hatine erêkirin. Ozan Kilinç mînaka dawî nîn e. Di nava hefteyê de dozger gef li hevalê Mehdî Tanrikulu jî xwarin e û jê re gotiye tu careke din bê ber min ez ê te bigirim. Em mîsyona Azadiya Welat dizanin. Girîngiya Azadiya Welat a ji bo gelê kurd tê zanîn. Çi bikin bila bikin, Azadiya Welat dê li ser piyan bimîne û di riya xwe de bimeşe."

Baydemîr û Yalçindag pişt re li avahiyê rojnameyê geriyan û yek bi yek bi xebatkarên rojnameyê re halxweşî kir. Baydemîr û Yalçindag li ber wêneyên Şehîdên Çapemeniya Azad rawestiya, rêzdariya xwe ya ji bo şehîdên çapemeniyê anî ziman.AMED/DÎHA

No comments:

Post a Comment