Sunday, February 7, 2010

Zextên dewletê malbat perîşan kir


07/02/2010

Mehmet Nurî EKÎNCÎ – DIYANA/ANF

Welatiyê bi navê Mewlûd Feyzullahî ku bavê 8 zarokan e ji ber ku polîtîkayên dewleta Îranê yên ajantiyê qebûl nekir rastî îşkenceyên derveyî mirovahiyê hat û bi gefên mirinê re rû bir û ma. Fetzullahî ji ber ku bênavber rastî gefan hat bi malbata xwe re koçî başûrê Kurdistanê kir.


Feyzullahî dema ku li kurê xwe digeriya hate binçavkirin û 15 rojan di îşkenceyên giran re derbas bû. Feyzullahî îşkenceyên muhafizên şoreşê û şert û mercên girtîgehê ji ajansa nûçeyan a ANF’ê re vegot.


Li herêma Mîlgever a Urmiyeyê welatiyê bi navê Feyzullahî jiyana xwe bi çandinî û sewalkariyê derbas dikir. Jiyana malbata Feyzullahî piştî ku bi hinceta kurê wî qaçaxgeriyê dike guherî. Feyzullahî anî ziman ku piştî vê îdiayê, li kurê wî geriyane û li şûna kurê wî ew binçav kirine. Feyzullahî da zanîn ku hemû jiyana wî piştî vê binçavkirinê guheriye.


‘DIVÊ TU JI BO ME BIXEBITÎ’


Feyzullahî bal kişand ser pêkutiyên rejîma Îranê û wiha dirêji da axaftina xwe: “Li kurê min digeriyan. Lê ez binçav kirim. Di dema lêpirsînê de, bi hinceta ku têkiliya me bi PJAK’ê re heye, zext li ser me pêk anîn. Îstîxbaratê xwest ku em bi wan re bikevin nava hevkariyê û em bi wan re bixebitin. Gefên mirinê li me xwarin. Ji me re digotin, eger hûn bi me re nexebitin em ê we hemûyan bikujin û hûn eê ji virê zindî dernekevin.”


Feyzullahî di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Îşkenceyên hovane li me dikirin. Me sîxurî qebûl nedikir. Li ser vê îşkence zêdetir dibû. Ji min re digotin, tu xwedî zarokî, malbata te heye. Digotin, tu me qebûl bikî em ê te serbest berdin. Digotin, tu yê wekî welatiyekî normal biçî mala xwe lê dema ku gerîla hatin tu yê îxbar bikî û kesên ku têkiliyên wan bi PJAK’ê re hebe ji me re bêjî. Di vê lêpirsînê de min hemû tişt red kir. Piştî vê îşkence zêde bû.”

TEKNÎKÊN ÎŞKENCEYÊ


Feyzullahî îşkenceya hovane ya derveyî mirovahiyê bi van gotinan vegot: “Di serê van îşkenceyan de îşkenceya bi navê ‘kebaba cuce’ dihat. Bi cureyê îşkenceyê mirov ji xwe diçûn. Ewil mirov dikirin çogan. Darek dikin bin çogan û pê ve girê didan. Piştre bi daran li cihên bilind bi cih dikirin. Piştî vê jî kesê ku îşkence lê dihat kirin li dora hev dibirin û dianîn. Parxan û hestiyên milê mirovan dişikên an jî xesareke mezin dibînin. Her wiha ligel vê bi hovane lêdan jî hebû. Cereyan, ava şid û bêxewî. Yanî bi gotinan tu caran ev îşkence nayê vegotin.”

LI GIRTÎGEHÊ DOM KIR


Îşkence ne tenê li vir li girtihê jî didome. Feyzullahî da zanîn ku li girtîgehê jî îşkence, heqaret û nêzîkatiyên ne etîk berdewam kiriye û wiha got: “Ez 15 mehan di girtîgehê de bê lêpirsîn mam. Bi nêzîkatiyên hovane nêzî nirxên me dibûn. Ji rêberê me û ola me re çêr dikirin.”

SÎXURTIYÊ BIKE


Feyzullahî di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Piştî ez ji girtîgehê derketim jî zextan berdewam kir. Kesekî bi navê Cengîz ez dişopandim. Di îstîxbarata Urmiyeyê de cih digirt. Dizanibû ez xizan im. Bi gotinên xwe dixwest min têk bibe. Ji min re digot, bi me re bixebite tu yê dewlemend bibî. Digot, eger ku tu tiryakê bifiroşî em ê dest nedin te. Digot li mala xwe rûne wekî welatparêzekî be lê gerîlayan îxbar bike.”

JI VIR HERE


Zext û zordariyên dewleta îşkencekar li vir bi dawî nabin û zext li ser malbatê jî pêk tên. Feyzullahî wiha got “Hevalekî min ê ji girtîgehê bangî min kir. Ez çûm Urmiyeyê. Ji min re got tu Îranê terk nekî dê te bikujin. Li ser vê hişyariya hevalê xwe min biryar da û min gund terk kir. Kurê min li başûrê Kurdistanê dijî. Min bi malbata xwe re di nîvê şevê de bi awayekî veşartî koç kir. Me hemû amûrên xwe kirin erebeyê. Me koçî başûrê Kurdistanê kir. Eger ku li wirê bûma ez ê bihatama înfazkirin. Me bi vî awayî xwe xilas kir. Lê mixabin me hemû mal û milkê xwe ji sîxuran re hişt.”

‘SÎXURIYÊ BI PÊŞ DIXIN’


Feyzullahî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em niha li başûr wekî penaber in. Li wir rez û baxçeyên me hebûn. Me mazot û gaz difirot. Debara me pir baş dibû. Piştî koçberiyê me zehmetiyên mezin dît. 7 zarokên min hene. Du bûkên min û 6 neviyên min hene. Em malbateke qerebalixin. Me zarokên xwe ji dibistanên wan girtin. Bi hezaran malbatên wek me hene. Gelek ji ber rejîma Îranê reviyane”

No comments:

Post a Comment