05/02/2010
Serbaz SIYAMEND - HEWLÊR/DİHA
Li Herêma Federal a Kurdistanê, di sala 2009’an de 2 hezar û 658 jin rastî şîdetê hatine û 414 jinan xwe şewitandiye. Tabloya şîdetê ya li hemberî jinan pêk tê mirov matmayî dihêle. Rayaderên hikûmetê jî bi tenê dibêjin ku pirsgirêk tên çareserkirin û diyar nakin ka bi çi awayî pirsgirêkan çareser dikin.
Piştî ku DÎHA'yê hejmara jinên xwe şewitandî ya 18 salan aşkera kir, Rêveberiya Astengkirina Şîdeta li Dijî Jinan a Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê hejmara kuştin, xwekuştin, şewtandin, xweşewitandin û şideta li dijî jinan a li bajarên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê ji çapemeniyê re aşkera kir. Li gorî îstatîstîkên ku DÎHA'yê derxistibûn holê di 18 salan de 5 hezar jinan xwe şewitandiye û di 10 mehên sala 2009’an de jî 376 jinan teşebusî xweşewitandinê kiriye.
Agahiyên berfireh ên der barê şîdeta li dijî jinan de li Otela Çarçira ji çapmeniyê re hatin aşkerakirin. Li gorî daneyên fermî yên Herêma Federal a Kurdistanê di sala 2009’an de 2 hezar û 658 jin rastî şidetê hatine û 499 jinan xwe şewitandiye. Temenê ji sedî 70’yê jinên xwe şewitandine an jî rastî şidetê hatine di navbera 14-30 salî de ye.
SAL BI SAL ŞEWAT
Li gorî daneyên Fermî li 3 bajêrên Herêma Federal a Kurdistanê, di nava 12 mehên sala 2009’an de 414 jinan xwe şewitandiye. Rêje jî li gorî bajaran wiha ye; li Hewlêrê 151, li Silêmaniyê 188, li Duhokê 75 jinan xwe şewitandiye an jî hatine şewitandin û bi tevahî 441 jin bi vî rengî bûne qurbanên şîdetê. Li gori daneyên fermî li 3 bajêrên Herêma Federal a Kurdistanê 85 jin hatine kuştin û ev hejmar li gorî bajaran wiha ye; li Hewlêrê 37, li Silêmaniyê 29 û li Duhokê 19 jin hatine kuştin.
‘ME JIN PARASTIN’
Hate diyarkirin ku gelek jinên ku rastî şîdetê hatine ji aliyê hikûmetê ve hatine parastin û ev hejmara jinên ku rastî gefên kuştinê hatine û ji aliyê Rêveberiya Astengkirina Şîdeta li Dijî Jinan ve hatiye destekirin, li gorî bajaran wiha ye; li Hewlêrê 163 jin hatine destekkirin û pisgirêkên 152 jinan hatine çareserkirin. Li Silêmaniyê ji 149 jinan pirsgirekên 147 jinan hatine çareserkirin û li Duhokê jî 70 jin rastî gefên kuştinê hatine û pisgirêkên 56 jinan hatine çareserkirin.
ÇARESERIYA PIRSGIRÊKAN
Lê Rêveberiya Astengkirina Şîdeta li Dijî Jinan a Hikûmeta Herêmê diyar nekir ka pirsgirêkên jinên mijara gotinê bi çi awayî hatine çareserkirin. Tê îdiakarin ku ev pirsgirêk gelek caran bi edet û ûsûlên eşîrtiyê hatine çareserkirin. Ji ber ku heta niha li Başûr tu navendên ku jinan ji şîdetê biparêzin nehatine avakirin.
No comments:
Post a Comment