Friday, February 5, 2010

Osman Baydemîr: Nifûsa Amedê ji sedî 60 ji koçberê bi zorê pêk tê


Osman Baydemîr: Nifûsa Amedê ji sedî 60 ji koçberê bi zorê pêk tê
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr di merasima vekirina Projeya Navenda Piştevaniya Jinê de diyar kir ku nufûsa Amedê ji sedî 60 ji koçberên bi zorê pêk tê. Baydemîr, anî ziman ku dermankirina birînên mexdûrê koçberiyê deynê stuyê wan e.

'Projeya pîşeyên Kuaforî, Veniherîna rû û Lênerîna Zarokan" a li Navenda Piştevaniya Jinê, ku di çarçoveya Projeya SODES'ê û di Koordînasyona Walîtiya Amedê de bi şirîkatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Komeleya Selîsê ya Jinê de li Sumerbanqê ked jiyanê. Di merasima vekirina projeyê de Waliyê Amedê Huseyîn Avnî Mutlu, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê, Osman Baydemîr, Şaredarê Yenîşehîr M. Selîm Kurbanoglu û Wekîlê Şaredarê Peyasê Bedrî Turan amade bûn. Seroka Daîreya Xizmeta Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin Muazzez Onuk Ozden, diyar kir ku di jiyana kaotîk a bajarvaniya bi koçberiyê ava bûye de herî zêde jin êşê dikşîne. Ozden, anî ziman ku ji ber aliyên kêm ên civakê jin her tim li paş hiştiye û wiha got: "Ev kursên perwerdehiya pîşeyî bê guman dê bandokek erênî li ser jinan ava bike. Em bawer dikin jinên ku beşdarî van qursên pîşeyî bibin dê karibin bi serê xwe debara xwe bikin."

'Divê em wekî aktorên herêmi mudahîl bin'

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr jî diyar kir ku nifûsa Amedê ji sedî 60 ji koçberiya bi zorê pêk tê. Baydemîr, da zanîn ku vê koçberiya bi zorê di civakê de derûniyek xirab ava kiriye û wiha got: "Dermankirina vê nexweşiya ji ber koçberiyê ava bûye deynê stuyê me ye. Em mecbûrin van birînan derman bikin. Vîna siyasî dê rojekê bê pirsgirêkan çareser bike. Ji bo vê yekê jî divê em rêveberî û aktorên herêmî dest bidin destê hev û mudaxilê vê pêvajoyê bibin. Ev projeyek civakî ye. Ji bo em pêdiviyên dewleta civakî û şaredariya civakî pêk bînin em li virin."

'Dê 125 kes sûd bigrin'

Baydemîr, da zanîn ku 125 kursîyer sûdê ji vê projeyê bigrin û wiha got: "Hin kes 3 meh, hin kes jî 6 meh din dê bibin xwedî pîşe. Dê sûda vê yekê bikê civakê û bajêr jî."

No comments:

Post a Comment