Friday, February 5, 2010

Çalakî û piştgiriyên ji bo karkarên Tekelê geş dibe

05/02/2010


Ji bo piştgiriya karkerên TEKEL'ê ku ji bo mafên xwe yên cemawerî û aborî ev 52 roj in di greva birçîbûnê de ne Turk - Îş, Hak - Îş, DÎSK, Memur-Sen, Kamu-Sen û KESK'ê li hemû Tirkiyeyê ji bo rojekê dev ji kar berda. Li Tirkiyeyê li hemû kargehan ji seat 8:00'an heta êvarê seat 17:00'an karker û karmendan kar da sekinandin. Dîsa ligel karker û karmendan, gelek odeyên pîşeyê û rêxistinên sivîl jî piştgirî dan greva karkeran.
ENQERE: Li Enqereyê çalakiyan di saet 08.00'ê sibê de dest pê kirin. Gelek kes tev li biryarê bûn û neçûn ser karên xwe. Dîsa gelek karker û karmendên ku kom bûne ber bi Turk-Îş, Ziya Gokalp û Kizilayê ve meşiyan. Dîsa di gelek cihan de tedbîrên berfireh ên ewlehiyê jî hatin girtin. Hate hînbûn ku komeke endamên malên gel jî riya metroya Enqereyê girtin û xebata wê asteng kir. Polîsên ku li her derê Enqereyê tedbîrên berfireh ên ewlehiyê girtibûn, Garaja Enqereyê jî dorpêç kirin û nasnameyên her kesên ku diçin garajê hatin kontrolkirin.
STENBOL: Li Stenbolê jî kedkaran li ser banga konfederasyoanan, kar berdan. Çalakiyan di saetên sibê de dest pê kir. Endamên SES û Dev Saglik Îşê li taxên wekî Okmeydani, Zeynep Kamil, Nexweşxaneya Taksimê û Zanîngeha Tipê ya Çapayê daxuyaniyên çapemeniyê yên bi girseyî pêk anîn.
Kedkarên Girêdayî SES'ê di saet 08,00'ê sibê de dest bi çalakiyan kirin û di nexweşxaneyan de daxuyaniyên çapemeniyê yên girseyî kirin. Di çalakiyan de diruşmeyên 'greve giştî, berxwedana giştî' hatin berzkirin. Dîsa hin kedkar jî li ber nexweşxaneyên Okmeydani û Taskîmê civiyan. Kedkaran pankarta 'Ji xebata nerm re na' vekirin û diruşmeya 'Em Serokwezîrê bê 4/C dixwazin' berzkirin. Xebatkarên tendurustiyê armanca xwe ya ji bo vê çalakiyê ji nexweşan re jî vegotin. Her wiha li aliyê Anatolyayê jî kedkarên girêdayî DÎSK û KESK'ê kar berdan û tev li endamên partiyên siyasî û rêxistinên pîşeyî li hin cihên wekî Qada Kartalê, Şaredariya Kadikoyê, Rawesgeha Otobusan a Sogutluçeşmeyê civiyan û daxuyaniyên çapemeniyê yên girseyî pêk anîn. Kedkaran pankarta 'Em karkerên ku li dijî tarîtiyê bi eşq û baweriyê li ber xwe didin, silav dikin' vekirin û diruşmeyên 'Bijî piştgiriya kedkaran', 'An tev bi hev re an jî qet' û 'Kedkarên berxwedêr dê bi ser kevin' berz kirin.
Li Stenbolê, tevlibûna çalakiyan gelek xurt bû û tevlibûna herî mezin jî kedkarên tendurustiyê pêk anîn. Li bajar xebatên trên û otobusan ne hatin astengkirin. Wiha tê texmîn kirin ku piştî saet 11,00'an çalakî bi dawî bibin û greva giştî xwe bide hîskirin.
SILOPÎ: Li Navçeya Silopiyê ya Şinrexê, karker û karmendên KESK, Egîtîm Sen û DÎSK'ê dest bikar nekîrin û li ber avahiya şaredariyên hatin cem hev û daxuyanî dan çapemeniyê. Komê diruşmeyên "Bi berxwedan em dê serbikevin" û "Bijî biratiya gelan" berz kirin. Li ser nav komê Endamê DÎSK'ê Abdurrahman Demîrhan, diyar kir ku daxwazê karkerên TEKEL'ê daxwazên herî însanî ne û wiha got: "Armanca sendîkayan ew ku ji bo endamên xwe têkoşîna jiyanekî baş bidin e. Lê serokê sendîkayan karkerên mafên xwe diparêzin dibêjinê "hûn bi bîrdozî di tevdigerin, li dijî zagonan çalakiyan dikin' Serokwezîr hemû çalakiyên demokratîk tiştekî pêve dike."
BISMÎL: Karkerên sendîkayên li Navçeya Bismîlê ya Amedê jî dest bi karî nekirin û li ber Şaredariya Bismîlê hatin cem hev û daxuyanî dan çapemeniyê. Şaredar Bismîl Cemile Eminoglu, Alkara Şaredariyê Ayşe Avşar û endamên Meclîsa Şaredariyê jî piştgirê danê. Li vîr Şaredara Bismîlê Cemîle Emînoglu axiftine kir û diyar kir ku dema ku konfederayonan biryara grev gîrtî gotina Serokwezir ya "em vê yekê dijzagonî îlan dikin' gelek bifikar e. Emînoglu, anî ziman ku hikumeta AKP'ê hemû hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê dixwaze tepisîne û wiha got: "Em careke din dibêjin emê ligel hêzên demokratîk têkoşîna xwe bimeşinin."
ÎZMÎR: Karker û karmendan li Îzmîrê jî dest bi kar nekirin û li Qada Basmaneyê hatin cem hev. DÎSK, KESK, TMMOB, partiyên siyasî û gelek rêxistinên civakî nêzî 5 hezar kes hatin cem hev. Karkerên bi panqarta "Serkevtin bi hev re an jî tune" vekirin û ber bi Sumerbanka kevin a Konakê ve dest bi meşiyan û rê li trafîkê girtin. Girseyê diuşmeyên "Dijminê karkeran AKP dê hesabê bide gel" berz kirin û piştî meşê daxuyanî dan çapemeniyê. Li aliyê din li Îzmîrê otobusên şaredariyê û metro nexebitîn.
ÊLIH : Li Êlihê jî karkerên TPAO û TUPRAŞ ji serê sibê de li ber kargeriyên xwe li hev kom bûn û çalakî pêk anîn. Karkerên TPAO saetekê dereng dest bi kar kirin û ber bi Midûriyeta Herêmê ve dest mi meşê kirin.
Her wiha Platforma Kedê ya Êlihê ku bi armanca piştgiriya karkerên TEKEL'ê çalakî pêk anî, vegeriya mitingê. Di çalakiya "Pênçşema Reş" a bi armanca şermezarkirina girtina şaredar û siyasetmedarên kurd a li ber avahiya şaredariyê dest pê kir de çalakiya rûniştinê pêk hat. Platforma Kedê ya Êlihê, bi boneya piştgiriya karkerên TEKEL'ê, rojekê greva karberdanê kir. Endam û rêveberên Platforma Kedê, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, rêxistina BDP'ê ya bajêr jî di navde bi sedan kes li ber avahiya Şaredariyê kom bûn. Girseyê li vir çalakiya runiştinê lidarxist û ber bi kolana Gulistanê meşiyan. Li vir li ser navê Platforma Kedkarên Êlihê Serokê Genel Îş a Êlihê Halîs Yakut, daxuyaniya çapemeniyê xwend. Yakut, diyar kir ku di çews, binçavkirin, şîdeta li hemberê çalakiyên girseyî bûye şampiyon. Yakut, anî ziman ku AKP di qada îstîhdama bêqûralî de jî bûye şampiyon.

