05/02/2010
6’emîn Konferansa Kurd pêr li Parlamentoya Ewropayê dest pê kir û duh jî bi dawî bû. Di Konferansê de ligel zimanzanê navdar ê cîhanê Noam Chomsky û Hevserokê DTP’a hat girtin Ahmet Turk gelek siyasetmedar û rewşenbîrên navdar ên kurd û cîhanê peyamên çareseriya pirsgirêka kurd dan.
Konferans roja 3’yê sibatê di bin sernavên “Şer û lêkdanên tirk û kurd, Diyaloga Siyasî û Avakirina Aştiyê” de dest pê kir û roja 4’ê sibatê jî bi dawî bû. Di beşa yekemîn a konferansê de peyama xwediyê xelata Nobelê Desmond Tutu hat xwendin. Leyla Zana, Serokê Koma Çepgir a Ewropayê GUE/NGL a Parlamentoya Ewropayê Lothar Bisky, Şefê Maseya Tirkiyeyê yê Komîsyona Ewropayê Jean Christophe Filori, Parlamentera BDP’ê Emîne Ayna û Rojnameger Hasan Cemal û gelek kesên navdar axivîn û li ser ‘geşedanên’ li Tirkiyeyê û pirsirêka kurd nêrînên xwe anîn ziman.
BAWERIYA JI BO PÊŞKETINÊ
Zimanzanê navdar Noam Chomskî di peyama ji bo konferansê de da zanîn ku par biryarên girîng di konferansê de hatine girtin û hêviya wî ew e ku bi vê konferansê jî di vê der barê de hewldanên baş pêk bên.
TURK: WISA NAMEŞE
Ahmet Turk jî bal kişand ser krîza li Tirkiyeyê û wiha pê de çû: “Divê krîza siyasî ya Tirkiyeyê bê çareserkirin.” Turk xwest ku pirsgirêka kurd ji bo bihareke din neyê taloqkirin, rê û rêçikên çareseriyê bên afirandin. Turk vegot ku ji bilî însiyatîfeke aştiyane jî ne pêkan e ku ev rewş bê çereserkirin.
Turk xwest aştîxwaz hemû destê xwe bikin bin bar û wiha pê de çû: “Ji bo aştiyeke mayînde divê hemû aştîxwaz dest bidin hev û barî bigirin ser milên xwe.” Turk vegot ku îro ji hemû deman pirtir derfet heye ku li Tirkiyeyê çareseriyeke demokratîk û aştiyane bê afirandin.
CEMAL: XELETÎ TÊ KIRIN
Di nav axêvgeran de rojnamegerê navdar ê tirk Hasan Cemal jî li ser berlêvekirina çareseriya pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê rawestiya. Da zanîn ku ew pir girîngî dide vê mijarê. Diyar kir ku li Tirkiyeyê der barê pirsgirêka kurd de tirk cahil û bêagahî hatine hiştin. Cemal xwest ku AKP wekî hikûmeteke “faşîst” û “neyarê siyasî” neyê ditin. Lê piştrast kir ku pêvajo bi awayekî cidî xitimiye. Cemal, mînaka IRA’ya Îrlandayê da û destnîşan kir ku çareserî demildest pêk nayê. Cemal girtina siyasetmedarên kurd jî wekî xeletiyeke mezin diyar kir.
TUTU: SIVÎLÎZASYON NÎN E
Xwediyê Xelata Nobelê Desmond Tutuyê ji Afrîkaya Başûr di peyama xwe de xwest ku hikûmeta Tirkiyeyê bi nûnerên fermî yên gelê kurd re rûne û mijarê bipeyive. Tutu destnîşan kir ku divê di diyaloga dualî de bi taybetî hemû şer û lêkdan bên rawestandin, dewlet xwe bêçek bike û xwe sivîlîze bike.
CIVAKA KEVNARE
Tutu di peyamê de bal dikişîne ser netewaya kurd û wiha dibêje: “Gelê kurd di nav rûbarên Firat û Dîcleyê de civaka herî kevnare ya Mezopotamyayê ye.” Tutu vedibêje ku ligel şert û hoyên zor û zehmet ên sedsalan jî çand û zimanê kurdî heta îro xwe aniye û divê ji vir û bi şûn ve zextên li ser vê çandê û vî zimanî neyên qebûlkirin. Tutu girtinên siyasî rexne kir û xwest hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan.
BÎLMEZ: OCALAN AŞTIYÊ DIXWAZE
Tura duyemîn duh saet di 09.30 û 13.00’an de pêk hat. Di vê beşê de endamtiya Tirkiyeyê ya ji bo YE’yê, mafên mirovan, demokrasî, çareseriya pirsgirêka kurd hat nîqaşkirin. Ligel gelek navdaran Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, Îbrahîm Bilmez nêrînên Ocalan ên li ser doza kurd anî ziman, Serokê Baroya Amadê Mehmet Emîn Aktar li ser binpêkirinên mafên mirovan rewestiya, Parlamenterê Koma Demokrat û Sosyalîst Rîchard Howîtt ji aliyê Ewropayê ve binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê vegot. Parlamenterê Tifaqa Demokrat û Lîberalan Sarah Ludfor vegot ka cihê pirsgirêka kurd di têkiliyên YE û Tirkiyeyê de çi ye. Rojnameger Oral Çalişlar jî rewşa azadiyê ya li Tirkiyeyê vegot.
