05/02/2010
Ji bilî cerdevan û îtirafkaran, çawîşên pispor û leşkerên di salên 1993-1995’an de di ekîba Fermandarê Cendermeyan ê Kayserî û JÎTEM’ê Cemal Temîzoz de cih digirtin, nayên dîtin.
8’emîn danişîna doza Fermandarê Alaya Cendermeyên bajarê Kayseriyê û Fermandarê JÎTEM’ê Cemal Temîzoz, Sercerdevan û Şaredarê Cizîrê yê berê Kamîl Atak, Tamer Atak, Kukel Atak, îtirafkar Hidir Altug, Adem Yakîn, Firat Altun (Abdulhakim Guven) ku ji kuştina 20 kesên di salên 1993 û 1995’an de li Cizîrê hatin qetilkirin berpirsiyar tên girtin, dê sibê li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. Di danişîna ku heta niha hate dîtin de daxuyaniyên malbatên mexdûr bi dawî nebûn. Piştî daxuyaniyên malbatên mexdûran bi dawî bibe, li bendê ye ku dê li îfadeyên şahidên wekî Mehmet Nuri Bînzet ku rasterast bûne şahidên kuştinê bê guhdarkirin.
Di her danişînê de bûyerên ku heta salên 1990’î dirêj dibin zelal dibin, lê kesên ku di nava van bûyeran de cih girtine tenê bi 7 kesan tên bisînorkirin. Ev yek jî pirsan di mejiyan de çêdike. Ligel ku Temîzoz û cerdevan ji karê wan nehatine durxistin, balkêş e ku kesên di dosyayê de wekî şirîkên kuştinan tên naskirin û navên wan di nava kujeran de derbas dibin hê ji aliyê dadgehê ve nehatine tespîtkirin. Her wiha navnîşanên çawîşên pispor ên bi kod navên Selîm Hoca, Yavuz, Tuna, Cabar ku di ekîba Fermandarê JÎTEM’ê Temîzoz de cih digirtin jî hê nehatine tespîtkirin.
Piştî demeke dirêj heta niha tenê nasnameya endamê ekîba lêpirsînê yê bi kod navê “Yavuz” ku wê demê li Cizîrê Çawîşê pispor bû Burhanettîn Kiyak hate tespîtkirin. Şahidê nepen ê kod “Tukenmez Kalem” dema di îfadeya xwe ya li Dozgeriya Komarê ya Amedê de kuştina Abdurahman Avşar vegot, diyar kir ku navê kesê kodê wî “Yavuz”, “Burhan” bû. Şahidê nepen diyar kiribû ku Çawîşê Pispor Burhanettin Kiyak bi bersûc Cemal Temîzoz re di 1994’an de li Cizîrê Muhsîn Taş revand û winda kirin.
DAXWAZA GIRTINÊ KIRIN
Şahidê nepen “Tukenmez Kalem”, diyar kir ku hin evraqên bi kod “Yavuz Guneş” bi şiklê ‘Li Fermandariya Cendermeyan a Navçeyê peyfirdar” hatiye qeydkirin û xwest navnîşana Çawîşê Pispor Burhanettîn Kiyak ji Wezareta Karên Hundir û Serfermandariyê bê xwestin û navnîşana wan bê tespîtkirin. Prz. Ridvan Dalmiş jî li Dozgeriya Komarê serlêdana suc kir û diyar kir ku Kiyak di buyerên kuştinê de navê kod ê “Yavuz” bikar dianî. Parêzer xwest derbarê Kiyak de biryara girtinê bê stendin. Her wiha Prz. Dalmiş, der barê kuştina Abdurrahman Avşar ê ku di sala 1994’an de hate kuştin de jî got ku di girtenameyên ku piştî kuştinê di 31’ê adara sala 1994’an de hatine girtin de kodê bi navê Tuna Çakiroglu derbas dibe. Prz. anî ziman ku Çagirdag, Cawîşê Pispor ê bi navê Gundur Guler e.
EKÎBA XWE DIPARÊZE
Di danişîna borî de parêzerê mexdûran Prz. Tahîr Elçî jî anibû ziman ku Cemal Temîzoz wekî Fermandarê Cendermeyan ekîba xwe diparêze û dibêje nayê bîra wî. Ligel daxuyanî û gotinên mexdûr û parêzerên mexdûran ji bilî Temîzoz tu leşker nayên darizandin. AMED - DÎHA
No comments:
Post a Comment