![](http://www.welat.org/imaj/index.3.gif)
![](http://www.welat.org/imaj/logo_001.jpg)
13/02/2010
Parlamentera BDP'ê ya Wanê Fatma Kurtulan, nestendina rojnameya me ya Girtîgeha Tîpa F a Wanê, ji Wezîrê Dadê Sadullah Ergin pirsî.Parlamentera BDP'ê ya Wanê Fatma Kurtulan, astengkirina daxwaza rojnameya me Azadiya Welat a girtiyê Girtîgeha Tîpa F a Wanê Îskender Karaman ji Wezîrê Dadê Sadullah Ergin pirsî. Fatma Kurtulanê di pirsiyarnameya xwe ya nivîskî de, Qanûna bi hejmara 5275 a ji bo Tedbîrên Ewlehiyî û Cezayê bi bîr xist û wiha got: "Dibêjin ku weşanên ne bi tirkî, ji aliyê wergêrekî ku sondxwariye ve bê wergerandin û piştre jî pêşkêşî Lijneya Perwerdehiyê ya Girtîgehê bê kirin. Ji ber vê yekê, ji bo rojnameya Azadiya Welat a ku bi zimanê kurdî tê weşandin jî wergerandinê dixwazin. Lê ji bo her rûperlekî 90 TL dixwazin û rojanme jî 12 rûpel e. Bi giştî dike hezar û 80 TL. Ji ber vê pêkanînê jî girtiyê bi navê Îskender Kahraman, nikare rojanmeyê bistîne."Kurtulanê ev pirs kirin;- Gelo li girtîgehan xebatkarên ku sond xwariye dixebitin? Gelo ji bo rojnameyek rojane ya ku di kontrola dewletê re derbas dibe, pêdivî bi wergerê heye? -Rojname dê di çend saetan de bê wergeranin û dê di çend saetand e bigihîje destê girtî? Gelo pêkan e ku girtiyeke rojê hezar û 80 TL bide rojnameyeke?- Ji bo wergerê ji Îskender Kahraman çiqas pere hatiye xwestin? Gelo ev pere ji bo rûpel an jî ji bo hemû rojnameyê hatiye xwestin? Di qanûnê de tenê standina buhaya weşanê derbasibe, hûn çima perê wergerê dixwazin?- Di encamê de Azadiya Welat jî rojnameyeke rojane ye. Der barê wê de tu biryara komkirinê jî tune ye. Gelo ev rojname çima tê astengkirin? Heke ku biryara dadgehê jî hebe, ne pêwîst e vê yekê ragihînin? - Gelo bi vê biryarê, mafê ragihandinê nayê astengkirin?-Ragihandina di zimanê zikmakî de bi van pêkanînan tê astengkirin. Gelo hûn difikirin ku ev pirsgirêk û yên din ên bi vî rengî bigirin rojeva xwe? ENQERE
No comments:
Post a Comment