BDP'ê piştgirî da karkeran

Karkerên TEKEL’ê ji bo mafên xwe li Enqerê çalakiya xwe didomînin. BDP’ê jî piştgirî da çalakiya karkeran. Hevserokên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, bal kişandin ser têkoşîn û berxwedana karkerên TEKEL’ê û gotin divê hikûmet guh bide dengê karkeran û dengê greva giştî û her wiha divê dest ji polîtîkayên kedxwariyê berde.
Hevserokên BDP’ê Kişanak û Demîrtaş bi daxuyaniyeke nivîskî piştgirî dan berxwedana karkerên TEKEL’ê. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku her tim wekî BDP’ê piştgiriyê bidin karkeran û wiha dom kir: “Bi pêşengiya AKP’ê polîtîkayeke êrîşeke topyekun heye. Di encama wê polîtîkayê de mafên demokratîk û azadiyê paşve tên kişandin. Kedxwarî, karker, kedkar, gelên xizan û girse dikin statuya koleyan. Di şexsê TEKEL’ê de dixwazin civakê bikin kole. Lê li hemberî serdestiyê beşên civakê dest bi berxwedanê kir. Karkerên TEKEL’ê berxwedaneke mînak li Enqereyê nîşan da û bû têkoşîna hevpar.”

Erdogan gef li karkeran xwar

Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan gef li karkerên Tekelê ku 53 roj in çalakiyên xwe didomînin xwar û got eger çalakî bi dawî nebin dê bi polîsan mudaxeleyî çalakiya karkerên Tekelê bikin.
Erdogan der barê çalakiya karkerên Tekelê de pirsên rojnamegeran bersivand û wiha got: “Ev çalakiyeke heq nîn e, neheq e. Ev çalakiyeke îdeolojîk e. Hinek dibin alet. Çi eleqeya hinek kesên ku eleqeya wan bi karekeriya Tekelê nîne bi van çalakiyan heye?” Erdogan îdiakir ku çalakiyên karkeran çalakiyên derqanûnî ne. Erdogan gef li karkeran xwar û wiha got: “Ji bo kesên ku di van çalakiyan de cih digirin çi hewce bike dê bê kirin. Ger heta dawiya mehê karkerên Tekelê ji wirê veneqetin em ê mudaxaleya polîsan bifikirin.”



Bertek nîşanî gotinên Erdogan dan

Li Stenbolê saziyên sivîl ên wekî KESK, DÎSK bertek nîşanî gotinên Erdogan ên gefxwarinê dan. Bi hezaran kes li Saraçhaneyê gihîştin hev û Serokê Giştî yê KESK’ê Samî Evren gotina Erdogan a wekî ‘Bila karker xwe nedin bikaranîn’ bi bîr xist û got ku bila Erdogan jî li hemberî reçeteyên ÎMF’ê xwe nede bikaranîn.
Bi banga 6 konferedarasyonan bi hezaran çalakgeran dev ji kar berda û ketin grevê. Bi beşdariya saziyên sivîl heta parka Saraçhaneyê meş hat lidarxistin û li vir mîtîng hat dayîn. Her wiha gelek nivîskar û rewşenbîran jî piştîrî da çalakiyê û beşdarî mîtîngê bûn. Samî Evren di mîtîngê de axaftinek kir û anî ziman ku Hikûmeta zilm li karkeran kiribin, di demeke nêz de dawiya wê hikûmetê hatiye û Evren wiha axivî: “Kesek bi desteserkirina mafan nabe Serokwezîr. Serokwezîrekî wiha nikare çareseriyan pêk bîne. Li Welatên demokratîk îktîdar ji bo çareseriya pirsgirêkan hene.” Evren da zanîn ku dê ji bo bidestxistina mafan li hemberî desteserkirinan têbikoşin û banga pirskirina hesapê kir. STENBOL-ENQERE-ÎZMÎR-ÊLIH-ŞIRNEX-AMED

No comments:

Post a Comment