06/02/2010 |
|
Abdurrahman GOK - ENQERE Rewşa tendurustiya girtiyê bi navê Abdussamet Çelik ê ku bi nexweşiya pençeşêra xwînê MDS’ê ketiye, her diçe xirab dibe. Hevalên Çelik ên di 2'yemîn Girtîgeha Tîpa F û Girtîgeha Jinan a Girtî ya Sîncanê de beriya 4 mehan ji bo ku neqla mejiyê hestî bikin, serî li rayedraran dabûn lê heta niha tu bersiv negirtin. Girtiyên di girtîgehên 2'yemîn Girtîgeha Tîpa F û Girtîgeha Jinan a Sîncanê de dimînin, name şandin û diyar kirin ku wan ji bo neqla mejiyê hestî ya Abdussamet Çelik ku bi nexweşiya pençeşêra xwînê ketiye, 4 meh berê serî li îdareyê daye lê heta niha tu bersiv negirtine. Girtiyan destnîşan kir ku Wezaretê ji wan re gotiye 'Me der barê we de, li Nexweşxaneya Zanîngeha Tipê ya Enqereyê hin xebat dane destpêkirin û heke bingeha neqlê bi dawî bibe, dê ji kesên dixwazin mejiyê hestî bidine Çelik, nimûneya xwînê bê girtin.' Girtî derbirîn ku di ser serlêdana wan re 4 meh derbas bûne lê wan heta niha tu bersiv negirtine û dîsa rewşa Abdussamet Çelik jî her diçe xirabtir dibe. Her wiha di nameyan de tê xwestin ku saziyên wekî Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) jî bikevin nav hin tevgeran û bang li wan kirin ku heke ew bêdeng bimînin, ew dê jî bibin şirîkê vê sûcê mirovahiyê. Zozan Paçal der barê mijarê de ji Girtîgeha Jinan a Girtî ya Sîncanê nameyeke şand û daxuyand ku Wezaretê ji wan re gotiye ew der barê mijarê de lêkolînan dikin û wiha lê zêde kir: "Me jî ji bo ku xebatên xwe leztir bikin, serî li nexweşxaneyê da. Em bi hêvî ne ku encameke erênî bigirin." Paçal di nameya xwe de diyar kir ku gelek girtiyên di girtîgehê de amadene ku mejiyê hestî neqlê Çelik bikin û xwest ku bila sazî û dezgehên din jî wekî girtiyan bi hestiyarî nêzîkê girtiyên nexweş bibin. DÎHA |
Sunday, February 7, 2010
Rewşa wî her diçe giran dibe
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment