07/02/2010 |
|
Komîteya Şehîdan a KCK’ê nasnameyên 5 gerîlayên ku di navbera 1990-2000’ande di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir. Hate daxuyandin ku ji wan gerîlayan yekî li Qendîlê, yekî di pevçûna bi YNK’ê re 3 gerîlayan jî di pevçûnên bi Artêşa Tirk re jiyana xwe ji dest dane. Komîteya Şehîdan a KCK’ê der barê şehadeta gerîlayan de ev agahî dan: “Ozlem Turan (Bêrîvan) a li gundê Malagir a Êlihê di 1974’an de ji dayik bûye û di 1992’yan de tevli refên PKK’ê bûye, di 6’ê cotmeha 1995’an de li herêma Gezingê/Garisaya Herekolê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest daye. Fevziye Taş (Jiyan Welat) a li gundê Sivangaşikaka ya bi ser Dihê ya Sêrtê ji dayik bûye û di 22’yê gulana 2001’an de li Êlihê tevli refên gerîla bûye. Wekî fermandara tîmeke pêywir girt. Li herêmên Haftanîn, Qendîl û Zapê ma. Di 20’ê adara 2006’an de li Karoxa Qendîlê di encama qezayê de jiyana xwe ji dest da. Nadîre Elma (Nalîn) ya li gundê Arbeîte Marînî ya bi ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê di 1978’an de ji dayik bûye. Di 1991’an de tevli refên PKK’ê bû. Li herêma Xerzan ma. Di 27’ê tîrmeha 1999’an de di encama pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Aslan Savur (Mahsum Alî) ê li navçeya Bişêriya Êlihê di 1973’yan da ji dayik bûye. Di 1992’yan de li Wanê tevli refên PKK’ê bû. Wekî fermandarê mangayê pêywir girt. Di 1995’an de li Bemgovaya Haftanînê şehît ket. Huseyîn Aydin (Delîl Koçer) ê di 1970’an de li Êlihê ji dayik bûye. Di 1991’an de tevli partiyê bû. Wekî fermandarê taximê li Botan, Zagros û Amedê ma. Li gundê Matora yê Pasûrê di 11’ê tîrmeha 1999’an de jiyana xwe ji dest da.” Di daxuyaniya Komîteya Şehîdan a KCK’ê de hate gotin ku ew ê bi girêdana xeta hevalên xwe têkoşîna azadiyê xurtir bikin. BEHDÎNAN - ANF |
Sunday, February 7, 2010
Nasnameyên 5 gerîlayan hatin aşkerakirin
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment