Sunday, February 7, 2010

Şîdet ji sedî hezar û 400 zêde bû

06/02/2010

Şîdeta li hemberî jinan di meha destpêka 2010'an de bi lez dom kir û 16 jin hatin qetilkirin. Balkêş e ku kujerên jinan bi piranî hevser, bav, an jî kesên nasên wan in. Hejmara tecawizên ku tenê sewqî darazê bûne 28 in û mirina bi guman a 14 jinan jî wekî întîharê kete qeydên fermî.
Bûyêrên şîdeta li hemberî jinan ji ber dewlet tedbîrên pêwîst nagire û rêveberiyên herêmî tedbîrên ji bo pêşîgirtina li şîdetê yên wekî malên stergeh û hwd. venakin, jin dibin qurbanên şîdeta nav malê û civakê. Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir, kuştinên jinan ji sala 2002'yan, heta sala 2009'an ji sedî hezar û 400 zêde bûne.
Di sala 2009'an de qetilkirinên jinan ku di asteke cidî de zêde bûn, tenê di meha çileyê ya 2010'an de dîsa mirin, tacîz û tecawiz bûn para jinan. Ji ber vê yekê jî di nirxandinên ku sala 2009'an hatine kirin de, wiha xuya ye ku di sala 2010'an de jî dê ev bûyer bên domkirin. Dîsa li gorî daneyên meha çileyê ku ji aliyê Jinên Demokratîk ve hate derxistin jî; di nava 30 rojan de 16 jin hatine qetilkirin û tenê hejmara bûyerên tecawizê yên ku li darazê hatine dîtin jî 28 e. Li gorî daneyan, mirinên bi guman ên 14 jinan jî, wekî întîharê ketine qeydên fermî û 3 jin jî li derveyî daxwaza xwe hatina revandin. Rapora ku tenê li ser daneyên fermî hatiye avakirin, dema aliyê wê yê derveyî fermiyetê dê fikirîn, ji ber 5 qatê vê hejmarêyê, asta şîdeta li hemberî jinan radixe ber çavan.

Di nava mehekê de tabloyeke giran derket holê
Li gorî rapora îstatîskên ku Jinên Demokratîk amade kirine jî, tabloya şîdeta li hemberî jinan a meha çileyê jî wiha ye;
-3 çile: Jina 16 salî M.A., li navçeya Midyata Mêrdînê, ji aliyê hevalê xwe yê mêr ve rastî tecawizê hat. Piştî M.A., serpêhatiya xwe ji malbata xwe veşart dîsa ji aliyê A.G. ve rastî tecawizê hat.
- 5 çile: Zarokên 13 salî K.A. û M.O, li Dibistana Leylî ya Uşak-Eşmeyê ji aliyê karkerên paqijiya dibistanê û Cîgirê Midûrê dibistanê ve rastî tecawizê hatin.
- 7 çile: Zaroka 15 salî Y.S. li navçeya Karpuzlu ya Aydinê ji aliyê 3 kesan ve rastî tecawizê hat. Lê 3 kesên hatin girtin piştre bi hinceta 'delîl kêm in' serbest hatin berdan.
- 11 çile: Li navçeya Erdemlî ya Mêrsînê zaroka 13 salî M.Y, sala par ji aliyê bavê xwe ve rastî tecawizê hat. Bavê wê hate girtin.
- 13 çile: Li Dibistana Leylî ya Antalyayê zaroka 17 salî N.B, rastî tecawizê hat û bi hemle bû. Piştî zarok jê re çêbû, dest bi tiryakê kir û zaroka xwe terk kir. Diya N.B. diyar kir ku keça wê ji aliyê çeteyên fihûşê ve hatiye veşartin.
- 19 çile: E. G. ku li Burdurê dixwend, dema çû pîrozkirina rojbûna hevalê xwe li mala hevalê xwe rastî tecawizê hat.
- 19 çile: Li navçeya Sultangazî ya Stenbolê Încî G., ji ber ku hevserê wê 15 sale girtî ye, ji aliyê xezûrê xwe ve rastî tecawizê hat. Piştî ku Încî, li hemberî vê yekê serî li polîsan da tecawizkar hate binçavkirin û piştre dîsa hate berdan. Li ser vê yekê diya Înci, girt ser mala xezûrê wê û xezûrê Înciyê kuşt.
- 20 çile: Li Kutahyayê zaroka 16 salî G.G. pitî zaroka wê çêbû serî li polîsan da. Hate hînbûn ku G.G. salek berê ji aliyê 7 kesan ve rastî tecawizê hatiye.
- 21 çile: Li navçeya Meram a Konyayê jina bi navê Vahide Kaval ji aliyê kesekî bi motorsîklet ve li ber deriyê malê rastî tecawizê hat.
- 26 çile: Li Samsunê di sala 2006'an de jina bi navê A.K. ji aliyê Cengîz Karakoç ve hefteyekê rastî tecawizê hat.
- 29 çile: Li Çaycûmaya navçeya Zonguldakê jina bi navê M.K. dema derket derve ji aliyê hevalê bavê xwe ve rastî tecawizê hat.
- 30 çile: 2 jinên ku li Wezareta Karên Derve dixebitîn ji aliyê Sefîrê Romayê Alî Yakital ve rastî tecawizê hatin.
- 31 çile: Li navçeya Narlicaya Hatayê zaroka 13 salî ji aliyê melayê gundê xwe ve rastî tecawizê hat.
- 1 çile: Jina bi navê Hasret Aksoy ji ber rastî êrîşa hevserê xwe hat xwe avêt Çemê Asî û xwest întîhar bike.
- 2 çile: Li navçeya Bîrecîk a Rihayê jina bi navê Ş.O. ji ber êrîşa toreyî xwe avêt Çemê Feratê û xwest întîhar bike.
- 17 çile: Li Amedê dayika bi navê Meryem Ozer, îlaç vexwar û dawî li jiyana xwe anî.
- 20'ê çile: Li Sakaryayê mamosteyeke bi navê Gamze Ay piştî pê hesiya ku hevserê wê yê berê zewiciye û keçên wan jî girtine gel xwe, xwe kuşt.
- 22'yê çile: Li Îzmîrê keçikeke bi navê Gizem Kara ku di pola dawîn a dibistana amadehiyê de bû noteke 'êdî hêza min nema' nivîsand û xwe kuşt.
- 24'ê çile: Li Baglara Amedê du cêwiyên bi navê Hediye û Kadriye Demirel ku malbata wan xwest yekê ji wan bi darê zorê bidine lawê xalê wê, xwe ji qata 5'an avêtin û jiyana xwe ji dest dan.
- 1'ê çile: Li Konyayê jineke bi navê Asuman Can ji aliyê hevserê xwe ve ji 25 cihan hate kêrkirin.
- 2 çile: Li Manavgata Antalyayê jineke ciwan, ji ber ku li erebeya hevalekî xwe siwar bûye, ji aliyê birayê xwe ve hate gulebarankirin.
- 3 çile: Li Adilcewaza Bedlîsê, jineke bi navê Muyesser Keklik ji aliyê hevserê xwe ve hate kutşin.
- 7 çile: Li Beydagiya Îzmîrê keçikeke bi navê D. E. bi hinceta ku 'bi zilaman re digere' ji aliyê bavê xwe ve hate kuştin.
- 7 çile: Li Bazîda Agiriyê, keçike xwendekara dibistana seretayî ya bi navê M. S. a 12 salî ji hevalê xwe re notekî nivîsand û got ku 'ez ji te hez dikim'. Mamosteyê wê vê yekê dît û bang li bavê wê kir. Cenazeyê M. S. a biçûk piştî 2 saetan bi awayekî ku hatiye gulebarankirin hate dîtin.
- 8 çile: Li Uskudara Stenbolê, jineke bi navê Sedef Şenkal ji ber rê nedaye ajokarekî din, rastî lêdanê hat. Ajokar bi porê wê girt û wê di erdê re kaş kir.
- 11 çile: Li Çukurovaya Edeneyê, jineke bi navê Derya Boga ji aliyê kesê ku nexweste bigihîje wî, ji 10 cihan hate kêr kirin.
- 19 çile: Li Bursayê N. A. û evîndarê xwe reviyan. Di encama nîqaşa 'gelo qîz e an na?' ji aliyê evîndarê xwe ve bi camê hate birîndarkirin.
- 21 Çile; Li Kurbagaliya Çorumê zaroka 12 salî ya bi navê K.A. ji aliyê bavê wê ve bi 4 çêlekan hatibû "firotin". Lê ji ber şîdeta hevserê xwe çûbû mala bavê xwe. Lê ji ber şîdeta bavê xwe li zarokê xwe xist. Lê ya hatiye serê K.A'yê bi van tenê nema. Piştî demeke din bavê K.A,'yê K.A "firote" kesekî din bi 20 hezar TL. yan. Ji ber ku di navbera bav û hevserê nû de bi sedema "qelen"ê şer derket bûyer derkete holê.STENBOL - DÎHA

No comments:

Post a Comment