05/02/2010
Deklerasyona Aştî û Çareseriya Demokratîk a ku ji aliyê KCK’ê ve wekî 4 xalên ji bo aştiyê hate weşandin, pêşî li hin nîqaşên nû yên ji bo çareseriyê vekir. KCK’ê bi daxuyaniyekê 4 şertên çareseriya siyasî aşkera kirin û xwest ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Îmraliyê bê derxistin û di malekê de bê bicihkirin, siyasetmedarên kurd ên di dema dawî de hatine girtin bên berdan, çek dualî bên bêdengkirin û zemîna diyalog û muzakereyan bê avakirin. Li ser vê daxuyaniyê dê ji sazî, dezgeh û kesayetan nêrîn bên standin.
Rojnamevanên wekî Mete Çubukçu, Roni Margulies û Aydin Çubukçu, hevserokê DTP’a hate girtin Ahmet Turk, Serokê Giştî yê SHP’ê Huseyîn Ergun, parlamenterê berê yê ANAP’ê Abdulbakî Erdomuş, Serokê Giştî yê Hak-Parê Bayram Bozyel deklerasyona KCK’ê nirxandin.
NÎQAŞ LAZIM E
Rojnamevan Mete Çubukçu destnîşan kir ku nîqaşên ji bo aştiyê êdî xitimîne û ji bo çareserkirina vê xitmandinê divê ku hin pêngavên din ên şênber bên avêtin. Çubuku anî ziman ku ji bo di biharê de pevçûn zêdetir nebin û şer dest pê neke, divê ev firseta KCK’ê afirandiye baş bê nirxandin û wiha got: “Divê ku bi taybetî jî ev mehên biharê baş bên nirxandin. Heke ku Tirkiye jî agirbesteke îlan bike û agirbesteke du alî pêk bê, wê demê mirov dê karibe ku derketina milîtanên PKK’ê ya derveyî sînorên Tirkiyeyê nîqaş bike. Dîsa divê ku rewşa kesên hatine binçavkirin û girtin jî ji nû ve bê nirxandin û di demeke kurt de bê çareserkirin. Ev pêkanîn, baweriya ji pêvajoyê ji holê radike. Divê ku nîqaş bi muxatabgirtina kurd û îradeya siyasî ya kurdan re bê destpêkirin. Ez nizanim ku ji van 3 xalên ku min bi lêv kirîn dê çend ji wan, kengî bikevin jiyanê lê teqez divê ku ev xal bên nîqaşkirin.”
PÊŞNIYARÊN MAQÛL IN
Nivîskar Ronî Margulîes daxuyaniya KCK’ê nirxand û diyar kir ku hemû gotin û daxwaz di cih de ne. Margulîes, da zanîn ku dewlet neçar e van daxwaz û pêşniyaran li ber çavan bigire û wiha got: “Ev daxwaz û pêşniyar pir maqûl in. Bi salan e zana û hişmend heman tiştan tînin ziman. 4 xalên ku hatin gotin 4 xalên pêwîst in. Hem dawaza hevdîtinê û hem jî daxwaza aştiyê dubare dibe. Rê û rêbaza pêkanîna van daxwazan tê gotin. Wekî din bi tu awayekî din ev daxwaz nayên kirin. Ev daxwaz ji ku hatine ne girîng e. Naveroka wê girîng e. Her wiha ev berê jî dihatin xwestin. Ji bilî van 4 daxwazên Murat Karayilan, gotinên wî yên din, dibêje ku hikûmet bi vê hewldanê dixwaze vîna kurdan a siyasî ji holê rake. Ez dixwazim bi xweşbînî li mijarê binerim. Ji ber k hikûmet hem ji bo berjewendiyên xwe û hem jî bo berjewendiyên welat neçar e vê hewldanê dom bike. Bawerim hikûmet jî di ferqa vê yekê de ye. Di nava tevgêra kurd de fikra ‘Bêbaweriya li hemberî duristiya hikûmetê û nedomkirina hewildana çareseriyê” heye. Lê ez wisa nafikirim. Li aliyê din 4 xalên daxuyaniyê girîng in. Ji ber ku ji bo hewldan dom bikin hikûmet neçar e gavan bavêje. Ji ber vê yekê ev daxuyanî û daxwaz gelek baş bûn. Ji vê daxuyaniyê û şûn de ez li benda gavavêtina nû me”
Divê piştgirî bê dayîn
Rojnameger Aydin Çubukçu jî anî ziman ku ji bo çek bên rawestandin pêwîst e her kes piştgiriyê bide van pêşniyaran û wiha axivî: “Bangawaziya bi vî rengî ku ji PKK’a aliyê pirsgirêkê ve hat, pir girîng e. Bêguman kî dibe bila bibe kesên aştiyê dixwazin divê bên parastin. Ev bangawazî girîng e. Ev banga ji PKK’ê hatiye divê li ber çavan bê girtin û bê nirxandin. Ger ku hikûmet şertekî bide pêş dê rastî bertekan bê. Berteka li dijî van daxwazan xizmetî aştiya Tirkiyeyê nake. Ya girîng destpêkirina pêvajoya niqaşan e. Ji ber vê yekê ev firsetek girîng e.”
