13/02/2010 |
|
Mala Jinan a Gulşîlav a Şaredariya Nisêbînê, li ser daxwazan ji bo jinan kursên xwendin û nivîsadina kurdî da destpêkirin. Mala Jinan a Gulşîlav ku piştî dest bi qeydan kir, rastî eleqeyeke germ hat. Berpirsiyara Mala Jinan a Gulşîlavê Gul Berkî, diyar kir ku hefteyê 2 rojan ders didin û di encama anketa çêkirine de jî wan profîla jinên Nisêbînê derxistiye. Berkî, destnîşan kir ku ji ber eleqeya zêde ya li hemberî kurdî, di serî de dest bi vekirina kursên kurdî kirine. Berkî, anî ziman ku hefteya bê dê kursên tirkî jî bidin destpêkirin. Berkî, da zanîn ku dixwazin ji bo jinan cihêkî cuda ava bikin û ji bo bi pêş bikevin xebatan dimeşînin û wiha got: “Ji ber derfetên xwendinê yên jinan li malê çênabe, me ji bo jinan Pirtûkxaneya Siyaseta Jinan vekir. Jinên dixwazin dikarin ji vê pirtûkxaneya me sûdê wergrin. Di pirtûkxaneya me de gelek cureyên pirtûkan hene. Lê piraniya pirtûkan der barê çavkaniya jinan de ne. Armanca me avakirina cihekî baş e li gorî jinan e.” Mala Jinan Gulşîlav ku di bin banê Şaredariya Nisêbînê de hatiye vekirin, bi kursên xwendin û nivîsandinê yên kurdî û tirkî yên ji bo jinan dest bi kar kir. Mala Jinan dê dipêşerojê de xizmetên hevşêwiriyê, kompîtur, perwerdehiya zarokan, îngilîzî û gelek xizmetên civakî û çandî jî bide. Mala Jinan Gulşîlav, bi armca der barê jinan de xebatan bimeşîne di bin banê Şaredariya Nisêbînê de di 17’ê cotmeha 2009’an de hatiye vekirin. Mala Jinan, ji bo pirsgirêkên civakî çareser bikin bi kesên pispor re dê alîkariya hiquqî bide jinan. Mala Jinan Gulşîlav, ji bo jin bi hêz bibin xizmeta şêwêrmendiya psîkololjîk û civakî dide û ji bo pêşerojê jî gelek xebatên çandî û civakî plan dike. MÊRDÎN |
Saturday, February 13, 2010
Gulşîlavê dest bi kursên kurdî kir
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment