Sunday, February 7, 2010

Vederxistina li hemberî kurdên Sûriyeyê didome

Vederxistina li hemberî kurdên Sûriyeyê didome
Li Sûriyeyê nifûsa nijadî ji sedî 18 kurd e. Dewleta Sûriye, li dijî kurdan helwesta xweya dijminantiyê didomîne. Kurdên Sûriyeyê bi salan e di serî de ji mafê nasname, çand, ziman û hemû mafên mirovahiyê bêbar in. Welatiyên kurd ên Sûriye, xwestin ku mafên wan ên nasname civakî û çandî bên dayîn.

Li Sûriyê nifûs ji sedî 18 kurd, ji sedî 6 ermenî, ji sedî 2 turkmen, ji sedî 4 rom û cuhî, ji sedî 1.5 çerkez, ji sedî 2.5 durzî û ji sedî 65 ji ereban pêk tê. Li Sûriyeyê li gel ji sedî 18 kurd e, dîsa zixt û zordariya li dijî nasnameya kurdan a siyasî, çandî, civakî û azdiya ramanê didome. Sûriye, destûr nade ku kurd xwe bi rêxistin bikin û mafê xwe biparêzin. Aktîvîstên kurd jî tên girtin û li girtîgehan rastî îşkenceyan tên. Bi taybetî kurdên ku li bajarên Helep, Şam û Kamişlo dijîn zêdetir karê firin, înşaat û karên li ser piyan dikin. Kurd, di cîhanê de herî zêde li Sûriyeyê rastî binpêkirina mafan tên. Welatiyên kurd ên Sûriyeyê bertek nîşanî vê helwesta Sûriyeyê ya dijminantiyê didin û dixwazin mafên wan ên siyasî, çandî û civakî bên dayîn.

'Mafê me yê hilbijartin û hibijêran tune'

Welatiyê bi navê Şirkoh Hemo ku bi salan berê ji Iraqê koçberî Sûriyeyê kir, wiha got: "Bi salan e em li vî welatî dijîn. Em li nava çiyê dijîn. Şert û mercên me pir zahmet in. Mixabin riya me tune, karê me tune. Bi çavê dijminantiyê li me dinerin. Me wekî welatî nabînin." Şirkoh Hemo, anî ziman ku dewleta Sûriyeyê mafê îfadekirinê nade kurdan û wiha dom kir: "Di hilbijartinan de ne mafê me yên hilbijartinê û ne jî mafê hilbijêrtiyê heye. Detê mafê me yên me bêhn bidin û bistînin heye. Lê kurd jî mafê xwe yên siyasî, çandî, ziman û azadiya rêxistinê dixwazin. Li vî welatî cuhî, ermenî û xirîstiyan li ser destan tên girtin. Em jî dixwazin xwedî heman maf bin."

'Ma divê em jî serhaldanan bikin'

Welatiyê bi navê Halet Temmo ku ji ber zulma Saddam ji Iraqê reviya Sûriyeyê jî li firinê dixebite. Temmo, diyar kir ku bi bihayekî pir erzan li firinê dixebite û wiha got: "Ji ber ku em kurd in bi erzanî karên giran bi me dikin. Li Sûriyeyê kurd bê statu dijîn. Sûriye bi çavê ecnebiyan li kurdan dinere. Li dijî kurdan pêkanîna ku li tu devera cîhanê nayê jiyandin pek tê. Niha nêzî 450 hezar kurd penaber in. Di nava şert û mercên herî dijwar de dijîn. Li gel bi salan e em li vir dijîn dîsa em nikarin bibin xwedî milk û war. Ma em jî wekî kurdên Tirkiyeyê ji bo mafên xwe îsyan bikin."

Temmo anî ziman ku ne ji bo xwe, ji bo zarokên xwe bi fikare. Temmo, daxwazên xwe wiha anîn ziman: "Dema zaorkên me diçin dibistanê em naxwazin kêm bên dîtin. Em dixwazin rastî muamelay mirovan bên. Em neçarin li vir dijîn.

No comments:

Post a Comment