07/02/2010 |
|
Prof. Dr. Yakin Erturk, diyar kir ku Tirkiye di warê şîdeta li hemberî jinan de, li qada navneteweyî wekî "welatê şîdetê" tê nasîn û got ku bi têkoşîna jinan ev pirsgirêk ketiye rojeva Tirkiyeyê. Erturk, bûyerên kuştinê yên bi hinceta namûsê wekî tenê li herêma kurdan pêk tê rexne kir û da zanîn ku têgeha namûsê, li tevahiya cîhanê wekî têgeheke ku li ser kontrol tê kirin e. Nûnera Tirkiyeyê yê Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û Seroka Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Rojhilata Navîn a Teknîkê (ODTU) Prof. Dr. Yakin Erturk, têkildarî şîdeta li hemberî jinan, cînayetên di bin navê namûsê de û bûyerên revandina zarok û jinên kurd de û nêrîna li qada navneteweyî nirxand. Erturk, diyar kir ku Tirkiye li qada navnetewî wekî "Welatê şîdetê" tê dîtin û wiha got: "Şîdeta li dijî jinan bandora xwe li tevahiya jiyana rojane dike. Mixabin li Tirkiyeyê pirsgirêk bi riya şîdetê tên çareserkirin." Erturk, anî ziman ku di enacama têkoşîna jinan de şîdet ketiye rojeva Tirkiyeyê. Erturk, anî ziman ku têkoşîna jinan têgehên berê yên şîdeta li dijî jinan rewa dibîne hilweşandiye. ROJEVA SIYASÎ Erturk, zewacên di nava vê têgehê de jî wiha nirxand: "Di nava zewacên niha de heyîna tecawizê ji aliyê ronakbîran jî nayê qebûlkirin û nerazîbûnan nîşan didin. Ji ber ku zewac wekî mîsogerkirina tevahiya mafên zilam ên li ser jinan tê dîtin. Lê êdî ev têgeh diguhere. Pêkanînên dibe ku niha li paş bin lê êdî qanûnên me yên cezayê ku di mijarên zayendî de jinan biparêzin hene. Zagon qadeke têkoşîna hiqûqî ye. Yên têbikoşin jî dê vê guhertinê bi dest bixin." DÎLGIRTINA JINAN Proj Dr. Yakin Ertuk, bi bîr xist ku bûyerên cînayetên namûsê ne tenê li hin cihan an jî herêman, li tevahiya cîhanê tên dîtin û wiha got: "Têgeha namûsê li tevahiya Tirkiyeyê wekî têgehek li ser jinan kontrolê çêdike ye. Nirxandin û pêkanîna vê yekê jî, li herêm û komên çandên cuda jî cudahiyan nîşan dide. Li Tirkiyeyê ev bûyer wekî pirsgirêka hin herêman tenê tê dîtin. Lê di lêkolînên hatine kirin de ne tenê cînayetên namûsê, bi giştî ji ber şîdetên nav malan tê dîtin. Ev yek jî nîşan dide ku li her dera Tirkiyeyê li dijî jinan şîdet heye û armanca vê şîdetê jî dîlgirtina jinan e." Ertuk, der barê nêzîkatiya li hemberî vê têgehê ya Tirkiyeyê de destnîşan kir ku ev rûdan wekî bûyereke razber tê destgirtin û wekî "Pirsgirêka kurdan" tê dîtin. REVANDINA ZAROKAN Ertuk, têkildarî bûyerên revandina jin û zarokan jî wiha got: "Li cihên ku pevçûn û tevlihevî lê hebin û hemû tişt hatibin metakirin, betalî, xizantî hebe, wê demê zêdebûna bûyerên bi vî rengî gelekî asayî ye û zarok vedigerin metayên herî hêsan dibin pere. Ji ber ku nikare xwe biparêze. Ger bi vî rengî lê bê nêrîn zarok dibe metayek. Zarokên keç li gorî zarokên kur, zayendeya wan jî heye, yanî wan dikarin bikin parsek, organên wan bifiroşîn û di çarçoveya bazirgahiya jinan de jî dikarin wan bifiroşin. Ji ber vê yekê jî tên tercîhkirin." Ertuk, destnîşan kir ku divê ev bûyer seranser tenê wekî bûyerên revandina zarokan neyên dîtin û wiha dom kir: "Li vir tevgerek bi rêxistin tê dîtin. Ligel tevahiya hewldanan zarok nayên dîtin. Ev yek jî tenê girêdayî 1-2 kesên xwe nizaninin ve girêdayî nîne."' ÎNSIYATÎFA JINÊN KURD Proj Dr. Yakin Ertuk, der barê têkoşîna jinên kurd de diyar kir ku ligel bi kitekit lêkolîn nekiriye jî lazim e ji 2 aliyan ve bê nirxandin û wiha got: "Bi taybetî ji sala 1997'an û vir de em xwe tevgerkirina jinan dibînin. Li gelek bajaran tevgera xwe ava kirin û ji bo mafên jinan têkoşiyan. Her wiha ji bo avakirina siyasetê jî xebatan dikin, ev yek girîng e. Ji ber ku ez di dema xebatên xwe yên li başûrêrojhilat (bakurê Kurdistanê) di salên 1988'an û 1997'an de li wir bûm. Lê rêxistinbûnek nedihate dîtin. Lê niha ne wisa ye. Tevgereke sivîl heye. Mirov ji bo diyarkirina çarenûsên xwe însiyatîfê digirin. Ev yek gelekî girîng e û jin jî li vir roleke girîng dilîzin." Erturk, têkildarî aliyê bêrdoziya tevgera jinên kurd jî wiha got: "Tevgera jinên kurd bi tevgerên din ve girêdayî ye. Ji ber ku ligel jin in û di heman demê de kurd in. Li Tirkiyeyê herî zêde di partiya kurdan de jin di nava siyasetê de cih digirin." CPT DÊ BINIRXÎNE Ertuk, wekî Nûnerê Tirkiyeyê yê CPT'yê jî diyar kir ku li Tirkiyeyê têkildarî şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê pevçûnên mezin derketin û wiha pê de çû: "Li ser van pevçûnan Hikûmeta Tirk daxwaza lêkolînkirina delegasyonekê ji CPT'î kir. Derveyî kontrola periyodîk, hefteya borî heyet hat û li girtîgehê lêkolîn kir. Li gorî agahiyên rojnameyan dan nêrînên yekem bi çapemenî û hikûmetê re hatine parvekirin. Her wiha di adarê de dema ez biçim dê ev mijar bi kitekit di nava komîteyê de bê nirxandin. Komîte ligel xebatên xwe veşartî dike jî, piştre gel agahdar dike. Ev jî encamên mekanîzmaya kontrola navneteweyî ne. ENQERE - DÎHA |
Sunday, February 7, 2010
Tirkiye bû ‘walatê şîdetê’
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment