|
13/02/2010 |
|
Kongra Gel Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar kir û bang li kurdên ku li Ewropayê dijîn kir ku beşdarî meşa Strasbourgê bibin. Serokatiya Kongra Gel bi boneya 12’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li çar perçeyên Kurdistanê û li hemû welatên ku kurd lê dijîn kurdan çalakî lidarxist û li hember Komploya Navneteweyî bedêng neman. Di yekem roja komployê ya ku bi şîara ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi beşdariya hezaran gelek çalakî hatin lidarxistin, nezî 100 kesî bedena xwe da ber agir û di dîroka mirovahiyê de hê jî xwedîderketike bi vî rengî nîn e.” Di daxuyaniyê de hat gotin ku di komployê de rêveberiya Amerîkayê ya wê demê cih girtiye û derket holê ku Yunanistan, Israîl, Rûsya û hin welatên Ewropayê di nav komployê de cih girtine û ji ber vê yekê ev komployeke navneteweyî ye. Hat gotin ku dagirkeran bi komployê xwestiye ku gelê kurd û tirk bînin hemberî hev. Di daxuyaniya Kongra Gel de hat gotin ku Ocalan Komploya Navneteweyî pûç derxistiye û wiha hate gotin: “Serokatiya me hem li hember kesên ku dixwazin ku wî esîr bigirin polîtîkayên wan pûç derxistine û hem jî bi paradîgmaya nû û têkoşînê meşa azadiyê heta roja îro aniye. Di nava 11 salan de Komploya Navneteweyî pûç hatiye derxistin û ev planên komployê hê jî îro bi navê ‘pêşîvekirin’ û bi tarzên cuda didomin. Ji aliyekî ve Serokatiya me dixin çala mirinê û ji aliyê din ve jî partiyên siyasî digirin û siyasetmedarên kurd didin girtin. Hewldanên wan ên erîşên giştî, operasyonên îmhayê û armancên tasfiyeyê didomin.” Kongre Gel bang kir ku gelê kurd bi ruhê yekitî û hevgirtinê têkoşîna demokrasiyê bi pêş bixe û di salvegera komploya 15’ê Sibatê de bi ruhê Apogeriyê çalakiyên xwe yên demokratîk bi kar bîne û bi pêş bixe. Kongra Gel bang li hemû kurdên ku li Ewropayê dijîn kir ku beşdarî meş û mîtînga Strasourgê ku îro pêk tê bibin. STRASBOURG/ANF |
Saturday, February 13, 2010
Kongra Gel 15’ê Sibatê şermezar kir
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment