Li Amedê ji bo 9 gerîlayên PKK'ê yên di navbera 1992 û 1999'an de jiyana xwe di şer de ji dest dayî doh, serdanên sersaxiyê hatin qebûlkirin..
Komîteya Şehîdan a KCKê pêr dabû zanîn ku gerîlayên PKKê Murat Yalçin bi navê kod Diyar, Serbest Adiyaman bi navê kod Kendal, Metin Ekici bi navê kod Haki, Abdullatif Çager bi navê kod Bargiran, Özcan Baysungur bi navê kod Berxwedan, Nihat Özbek bi navê kod Çekdar Amed, Mehmet Sirin bayram bi navê kod Ozan, Abdulbaki Karagöz bi navê kod Sores, Ahmet Yildirim bi navê kod Bager Sahan jiyana xwe ji dest dane.
Malbatên gerîlayan li mala şînê ya Dîcleyê doh sersaxî qebûlkirin.
Tevahiya rojê di navê de şaredarên Baxlar, Yenîşehîr, Farqînê, rêveberên BDPê, nûnerên MEYA-DER'ê jî bi hezaran kes çûn serdana malbatan.
Melayên li vir axivîn jî gotin, di ola înê Îslamê de cihê zilmê tine û bang li gel kirin ku bibin yek.
Malbatên gerîlayên PKKê wê sê rojan serdanên sersaxiyê qebûl bikin.
No comments:
Post a Comment