Li Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîlayekî jiyana xwe ji dest da.
Hate ragihandin ku gerîla Erdogan Kaya bi navê kod Zerdeşt Mûnzûr, di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest daye.
Erdogan Kaya di sala 1968'an de li Erzîncanê hatiye dinê û bi eslê xwe ji Dêrsimê ye.
Kaya di sala 1997'an de, ji Rûsyayê tevlî nav refên gerîla bûye û şagirtekî Dibistana Çand û Huner a Şehîd Sefkan bû.
Erdogan Kaya tevî gerîlatiya li çiyê, di xebatên dibistana muzîkê de jî cih digit û di qada şanoyê de xebat meşandin.
Erdogan Kaya di gelek lîstikên şanoyê de rol girt.
Gerîla Erdogan Kaya ji ber qezayeke 4'ê Çileya 2010'an li Qendîlê jiyana xwe ji dest da.
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment