13/02/2010 |
|
Li Xwedî û Midûrê Nivîsan ê rojnameya Azadiya Welat ê berê Ozan Kilinç, ji ber nûçeyên di 12 hêjmarên di meha hezîrana 2009’an de hatibûn weşandin 21 sal ceza hat birîn. Ceza ji aliyê 5’emîn dadgeha bilind a Amedê ve hate birîn. Piştî biryara dadgehê di gelek ajans û rojnamên cîhanê de mijar wekî nûçeya sereke û yekemîn cih girt. BBC, Le Monde, Woanews, Reuters, Newyork Times, AP, Le Temps, Deustchland Radio, Radio Cîtta Aperta û NRK bi berfirehî mijar bi xwendevan, temaşevan û guhdarên xwe re parve kir. Her wiha helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî çapameniya azad teşhîr kirin. Voanews: Di nûçe ya xwe de destnîşan kir ku ‘Xwediyê rojnameyeke kurdî ji ber ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re gotina’’Reberê Gelê Kurd’’nivîsandiye dadgehên tirk 21 sal û 3 meh ceza lê birîne. Bi vî awayî helwesta hikûmetê ya li dijî çapemeniya kurd û muxalîf deşîfre kir. Reuters: Di sala 2002’yan de Serokwezîrê Tirkiyê li Amedê gotibû; “Pirsgirêka gelê kurd a min e. Piştî wê salê ji di nîsana 2009’an û heta niha gelek siyasetmedar û zarokên gelê kurd û siyasetmedarên kurd hatin girtin û DTP jî ji aliyê Dadgeha Makeqanûna tirk ve hat girtin. Hat aşkerakirin ku heke helwesta hikûmetê ya êrîşkar ya heyî bidome wisa dixuye ku dê zirarê bide pêvajoya aştiya nav kurd û tirkan jî. The Newyork Times: Li Tirkiyeyê Serokwezîrê tirk Erdagonê her ku derfet dibîne qala ‘berlêvekirina çareseriya pirsgirêka kurd dike’. Lê di jiyanê de jî berovajiyê vê her roj êrîş, girtin, zext û zora li dijî kurdan jî didome. AP: Ajansa AP’ê jî ragihand ku li bakurê Tirkiyeyê (bakurê Kurdistanê) li edîtorê yekem rojnameya kurd a bi navê Azadiya Welat ji ber nûçe û wêneyan ceza hate birin… Deustchland Radio: Li Tirkiyeyê li Editorê rojnameya Azadiya Welat Kilinç cezayê giran hate birîn. Le Temps: Dadgeha Giran a Amedê ji ber ku edîtorê Rojnameya Azadiya Welat Ozan Kilinç di nivîsan cih daye têkoşîna gelê kurd bi cezayê giran hat cezakirin. Radio Citta Aperta: Radio Citta Aperta aşkera kir ku li Tirkiyeyê li rojnamegerê kurd Ozan Kilinç cezayê giran hatiye birîn. Li ser vê biryarê Almanyayê biryarên xwe yên îadekirina li ser kurdan demildest rawestand. AMED |
Saturday, February 13, 2010
Ji çapemeniya cîhanê piştgiriya mezin
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment