Sunday, February 7, 2010

"Hikûmet berpirsiyar e"




07/02/2010

Şevtira din, li dijî avahiya Navenda Giştî ya BDP'ê êrîşeke çekdarî pêk hat. Ji ber ku kes li avahiyê tune bû kuştin û birîndarî çênebû. Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, diyar kir eger hikûmet vê êrîşa li dijî BDP'ê pêk hatiye wekî êrîşeke terorîst îlan neke ew berpirsiyarê vê êrîşê ye.
Şevtira din avahiya Navenda Giştî ya BDP'ê ji aliyê hin kesan ve rastî êrîşa çekên pompeyî hat. Di êrîşê de zêdeyî 15 gule hatin teqandin. Di êrîşê de salona rûniştinê û odeya Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak hedef hatin girtin. Lê ji ber ku di wê saetê de kes li avahiyê tune bû kuştin û birîndarkirin pêk nehat. Piştî êrîşa çekdarî, Hevsera BDP'ê Gultan Kişanak, Wekîla Seroka Komê Ayla Akat Ata, Parlamenterê Mûşê Sirri Sakik, Sekreterê Giştî yê KESK'ê Emîralî Şîmşek û gelek endamên BDP'ê hatin Navenda Giştî. Dema BDP'î hatin avahiyê polîsan bi hinceta 'Lêkolîn tê kirin' destûr neda ku BDP'î kêvin avahiyê. Li ser vê yekê jî BDP'îyan bi gotina "We çima beriya êrîşê tedbîr negirtin' bertek nîşan dan.

‘DIBE KUŞTIN JÎ ÇÊBÛYA’
Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Sirri Sakik, bertek nîşanî êrîşê da û anî ziman ku berê jî li dijî DTP'ê bi dehan caran êrîş pêk hatibûn û heta niha tedbîr nehatine girtin. Sakik, nerazîbûn nîşan da û wiha got: "Bi hinceta serxweş e, serbest berdidin. Ka biçin li avahiyên Navenda Giştî yên CHP, AKP û MHP'ê binerin gelo wisa tê parastin? Li gel tê zanîn ku her roj avahiya me rastî êrîşan tê dîsa tedbîr nayên girtin. Tenê polîsek li vir nobetê digre. Baş bû ku di wê saetê de kes li avahiyê tunebû. Ger ku di wê saetê de kes li avahiyê hebûna dê kuştin û birîndarî pêk bihatana."

‘ÊRÎŞ PLANKIRÎ YE’
Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak jî bertek nîşanî êrîşê da û xwest her kes li ser navê demokrasiyê li hemberî vê êrîşe xemgîniya xwe bîne ziman. Kişanak, anî ziman ku êrîş di 21.30'an de pêk hatiye û 15 gule hatine avêtin. Kişanak, destnîşan kir ku ger ew li wir bûna dê kuştin û birîndar pêk bihatana û wiha got: "Êrîşa ku pêk hatiye bi plan û zanebûn pêk hatiye. Bêqusûr ev êrîş pêk hatiye. Heta niha gelek êrîş li dijî avahiya me pêk hatine, Lê heta niha daraz, hikûmet û hêzên ewlehiyê tu tedbîr li hemberî van êrîşan negirtine. Ger ku hikûmet nebêje ev êrîşek terorîst e, wê demê ew berpirsiyarê vê êrişê ye. Divê hikûmet vê êrîşê şermezar bike."

NE CARA YEKEMÎN E
Şevtira din li dijî avahiya Navenda Giştî ya BDP'ê êrîşeke çekdarî pêk hat. Beriya vê êrîşê jî bi heman rengî bi dehan caran êrîşên çekdarî û bi keviran pêk hatibûn. Di hemû êrîşan de jî polîs encamekê bi dest naxin. Herî dawî beriya ku DTP bê girtin di 8'ê kanûna 2009'an de kesê bi navê Y.O. êrîşî avahiyê kiribû; camên avahiyê şikestibûn. Her wiha der barê êrîşkar de bi hinceta 'serxweş e’ tu tişt nehat kirin.