Parêzer Bîlmez got ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan di hevdîtinê de ji bo ku di konferansê de bê ziman jê re wiha gotiye: “Min heta niha bi hemû axaftin û peyamên xwe ji aştiyê re xizmet kiriye. Lê dewlet û hikûmet pêşî li axaftinên min digire. Dibêje nepeyive. Ez bang li Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan, Serokomarê Tirkiyeyê Gul û Serfermandarê Giştî yê Artêşa Tirk Başbug dikim ku pêşî li aştiyê negirin û ji bo çareseriyê çi ji destê wan bê bikin.”
ÇALIŞLAR: DIŞIBE ÎRANÊ
Rojnameger Oral Çalişlar jî bal kişand ser qanûnên Tirkiyeyê û mijarê wiha aşkera kir: “Makeqanûna Tirkiyeyê dişibe makeqanûna Îranê”. Çalişlar da zanîn ku Makeqanûna Îranê Desteya Konseya Bilind a Îranê diparêze û Makeqanûna Tirkiyeyê jî dewleta Tirk û piştgirên wê diparêze.
AYNA: EV FAŞÎZANÎ YE
Hevseroka DTP’a hate girtin û Parlamentera BDP’ê Emîne Ayna di axaftina xwe ya konferansa Kurd a li PE’yê de xwest ku hikûmeta tirk operasyonan rawestîne û gotin ku li Tirkiyeyê darbeyeke siyasî tê jiyîn û navê vê jî “faşîzm e”.
Parlamentera BDP’ê Aynayê aşkera kir ku sedema têkoşîna çekdarî ya PKK’ê ‘şîdeta çekdarî ya 12’ê Îlonê’ ye û got, “Heke PKK îro têkoşîna çekdarî dimeşîne ev ne sedema pirsgirêka kurd e, encama pirsgirêka kurd e. PKK’ê heta niha ji bo aştiyê û çareseriyê 7 caran agirbestên yekalî îlan kirine.” Aynayê destnîşan kir ku di pêşiya aştî û çareseriyê de pirsgirêka esasî operasyonên leşkerî yên dewleta tirk e.
PIŞGIRIYA ÇI DIKIN?
Aynayê destnîşan kir ku AKP’ê heta niha carekê dest bi ‘hewldana berlêvekirina pirsgirêka kurd’ kir, 2 caran jî dest bi ‘hewldana berlêvekirina demokratîk’ kir. Aynayê vegot ku di dawiya van de dageriya ‘Projeya Hevgirtî ya Neteweya Tirk’. Ayanê aşkera kir ku pirsgirêk jî di vir de ye û piştgiriya ku ji bo vê tê kirin dadi wiyê de dibe piştgiriya projeya hevgitî ya tirk. Ji ber vê jî Ayanê piştgiriyên ku ji bo qaşo ‘pêşlêvekirina pirsgirêka kurd’ rexne kirin.
12 ÎLONÊ JÎ NE WISA BÛ
Di axafitina Ayanayê de girtina zarokan jî cihekî berfireh girt. Aynayê got; “Li Tirkiyeyê zarok tên girtin, cezayên giran li wan tê birîn, îşkence li wan tê kirin, bi qanûna ‘terorê’ tên darizandin û Di dema darbeya 12’ê Îlonê de jî ne wisa bû.”
GELÊ KURD AMADE YE
Aynayê aşkera kir ku ‘gelê kurd ji bo çareseriyê amade ye’ û wiha gotina xwe bidawî kir: “Li Tirkiyeyê ne tenê pirsgirêka etnîkî heye divê vegotineke diyarkirî ya cografîk jî bê destnîşankirin.”
KOMÎSYONA EWROPAYÊ: EM BIFIKAR IN
Berdevkê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê û Şefê Maseya Tirkiyeyê Jean Christophe Filori bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê û wiha got: “Girtina DTP’ê pêla binçavkirin û gitina siyasetmedarên kurd, girtina şaredarên kurd û menkirina ji peywirê nayê qebûlkirin û li hemberî vê êrîşkariyê em bi fikar in.”
Filori di serê axaftina xwe de diyar kir ku heta Tirkiye krîterên Kopenhangê pêk neyîne ne pêkan e ku karibe di nav YE’yê de cih bigire. Jean Christophe Filori got ku ew naxwazin mudaxeleya karên navxweyî û binesaziya Tirkiyeyê bikin û kes jî di vê der barê de ji wan tiştek naxwaze. BRÜKSEL-ANF
No comments:
Post a Comment