Ji siyasetmedaran piştgirî
Hevserokê DTP’a hate girtin yê berê Ahmet Turk, diyar kir ku li Tirkiyeyê pêvajoyeke gelek zehmet tê jiyîn û her çiqas behsa pêşîlêvekirinê bê kirin jî tiştên berevajiyê çareseriyê pêk tên û wiha axivî: “Em dibînin ku careke din bi ser siyasetmedaran ve tên. Ev jî hêviyên me dişikîne. Pirsgirêka kurd, pirsgirêkeke bi sed salan e. Her kes baş dizane ku di van demên dawî de pêvajoyên gelek bi xwîîn hatin jiyîn. Divê ku hikûmet êdî nêzîkatiyeke ji bo aştiyê nîşan bide. Di vê pêvajoyê de gelek berpirsyarî dikevin ser milên her kesî ku aştiyê dixwaze. Lê tiştê girîng, tevger û sekna dewletê ye. Heke ku gavekî erênî biavêjin, dê pêşî li şer bê girtin. Firseta aştiyê hê jî di dest de ye. Ev deklerasyon jî vê yekê nîşan dide. Divê ku êdî diyalog pêk bê. Di hemû cîhanê de jî wisa bû. Heke ku aştiyê dixwazin, bila mînakên din ên cîhanê binêrin.”
Serokê Giştiyê SHP’ê Huseyîn Ergun, piştgirî da daxuyaniyê û wiha got: “Ji bo çareseriyê helbete çek bêdeng bibin gava yêkemîn e. Divê siyasetmedarên kurd bên berdan. Însan ji ber ramanên xwe nayên girtin. Ev ey li dijî hemdemiyê ye. Divê siyasetmedarên di 14’ê nisan de û pişt re hatine girtin demildest bên berdan.” Ergun, daxwaza KCK’ê ya ji bo Ocalan ji wiha nirxand: “Ez difikirin Ocalan bi şeklekî di malekê daye. Jixwe li cihekî taybet tên girtin. Ez nizanim ku dixwazin bibin cihekî din .” Ergun, anî ziman ku divê teqez diyalog dest pêbike û wiha domand: “Pirsgirêka herî girîn di diyalogê de pirsgirêka muhatabiyê yê. Divê ev yek bê safîkirin. Dewlet ji bo bi hemwelatiyê xwe re muzekereyê bike dibe ku gavê bavêje. Lê ya girîng aştiye. Eê li alîgirê dest pêkirina muzakereyanin. Divê yên aligir teqez rayedar bin. Heke ev yek neyê çareserkirin serkeftina muzekereyê gelek zihmet e. Ez vê yekê erê dibinim. Hemû nirxandin wekî yên min nin in lê divê ev daxuyaniye û daxwaze bên nirxandin.”
Niyeta AKP’ê tune ye
Parlamenterê berê yê ANAP’ê Abdulbaki Erdogmuş jî piştgirî da deklerasyona KCK’ê û wiha got: “Dem bi dem daxuyaniyên bi vî rengî pêk tên. Divê ev daxuyanî bi baldarî bên şopandin. Lê hikûmeta AKP’ê newêre ku bi PKK û gelê kurd re hevrû bibe. Ji ber vê jî ez nizanim ku ev daxuyanî çiqas watedar in. Yê girîng ew e ku mirov bi van pirsgirêkan re hevrû bibe. Tirkiye hê jî vê pirsgirêkê wekî pirsgirêke asayî ya leşkerî dibîne. AKP û DYA ketine hin bazariyan. Ji bo ku PKK çek berde, divê ku Tirkiye bi Ocalan re bikeve diyalogê. Ev pirsgirêk bi diyalogê tê çareserkirin. Niyeta dewletê tune ye ku vê pirsgirêkê di çarçoveya siyasî de nîqaş bike. Rojnamevanekî ji Erdogan pirseke der barê pirsgirêka kurd de pirsî. Wî jî ji rojnamevan re gote ku ‘Divê ev wiha neyê nîşandan. Ev jî parçeyeke pirsgirêkên din e’. Ev jî nîşan dide ku ew di riya înkara kurdan de ne. Dibêje ku bila nebêjin pirsgirêka kurd. Ev jî nîşaneya polîtîkayên înkarê ye. Gelek caran hêviyên me yên ji bo aştiyê çê dibin. Lê AKP her dem xeyalên me têk dibe. Wekî ku berê dihate kirin, pêşî heyecaneke diafirînin û paşê jî ev xeyalan têk dibin. Li gel her tiştî divê ku bi baldarî nêzîkê vê daxuyaniya KCK’ê bibin.
Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Bayram Bozyel, diyar kir ku li Tirkiyeyê li gel her tiştî pêvajoyek ber bi başbûnê ve diçe lê êrîşên xedar jî tên meşandin. Bozyel, anî ziman ku berî her tiştî peyvir dikeve ser milê hikûmetê û wiha got: “Ji bo ku pêvajo bi lez û erênî pêş bikeve divê em hemû bi awayekî çalak piştgiriyê bidin pêvajoyê. Divê em wekî kurd piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Peyvirek mezin dikev ser milê PKK’ê jî. Di nava mercên îro de tu hewldana ku hikûmet bi PKK’ê re li maseyê rûnê nayê dîtin. Ji ber vê yekê divê BDP, Hak-Par û partiyên demokratik, di nava dan û stendinê de pêvajoyê pêş bixin. Em wekî partiyê alîgirê efoya siyasî ne. Di nava vê efoyê de Ocalan jî heye. Divê qanalên siyasetê bên vekirin û astengî bên rakirin. A girîng divê daxwazên gelê kurd bi cih bên.” STENBOL - ENQERE - DÎHA
No comments:
Post a Comment