13/02/2010 |
|
NAVENDA NÛÇEYAN - AMED 85 sal di ser re derbas bûn. Îro 85’emîn salvegera destpêkirina Serhildana Şêx Seîd e. Piştî bêbextiya dewleta tirk a li hemberî gelê kurd, Şêx Seîd û hevalên wî ji Pîranê ji bo maf û azadiyên gelê kurd serî hilda. Di sazkirina Komara Tirk de, di serî de Ataturk; rêberên sazkar ên komarê ligel soza hevpariyê ya ji bo gelê kurd dabû, bi hevkariya gelê kurd di şerê azadiyê de serkeftî bûbûn. Ligel ku di Makeqanûna ji aliyê Meclîsa Damezirîner ve di sala 1921’ê de hatiya qebûlkirin qala maf û azadiyên gelê kurd jî hatibe kirin û Ataturkî bi xwe di axaftinên xwe de wê demê anîbe ziman ku Tirkiye welatê hevpar ê gelên kurd û tirk e, qala otonomiya Kurdistanê kiribe jî; piştî peymana Lozanê ev sozên xwe ji bîrkirin û Îttîhadî di rêveberiya komarê de serdest bûn. Komara Tirk di sala 1924’an de Makeqanûneke li ser esasê yek-miletî û yek-zimaniyê ava kir û hewldana bişaftin û helandina gelê kurd da ber xwe. Li hemberî vê bêbextiyê serkêşên kurdan nerazîbûna xwe diyar kir û pêvajoyeke bi qetl û xwîn ê ku dê 13 salan dom bide dest pê kir.Serhildana Şêx Seîd, wekî destpêka vê pêvajoya bi qetl û xwîn tê qebûlkirin. Şêx Seîd piştî amadekariyên di nava demeke kurt de pêk hatin di 13’ê Sibata 1925’an de li Pîrana Amedê serhildan da destpêkirin. Di 16’ê sibatê de nijdeyên azadîxwaz bi ser Dara Hênê de girt û walî û rayedarên din ên dewletê dîl girtin. Ev çalakî yek ji çalakiyên mezin ên destpêka serhildanê ye. Serhildan di nava demeke kurt de berfireh bû Maden, Sêwreg û Erxenî jî hatin bidestxistin. Di heman demê de Şêx Evdila jî bi dest xistina Gimgima Mûşê piştgirî da serhildanê. Şêx Evdila û hêzên pê re xwestin Mûşê jî bi dest bixin. Dewleta tirk di rojên ku serhildêrên kurd ber bi Mûşê ve dimeşiyan li Mûşê rewşa awarte îlan kir. Dewleta tirk çiqas li ber xwe da be jî piştgiriya ji bo serhildanê her ku diçe gur dibû û hêza Şêx Seîd roj bi roj zêdetir dibû. Li gorî daneyên di dîrokê de hatine qeydkirin 5 hezar serhildêrên kurd di 7’ê adarê de bi ser Amedê de girt. Ligel pêşketina serhildanê, rayedarên dewleta tirk jî xwe ji bo zêdekirina zilm û zordariyê amade dikir. Ataturkî, çawa serhildêrên kurd berê xwe dan Amedê; Îsmet Înonu ji Heybelîadayê gazî kir. Di zîrveya Ataturk û Îsmet înonu ya li Qesra Çankayayê pêk hatî de plana çewsandina ji bo serhildanê hate axaftin. Ataturkî, Alî Fethî ji peywîrê girt û peywîra damezrandina ji bo hikûmeta nû da Înonu. Îsmet Înonu di 3’yê adarê de hikûmeta nû ava kir. Roja paştir jî, ango di 4’ê adarê de parlamentoya tirk Qanûna Takrîr-î Sukun heta derxistin û riya erkdariyeke mezin li ber hikûmetê hate vekirin. Di heman demê de biryara ji bo avakirina Dadgehên Îstîklalê jî hate dayîn. Hikûmeta di bin serokwezîrtiya Înonu de hatiye avakirin, li hemberî gelê kurd zilm û zordariyeke bê sînor meşand. Serhildêrên kurd ên dixwestin Amedê bi dest bixin, mecbûr man ku xwe paşve bikişînin. Ji 26’ê adarê şûnde rêberên serhildanê xwestin derbasî Rojhilatê Kurdistanê bibin. Hêzên dewleta tirk, li Bongilana Çewlikê rê li ber wan girt. Şêx Şerîf û hin hevalên pê re li Paloyê, Şêx Seîd jî li ser pira Carpuhê di 15’ê nîsanê de hate girtin. Di girtina Şêx Seîd de rola xiyaneta navxweyî ya kurdan girîng e. Lewre yê Şêx Seîd daye girtin lêzimekî wî bi xwe bû. Geşedanên piştî dîlgirtina Şêx Seîd tên zanîn. Rêberê Cemiyate Bilind a Kurd Seyîd Evdilqadir û 12 hevalên wî yên ji Stenbolê piştgirî didan serhildanê hatin girtin û ew jî anîn Amedê. Piştî darizandineke formalîte Seyîd Evdilqadir û 5 hevalên wî di 27’ê gulanê de hatin darvekirin. Her wiha Dadgeha Îstîklalê di 28’ê hezîranê de li Amedê cezayê darvekirinê li Şêx Seîd û 47 rêberên serhildanê birî. Parlamentoya tirk di heman rojê de rûnişt û cezayê darvekirinê erê kir. Şêx Seîd û 47 rêberên serhildanê di 29’ê hezîranê de li Amedê hatin darvekirin. Ligel vê darvekirinê pêvajoyê bi qetl û xwîn ê li hemberî gelê kurd derket asta herî bilind. Rêzeserhildanên gelê kurd ên piştî darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî destpêkirîn, hemû bi heman rêbazê bi encam bûn. Di nava 13 salan de hejmara kurdên bi destê Artêşa Tirk hatine qetilkirin ji sed hezarî zêdetir e. |
Saturday, February 13, 2010
Serhildana Şêx Seîd
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment