Sunday, February 7, 2010

Ka cudakarî tune bû?


06/02/2010

Li Nexweşxaneya Zarokan a Amedê ji ber ku li Beşa Norolojiyê tenê norologekî pispor heye, zarokên ku pêwîst e muayene bibin, encax 2 meh şûnde dor tê wan. Welatiyê bi navê Zafer Tuzun, ku ji bo zarokê xwe bibe muayene bike çû nexweşxaneyê, ji bo 2 meh şûnde randevû girt. Rayedarên nexweşxaneyê jî anîn ziman ku ji ber li 11 bajarên derdorê tenê norologekî pispor heye û ew jî li Amedê ye, hemû zarokên nexweş tînin Amedê û ev jî dibe sedema pirsgirêkên nû.


Her çiqas Serokwezîr Recep Tayip Erdogan bêje cudatî di navbera bajaran de tune û girîngiyê didin xizmeta tenduristiyê jî di pratîkê de derdikeve holê ku li 11 bajarên Kurdistanê tenê bijîşkekî pispor ê zarokan heye. Her wiha malbatek bixwaze zarokê xwe muayene bike, divê 2 mehan li benda dorê raweste.


Li 11 bajarên Kurdistanê ji ber ku tenê li Amedê bijîşkekî norolog ê zarokan heye, welatî bêzar bûn. Welatiyê bi navê Zafer Tuzun ê ku keça xwe ya yeksalî ya bi navê Elif Nur Melsa di 2'yê sibatê de bir beşa Norolojiyê ya Nexweşxaneya Zarokan a Dewletê ya Amedê, ji bo roja 23'yê adarê randevû wergirt. Zafer Tuzun li dijî vê pêkanînê nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya keça wî ber bi nebaşiyê ve diçe. Tuzun wiha got: "Di mejiyê keça min de av kom dibe û ji ber vê jî divê ku di dema herî kurt de bê dermankirin. Ez ji bo vê yekê bi rayedaran re jî axivîm. Lê rayedaran ji min re got ku li nexweşxaneyê pisporê norolojiyê tune ye. Wan ji min re got ku li Amedê tenê pisporeke norolojiyê heye û ji ber vê yekê jî ji bo randevûyê demeke dirêj didin wan. Min raporeke ku tê de tê diyarkirin ku rewşa min a aborî nebaş e da Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Elezîzê. Lê li wir jî gotin ku dema raporê boriye û ji ber vê jî xwestin ku ez raporeke nû bidim wan. Heke ku raporeke nû nedim, ez ê nikaribim alîkariyê bigirim. Ev jî dê bandorê li dermankirina keça min bike. Jixwe heke heta 11'ê adarê raporê nedim, divê ez 4 mehên din rawestim. Lê li Amedê jî ji bo ku raporê wergirim 2 meh wext dan min."

BIJÎŞKEK Û 11 BAJAR


Rayedarên nexweşxaneyê jî diyar kirin ku li 11 bajarên Kurdistanê, bi tenê bijîşkek heye. Rayedaran destnîşan kir ku ji hin bajarên wekî Amed, Êlih, Şirnex, Mêrdîn, Sêrt û Çewlîkê gelek nexweş tên û ji ber vê yekê jî ew pirsgirêkan dijîn.


Serokê SES'a Amedê Vahdettin Kiliç ev rewşa xirab jî wekî encama polîtîkayên AKP'ê yên ji bo tendurustiyê bi nav kir û wiha got: "Ji ber polîtîkayên wan rewşeke aloz derketiye holê. Ji ber ku dermankirin gelek kêm e, hejmara nexweşan her ku diçe zêde dibe. Zêdebûna nexweşiyan jî, kalîteya dermankirinê dixîne. Polîtîkayên AKP'ê yên ji bo tenduristiyê jî, wekî polîtîkayên wê yên din, vî welatî ber bi aloziyê ve dibe."


Vahdettin Kiliç, got ku divê hejmara pisporan li gorî hejmara nexweşan bê diyarkirin û wiha pê de çû: "Heke ku wiha bidome, randevûyên nexweşan dê heta salekê jî bên dayîn. Ji ber hin şertên xweser, divê cudaxwaziya erênî bê kirin. Derkete holê ku ew tu girîngiyê nadin herêmê û ew komediya wan a ku wekî 'pêşîlêvekirin' bi nav dikirin jî bi fiyaskoyê bi encam bû. Li Tirkiyeyê bi gelemperî 90 norologên zarokan hene. Dîsa gelek ji van jî taybet dixebitin. 8 an jî 9 norogol xizmeteke baş didin. Li herêmê jî norolog tenê li Amedê heye. Ji ber vê jî bi sedan kes serî lê didin." AMED - DÎHA

No comments:

Post a Comment