Sunday, February 7, 2010

Îran ji îmzeyan tirsiya!


07/02/2010

Li dijî darvekirina kurdên Îranê her diçe bertek zêde dibin. Li Swîsreyê ji bo mijarê şermezar bikin û pêşî li darvekirinan bê girtin kampanyaya îmzeyan hat lidarxistin. Di kampanyayê de 3 hezar îmze hatin berhevkirin û hat xwestin ku ev îmze piştî meşekê bidin sefîrê Îranê yê Swîsreyê. Lê rayedarên sefaretxaneyê îmze negirtin û bi çalakvanan re hevdîtin nekir.
Koma Însiyatîfa Têkoşîna li Dijî Darvekirinê piştî ku rejîma Îranê dest bi darvekirina kurdan kir li Swîsreyê kampanyaya îmzeyan ya şermezarkirinê da destpêkirin. Di kampanyaya îmzeyan de 3 hezar îmze hat berhevkirin. Îmzeyên ku hatin berhevkirin bo ku bidin sefaretxaneya Îranê ya Swîsreyê li paytexta Swîsre Bernê çalakî li dar xistin. Girseya çalakvanan li ber Platzeya Helvetîa civiyan û ji vir dest bi meşê kirin. Meşvan heta ber sefaretxaneya Îranê ya Platza Thunê çûn.
Çalakvanan ji bo ku darvekirina girtiyên kurd protesto bikin kefen li xwe kirin wêneyên girtiyan bilind kirin û meşiyan. Çalakger bi qasî nîv saet meşiyan û di rê de dirûşmên wekî “Terorîst Îran” qîriyan.
Piştî meşê çalakvanan xwest ku îmzeyên berhev kirine bidin sefîrê Îranê. Lê rayedarên sefaretxaneyê bi hinceta ku xebatkarên wan ên ku bi ‘fransî, almanî û îngilizî’ zanin nîn in bi endamên komê re nepeyivîn. Endamên komê li ser vê helwestê xwestin ku bi farisî hevdîtin bikin. Lê rayedarên sefaretxaneya Îranê derî li rûyê çalakgeran girt û gotin ku ew îmzeyên ku hatine berhevkirin jî nagirin. Çalakvanan jî çelenga reş ya amade kirîn danîn ber derê sefaretxaneyê û daxuyanî dan çapameniyê.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Îran hewl dide bi mîlyonan mirov bi zext û zorê, bi darvekirin û îşkenceyê bitirsîne û di kontrola xwe de bigire.” Hat gotin ku bikaranîna mafên demokratîk ên ji rêzê jî li Îranê dibe sedema darvekirina mirovan. Çalakvanan vegot ku girtîgehên rejîma Îranê bi hezaran dijberên rejîmê, rewşenbîr, demokrat û xwendevanên zanîngehan dagirtî ne. Her wiha ev mirov her roj li qadan tên darvekirin. Heta zarokên ku hê 18 saliya xwe temam nekirine jî di girtîgehan de tên girtin, piştî ku dibin 18 salî tên darvekirin. Di daxuyaniyê de agahiya herî dawî jî wiha hat dayîn: “Rejîma Îranê sala nû bi darvekirina yek jê zarok a 5 kesan pêşwazî kir.” BERN - ANF

No comments:

Post a Comment