Yekîneyên cendirmeyên li Bajaroka Deştadarê ya Navçeya Hezexê ya Şirnexê, avêtin ser mala Şaredar Nurî Akman û Şaredariyê.
Leşkerên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Hezex û Qereqola Cendirmeyan a Salatê, saet di 05.00'an de bi awayekî hev dem avêtin ser mala Şaredarê Bajarokê Deştadarê ya Navçeya Nurî Akman û Şaredariyê. Cendirmeyan ku heta demeke dirêj li malê lêgerîn kirin, albuma malbatê ya wêneyan jî deste ser kirin. Di lêgerîna ku li avahiya şaredariyê hate kirin de jî, 2 qaseyên bîlgîsayarê û 50 salnameyên ku şaredariyê ji bo sala 2010'an weşandibû hatin deste ser kirin. Hate zanîn ku Şaredar Akman ji ber sedema kar li derveyî bajarokê bûye.
Wekîlê Şaredar Abdullah Ballica, nerazîbûn nîşanî serdagirtina mala Akman û ya avahiya şaredariyê da û wiha got: "Ev serdagirtinên malan ne yên cara yekem in. Gelek caran serdegirtinên bi vî rengî pêk hatine. Sedema wê diyar nîne. Lê sedem çi dibe bila bibe dixwazin me çavtirsandî bikin. Bi kelepçekirina şaredaran û serdegirtina malan dixwazin vîna gel dîlbigrin. Lê dê biser nekevin. Di heman demê de dixwazin destê Şaredar Nuri Akman jî kelepçe bikin. Bi vî şeklî nikarin biser bikevin. Ev pêkanîn 'Dema 12'ê Îlonê û OHAL'ê tîne bîra me". Sedema binçavkirinê nehate zanîn.
No comments:
Post a Comment