BERÊ JÎ ÊRÎŞE ÇEKDARÎ PÊK NATIBÛ

Li hemberî Navenda Giştî ya DTP’ê jî çek hatibûn bikaranîn. Di 3'ê cotmeha sala 2007’an de ji aliyê kesekî 18 salî ve li dijî avahiya Navenda Giştî ya DTP'ê êrîşa çekdarî pêk hatibû.
10'ê kanûnê 4 kesên xazî Rêxistina DTP'ê ya Navçeya Keçîorenê gulebar kir. Kesên rasterast gule berdan ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û derxistin dozgeriyê. Kesên êrîş pêk anîn 3 li dozgeriyê yek jî li dadgehê serbest hatin berdan. Berê jî DTP'a Keçîorenê 7 caran rastî êrîşê hatibû û di encama êrîşan de tu kes nahatibû girtin. Hinek êrîşên li hemberî DTP'a hate girtin û BDP'ê wisa ne:
- 30'ê çileya 2010'an: Avahiya Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Keçîorenê rastî êrîşa dar û keviran a kesên nasnameya wan nediyar hat.
- 3'yê çileya 2010'an: Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Uskudarê, cara 5'emîn rastî êşîra kesên nasnameya wan nediyar a keviran hat.
- 16'ê kanûna 2009'an: Rêxistina DTP'ê ya Îzmîrê ya ji aliyê 3 wesayîdên polîsan ve 24 saetan tê şopandim rast, êrîşa keviran hat û tu kes nehate girtin.
- 09'ê kanûna 2009'an: Rêxistina DTP'ê ya Enqereyê rastî êrîşa molotofkokteyliyan hat.
- 09'ê kanûna 2009'an: Rêxistina DTP'ê ya Keçîogrenê hate gulebarankirin.
- 08'ê kanûna 2009'an: Navenda Giştî ya DTP'ê rastî êrîşa keviran hat.
- 06'ê kanûna 2009'an: Rêxistina DTP'ê ya Navçeya Kuçukçekmeceyê rastî êşîra çekdarî hat.
-06'ê kanuna 2009'an: Rêxistina DTP'ê ya Navçeya Çîgliyê rastî êrişa molotofkoktelan hat.
- 04'ê kanûna 2009'an: Rêxistina DTP'ê ya Edremîtê rastî êrîşa keviran hat.
- 30'ê mijdara 2009'an: Rêxistana DTP'ê ya Navçeya Eregliyê ya herêma Marmarayê rastî êrîşa hat.
- 08'ê mijdara 2009'an: Rêxistina DTP'ê ya Navçeya Tuzlayê rastî êrîşa bi kevir hat.
- 06'ê mijdara 2009'an: Di nava 10 rojan de Rêxistina DTP'ê ya Konyayê 2 caran rastî êrîşê hat.
- 04'ê mijdara 2009'an: Rêxistina DTP'ê ya Îzmîrê rastî êrîşa molotofkokteyliyan hat.
- 27'ê cotmeha 2009'an: Rêxistina DTP'ê ya Navçeya Saraykoyê rastî êrîşa keviran hat.
-13'yê cotmeha 2009'an: Rêxistina DTP'ê ya Kocaeliyê rastî êrîşa çekdarî hat.
- 05'ê îlona 2009'an : Rêxistina DTP'ê ya Navçeya Keçîorenê rastî êrîşa keviran hat.
- 27'ê tebaxa 2009'an: Rêxistina DTP'ê ya Navçeya Navendî rastî êrîşa molotofkokteyliyan hat.
- 10'ê tebaxa 2009'an: Rêxistna DTP'ê ya Sakaryayê rastî êrîşa çekdarî hat.
- 29'ê çileyê 2010'an: Rêxistina BDP'ê ya Sakarya rastî êrîşa keviran hat.
- 03'ê çileya 2010'an: Rêxistina BDP'ê ya Uskudarê rastî êrîşa keviran hat.ENQERE

No comments:

Post a Comment